Ji çapemenî û raya giştî re!
Di daxuyaniya waliyê Amedê ya di 14’ê Kanûnê de hate kirin de tê îddiakirin ku li derdora Lîcê û gundên wê ji aliyê cendermeyan operasyonek hatiye lidarxistin û 21 ton maddeyên tevizandinê hatiye bidestxistin.
Biryargeha şerê taybet a tirk hewl dide têkiliyê bi maddeyên tevizandinê yên li navçeya Lîceyê hatiye bidestxistin û tevgera me bi hev re çêbike. Bi propagandaya tevgera me ji bazirgahniya maddeyên tevizandinê sûdê werdigre, dixwaze tevgera me reş bike.
Em weke tevger li gor pêwistiya xeta me ya bîrdozî, rengê jiyana me û nîrxên exlaqî yên em girêdayîne, dest jê bedrin bi bazirganiya maddeyên tevizandinê têkiliyên me hebe, herdem li dijî xebatên bi vî rengî û kesên vî karî dikin tekoşÎn hatiye dayîn. Di serî de gelê Kurdistanê hemû raya giştî vê yekê baş dizane.
Ev tewanbariyên bazirganiya maddeyên tevizandinê yên dixwazin biavêjin ser me bi giştî dûrî rastiyêye û ev yek yekser ji aliyê fermandarên leşkerî yên li herêmê û rayedarên emniyêtê tê erêkirin û agahiya wan ji van xebatan heye.
16 Kanûn 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG
