HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 4’ê îlonê de li navçeya Geverê li gundê Şitaza du cerdewan hatiye kuştin. Tu têkiliya gerîla ye me bi vê çalakiyê re nîne.

Cerdewanên hatiye kuştin, mirovên welatparêz ên beriya niha ji aliyê dijmin gef li wan hatiye xwarin e. Kuştina van kesên bi welatparêziya xwe dihatin nasîn, bi hişmendî hatiye hilbijartin. Artêşa TC’ê di demê borî de jî bi reşkujiyên bi vî rengî xwestiye yekitiya netewî ya kurdan xera bikin, ev jî yek ji hewldanên wan e.

 

Bi salane li gor çarçove ya proje ya me ya yekitiya netewî em bi hişyarî tevdigerin, cardin tê zanîn ku gelê me yê di asta jor de em êrîşê nabin ser gelê xwe. Di gelek çalakiyan de ji bo cerdewan neyên kuştin, em di nava hessasiyeteke mezin de ne. Wê ev nêzîkatiya me di demê pêş de jî berdewam bike.

Artêşa mêtinger a TC’ê ji bo polîtîkaya xwe ya cerdewan a ya top avetiye, hewldanên wan heye. Bi taybet jî li herêma Colemergê ji bo li dijî gerîla ye me bidin şer kirin, li ser plansaziyên şerê taybet ên zirav dixwaze encamê bigrin. Di pêvajoyeke ku dixwazin cerdewaniyê zêde bikin, kuştina du cerdewanan bi wateye.

Divê gelê me bi taybet jî cerdewan neyên leystokên şerê taybet ên qirêj ku dijmin bi rêve dibe. Cardin divê neyên leystok û dafikên dijmin ê ku dixwaze yekîtiya gelê me xira bike, hişyar tevbigerin.

Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku neyên leystokên qirêj ên dijmin û ji bo yekîtiya netewî xebatê xwe û rêxistingeriya xwe xurt bikin.

11 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê