HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 24'ê Avrêlê de li sêgoşeya navçeyên Lîce û Qulpê yên bi ser Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî girên Mezra, Kawar, Şeytan û Gem, gundên Norşîn, Karzel, Kafan, Elmîran û Baltik ên bi ser Şehîd Remzî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.

Operasyona bi tevlêbûna 10000 leşkerî, kontra û cerdewanan pêk hatiye, bi daxistinan destpêkiriye, di roja destpêkê de ji aliyê gerîlayê me ve li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye.

 

Di heman rojê operasyona li herêmê ber bi gundên Keltepe, Rizdê û Newayê hatiye berfirehkirin. Di saet 12.00'an de pevçûnên li vê herêmê destpêkiriye heta danê êvarî berdewam kiriye. Di tevahiya pevçûnan de herêm him ji bejahî him jî ji hewayê hatiye bombekirin. Di van pevçûnan de 2 jê endamên yekîneyên kontraya bi giştî 10 leşker ji aliyê gerîlayê me ve hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye.

Herweha nîşaneyên di encama van pevçûnan de û çalakiyên hate lidarxistin de hejmara leşkerên hatiye kuştin hîn zêdetir hene

Operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk lidarxistiye di 25'ê Avrêlê de danê êvarî bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.

Agahiyên sereke yên gihîştine dest me di van pevçûnan de hevalek me birîndar dîl ketiye destê dijmin, ji 6 hevalê me jî têkiliyê me qut bûye. Berfirehiyên vê bûyerê her ku bikeve dest me em ê ji raya giştî re ragihînin.

Nasnameya 6 hevalê me yê têkiliyê me qut bûye;

Nasnav: AGIR AMED

Nav û Paşnav: KASIM IŞIK

Sal û cihê jidayikbûnê: 1974 / AMED

Navê dayik: ZAHîDE

Navê bav: NUR MEHMET

Sal û cihê tevlêbûnê: 1999 / AMED

 

Navê Kod: HERBİJİ TOLHILDAN

Nav û Paşnav: İBRAHİM KAYA

Sal û cihê jidayikbûnê: 1981 / AMED

Navê dayik: AYŞE

Navê bav: MEHMEDİ

Sal û cihê tevlêbûnê: 2004 / AMED

 

Navê Kod: MAHîR DÎCLE

Nav û Paşnav: HASAN KARAHAN

Sal û cihê jidayikbûnê: 1989 / AMED

Navê dayik: GÜLİZAR

Navê bav: MUSTAFA

Sal û cihê tevlêbûnê: 2008 / AMED

 

Navê Kod: RÛBAR SERHAT

Nav û Paşnav: ERSİN ÖZTÜRK

Sal û cihê jidayikbûnê: 1992 / KARS

Navê dayik: ZÖHRE

Navê bav: İSMAİL

Sal û cihê tevlêbûnê: 2009 / AMED

 

Navê Kod: HAKÎ PÎR

Nav û Paşnav: AGA KARAKAYA

Sal û cihê jidayikbûnê: 1984 / AMED

Navê dayik: AYSEL

Navê bav: NEVZAT

Sal û cihê tevlêbûnê: 2011 / AMED

 

Navê Kod: HOGIR MARDİN

Nav û Paşnav: MURAT DİREKLİ

Sal û cihê jidayikbûnê: 1992 / MERSİN

Navê dayik: FATİME

Navê bav: MİRZA

Sal û cihê tevlêbûnê: 2011 / AMED

 

Agahiya nasnameya hevalê me yê dîl ketiye dest dijmin;

Navê Kod: GERNAS PILING

Nav û Paşnav: CIWAN BOLTAN

Sal û cihê jidayikbûnê: 1991 / ÇEWLIK

Navê dayik: NAZİME

Navê bav: HAKî

Sal û cihê tevlêbûnê: 2011 / AMED

 

1 Gulan 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê