Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 8’ê Kanûnê de li navçeya Çewlikê Kanîreşê li bejahiya gundê Sûdûraxi di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevalê me yê bi navê Serbest – Fuat Kiziltaş gihîştiye şahadetê.
|
Nasnav: Serbest |
Hevalê Serbest ê di sala 1978’an de li navçeya Wanê Elbakê ji dayik bûye, di sala 1999’an de tevlê nava refê Tekoşîna Azadiyê bûye û bi sekna xwe û kesayetiya xwe di bi lez pêşketiye. Di temeneke biçûk de tevgera me naskiriye bi taybet di dema komploya navnetewî de weke her ciwanê kurd ê welatparêz li beramberî komployê bi bilindkirina tekoşînê bûye bersiv. Hevalê Serbest li qadên başûr, Botan û herî dawî jî li herêma Erziromê tekoşîneke aktif bi berpirsyariya şoreşgerî dimeşand, bi tecrûbe ya xwe li her herêma li dima xwediyê kedeke mezin bû, pêşketin û pêşxistinê ji xwe re bingeh girtiye.
Hevalê serbest ê heyecana rastiya PKK’ê ya guherîna mezin di kesayeta Kurd de afirandiye jiyandikir, her dem di nava hewldana naskirina Rêbertiya me û Şehîdên Azadiyê ku afirînerê vê guherînê ne nîşandaye. Hevalê Serbest ê tekoşîna gerîla weke bûyina xwedî vîn a mezin a gelê Kurdistanê, tekoşîna perçekirina serdestiya hêzên mêtinger bi nav dike, di encama lêhûrbûn û gihîştina dewlemendiya teqtîkî de di qadê pratîk de şareza bibû.
Bi giranbûna di kesayeta xwe da ava kiribû, di qadê bakur de dest bi tekoşînê kiriye û di xebatê van herêman de bi tevlêbûna xwe ya xurt û berhemdar her dem li pêş bû. Hemû xebatên xwe yê dikir bi coşeke mezin xwedî lê derdiket û bi bişirîna ruyê xwe hevalê Serbest bawerî dida hevalên xwe. Herî dawî di 8’ê Kanûnê de di encama pevçûneke bi dijmin re tevlî nava karwanê şehîdan dibe.
Di derbarê bûyera şehadeta hevalê Serbest de dema agahiyên zelal bi dest ket wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
17 Kanûn 2011
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê

