Ji çapemenî û raya giştî re!
Tu têkiliya nûçeyên ku dibêjin artêşa dagirker a Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke dersînor a bejahî li dar xistiye, bi rastiyê re tune ye. Artêşa Tirk ji bilî bombebarana bi balefiran ku tenê ew hêz di destê wê de maye û di her carekê de serî li vê yekê dide û piraniya caran herêmên sivîl bombebaran dike, tu operasyoneke din a dersînor li dar nexistiye.
Armanca vê şerê psîkolojîk ku tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye, ew e ku bi propagandayên wiha komkujiya ji aliyê balefirên şer ve li Qendîlê pêk hat veşêre.
8 Mijdar 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
