HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 7’ê Kanûnê de li navçeya Şirnexê Silpiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 4 hezar leşkerê ji Bêspin, navenda Şirnexê û ji tabûra tankan li dijî Cûdiyê operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin. Operasyona ji 3 milan hatiye li darxistin, herêmên Kasapaxane, Kaniya Spî, Kox, Deriyê Kera, Deriyê Mazî, Gundik Remo, Kela Jehrê û Deriyê Bavê Dîlanê yên bi ser Cûdiyê ne girtiye nava xwe. Di dema operasyonê de li Deriyê Bavê Dîlanê di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûn qewimiye. Di encama pevçûna bi saetan berdewam kirî de gerîla yê me yê bi nave Herekol ku em ê pişt re agahîyên wî bidin bi lehengî şer dike û digihêje şahadetê. Di dema pevçûnan de ji ber guleyên wî qediyaye gerîlayek me ji bo ku nekeve dest dijmin xwe ji zinara avêtiye bi birîndarî, 2 gerîlayê me yê hîn nû tevlêbûne û cilê gerîla li ber xwe nekirine dîl ketine dest dijmin.

Li gor ahagiyên destpêkê ketine dest me di van pevçûnan de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Operasyona li herêmê jî 2 roj pişt re paş de vekişiyaye.

12 Kanûn 2011

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê