Ji gelê me û raya giştî re!
Di 17’ê Îlonê de li navçeya Şîrvanê ya bi ser Sêrtê ve nêzî gundê Sikambo di encama kemîna piraniya xwe cerdewan in di pevçûnê de hevalê Şahîn gihîştiye şahadetê. Li beramberî êrîşên hukumeta AKP’ê û artêşa mêtinger a TC’ê ku di demê dawî de zêde bûye, me weke HPG biryardarî û berxwedêriya xwe nîşan daye.
Artêşa mêtinger a TC’ê ku li himber gerîla yê me naçar maye û bi teknîkeke zêde êrîşên xwe zêde kiriye. Di 17’ê Îlonê de ewladê mêrxas ê gelê me hevalê me Şahîn di vê pevçûnê de gihîştiye şahadetê.
|
Navê Kod: Şahîn Roboskî |
Baweriya me ya ku wê gelê me bi heybeta berxwedêriyê şehîdê xwe pêşwazî bike tam e. Em biryardariya xwe ya her hevalekî me şehîd dikeve nû dikin, û wê li beramberî her cûre êrîşên dijmin bi rûhê Apoyî wê bi sekneke mîlîtan bersiv bê dayîn.
19 Îlon 2011
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê

