HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Gelê Kurd û Kurdistanê di rûpelê dîroka tarî de hatibû veşartin, bibû mijara bazar û peymanan, ji bo ku hişyar nebe, her cure mêtingerî, komkujî û bi tunekirinê re rû bi rû maye, di 33’ê mîn sala xwe de berxwedana bêhempa nîşandaye, ji bo vê hemû fedakarî nîşandaye û ev dîroka neyarên xwe şaş û maş kiriye bi Tevgera PKK’ê jiyan kiriye.

 

Tevgera PKK a di pêşengtiya Rêber APO de di şert û mercên herî dijwar de bi bîr, bawerî û biryardariyeke mezin derketiye holê, rastiya dîrokeke destanî ya 33 salan afirandiye. Gelê Kurd vê vejînê di dîroka 33 salan de pejirand, weke vîna berxwedêr a bêhempa temsîl kir, ev gela bi vî rengî berê xwe da dîrokê. Bi hezaran şehîdê xwe kire biryardariya meşa xwe û çandeke nû avakir. Îroj gelê Kurd her gava xwe ya diavêje, hêza mêtingeran û hêza wan a şerê taybet dibîne û li beramberî vê meşa xwe ya pîroz bi vîneke mezin nîşan da, canê xwe danî holê û xwedî li nîrxê xwe derket, bi PKK’ê re bû yek. Di vê wateyê de PKK mîlada vejîna Kurd û Kurdistanê ye, di dil û mejiyan de hebûna xwe xurttir kir. PKK wêdetirî hêz, partî avabûnê hebûna gelê Kurdistanê, nan, av, hilma digire, bi kurtasî bûye şêweyê jiyana wê ya jêneveger.

Tevgera PKK ya di Kurdistanê de bûye mîsogeriya serkeftinê, nîrxên 33 salan yê dîroka tekoşînêde bidestxistiye, ji nû ve xwe afirandiye û pengava partîbûyinê ya mezin sazkiriye. Ji roja damezrandinê û heta roja me ya îro di serî de komploya navnetewî, hemû êrîşên pêk tên, li beramberî van bi pengava partîbûyinê û berxwedana hate nîşandan vîn û hêza her cure komplo û êrîşan vala derbixîne nîşan da. Dîroka PKK’ê bi pêngava partîbûyinê ji nû ve xwe avakiriye, her cure êrîş vala derxistiye û di meşa serkeftinê de kîlît bûye.

Partiya me nîrxên di dîrok a xwe ya tekoşînê de afirandiyei bi pêşengtiya Rêber APO li ser hîmê azadiya hemû gelê Kurdistanê di qadên felsefîk, îdeolojîk, polîtîk û çandî de ji nûve vejan diye. Ev vejîna di roja me de li ser bingehê avakirina xweseriya demokratîk, bi pengava şerê gel ê şoreşger bi berdêlên mezin, plansaziyên nû yên êrîşên dijmin eşkerekiriye. Tecrît û zextên li ser Rêbertiya me bi ruhê fedaiyane ya gerîlayê Kurdistanê û bi biryardariya pêşengên şîara Hûn Nikarin ROJame tarî bikin vala hate derxistin.

Di ketina sala 34. a partiya me, ev dîroka pîroz a şehîdên me bi canê xwe afirandine, gelê me bi berxwedana xwe ya bi heybet tacîdar kiriye, nîşandaye ku wê bi berdêlên nû û mezintir, bi biryardariyeke xurt sînga xwe bidin ber hemû dijwariyan. Şehîd Rusteman, Elişêran, Çîçekan, Bazan, Rozerînan, Rûkenan û Bruskan di vê sala nû ya tekoşîna me de weke fermandarên pêşeng, wê bibin navê sazûmankarên serkeftina mezin a dîroka me ya bi hezaran şehîdan hatiye afirandin.Tevgera me ya bi Rêheval Heqî Qarer re bû Partî, wê xeta şehîdên mey ê serkeftin û serfirazî afirandiye, di xeta wan a berxwedêr de di sala 34. de bi biryardariyeke mezintir nîşan bide. Çi dibe bila bibe bi ruhê fedaî yên APO’yî bi cangorî bi sekna fedaî ya Şehîd Ahmet û Şehîd Ronahî ku bûn xelekeke ji agir, em ê polîtîkayên tecrît û tunekirinê vala derxînin.

Salvegera damezrandina 34. a dîroka destanwarî di serî de li şehîdên mey ê leheng, li Rêbertiya me, li gelê me pîroz be. Weke HPG’ê vê dîroka tekoşîna mezin, bi biryardarî û bi gavên mezintir bi cangorî bigihîjînin serkeftinê. Wê berxwedana me bibe serkeftina afirîneriyên bi heybet ê dîroka PKK’ê.

Bijî navê zayina destanî PKK

Bijî şehîdên mey ê dîroka pîroz afirandiye

Bijî Rêber APO

27 Mijdar 2011

Fermandariya Biryargeha HPG’ê