Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21’ê Îlonê de li navenda Sêrtê li derdora dibistana pîşeyî ya polîsan gerîla yê me bi armanca çalakiyê kemîn avêtine. Li dijî maşîneke ber bi akademiya polîsan ve diçe, bi fikra ya polîsa ye ji aiyê gerîla yê me hatiye gulebarankirin
. Di encama vê gulebaranê de 4 însanê me yê sivîl jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûye.
Di serî de ji ber vê bûyera bi êş, ji gelê me, ji malbata înanê me yê jiyana xwe dest daneû ji derdorê wan re weke HPG lêborîna xwe dixwazin.
Piştî ev bûyer di çapemeniyê de derbas bû, me bi lez lêkolîn kiriye, herweha di derbarê jidest dane jiyana wan lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.
Em weke tevger eşkereye ku li dijî sîvîlan tu hewldanê me yê çalakiyê nebûye. Li dijî sîvîlan di demê derbasbûyî li hewldan û çalakiyên şaş ên her cûre me bersivê dijwar daye. Bi vê girêdayî li dijî sivîlan tu şêweyê çalakiyan em napejirînin û ev ji aliyê raya giştî tê zanîn.
Ev qezaya li Sêrtê qewimiye tuu carî ji aliyê me nayê pejirandin. Hemû lêpirsînên pêwîst bi berfirehî were kirin û wê encamê wê ji gelê me û raya giştî re were eşkerekirin.
Dubare ji ber van wendahiyên bi êş, xemgînî ji gelê xwe û raya giştî re ji malbata însanê me yê jiyana xwe ji dest dane, lêborînê dixwazin û di derbarê berpirsyarê vê bûyerê de hemû kirinên pêwîst wê were kirin. di vê derbarê de em sonda xwe didin.
23 Îlon 2011
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
