Ji çapemenî û raya giştî re!
Li dijî Geliyê Tiyarê yê di çapemeniya tirkan de derbas dibe, ji 20’ê Cotmehê û vir ve bombebaraneke dijwar tê kirin û herweha cîh cîhan pevçûn diqewimin. Ji ber êrîşên hewayî yên zê de û sernuxumandina teknîkê bi hin yekîneyên me li vê herêmê re têkiliyê me nîn in.
Ji ber vê yekê jî niha di derbarê pevçûn û êrîşên hewayî yên li vê herêmê nikarin raya giştî tatmîn bikin.
Dema bi yekîneyên me yê li vê herêmê re têkilî hate danîn di derbarê bûyerên hatiye jiyandin de wê raya giştî were agahdarkirin.
27 Cotmeh 2011
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
