Ji Çapemenî û raya giştî re!
Di Kanûna 2011’an de li herêma Cûdiyê di navbera gerîla yê me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnên dijwar qewimî bûn û di van pevçûnan de jiyankirina şahadetan û birina cenazeyan a Meletiyê di çapemeniyê de derbas bibû.
Me weke HPG’ê ji roja pevçûn qewimî û vir ve û vir ve ji bo zelalkirina vê bûyerê hemû derfet hatin bikaranîn. Lê mixabin me nekarî nasnameya hevalên me yê di vê bûyerê de şehîd ketine zelal bikin. Ji ber şert û mercên demsalê ên dijber jî ji bo em jiyana gerîla yê xwe nexin xeteriyê cihazên teknîkî nehatiye bikaranîn, ji ber vê jî me nekarî nasnameyên hevalên xwe yê di vê bûyerê de ji gelê xwe û raya giştî re parvebikin.
Herî dawî di 16 Çile de agahiya şahadeta Hevalê Rûbar Firat Seyfettin İşik ê di pevçûna meha Kanûnê li Cûdiyê qewimiye gihîşt dest ê me. Hevalê Seyfettin İşik ê di nava gerîla de weke Rûbar Mardîn tê nasîn di sala 1973’an de li navçeya Mêrdîn Midyatê jidayikbûye û di sala 1992’an de dema zanigeh dixwend tevlî nava refê gerîla bûye. Ew him mîlîtan bû him jî fermandar bû.
|
Nasnav: Rûbar Mêrdîn |
Hevalê Rûbar Mardîn ê di demek girêj ê tekoşîna xwe ya gerîlatiyê de li Zagrosan bi awayekî aktîf tekoşîn meşandiye. Hevalê Rûbar ê li Sehaya Serokatiyê perwerdeya Dibistana Partiyê ya Navendî jî dîtiye, pişt re li herêmên Xakurkê, Behdînan maye û di sala 2004’an de derbasî Eyaleta Amedê bûye. Di destpêkê de di asta fermandariyê de cihê xwe girtiye, pişt re weke Fermandarê Eyaleta Amedê bi awayekî aktîf tevlî xebatan bûye. Piştî di sala 2008’an de ji Eyaleta Amedê vegeriyaye, perwerdeyê Akademiya Mahsûm Korkmak, pişt re li Ocaxa PKK’ê perwerde dîtiye. Hevalê Rûbar bi qedandina perwerdeyan di sala 2010’an ji nû ve weke Fermandarê Eyalêta Botanê hatiye wezîfedarkirin û berê xwe daye Botanê. Hevalê Rûbar ê di konferansa HPG’ê de weke endamê konseya leşkerî ya HPG’ê hate hilbijartin û heta şahadeta xwe jî di Konseya Leşkerî ya HPG’ê de cihê xwe digirt.
Hevalê Rûbar bi kesayeta xwe li her herêma lê xebat meşandiye, bi hevaltiya xwe, bi dilnizmiya xwe, her dem bi sadebûna xwe ji aliyê hevalê xwe dihat hezkirin. Salên dirêj ên li Zagrosan de derbas kir de herî zêde jî dema di xebatê gel de bû, gelek alîkariyên wî ji bo vê eyaletê bûye û ji herdem di têkiliyê gel û mirovan de xwedî kesayeteke bijare bû. Him hevalê wî yê gerîla him jî gelê Kurdistanê di her qada Hevalê Rûbar lê bû ji ber van taybetmendiyên wî pêşketî bi wî ve dihatin girêdan û rêzeke mezin nîşandidan.
Yek ji aliyê berbiçav ên Hevalê Rûbar xwedî kesayete giran bû. Bi giraniya xwe û kesayeta rûnîştî dema bi aliyê wî yê perwerdekirinê dibû yek tu kesê îkna neke nebû. Di nav refê tekoşînê de xwe pir xurt pêşxistiye, ji aliyê îdeolojîk ve dagirtî bû. Hevalê Rûbar herdem vê zanebûna xwe parvekirinê weke erkeke didît û bi rengê jiyana derwêşan jiyandikir.
Li gel taybetmendiyê Heval Rûbar ê di aliyê têkiliyên mirovan û perwerdekirinê aliyê wîyê rêxistinkirinê jî pir li pêş bû. Ew adeta herdem bi rêxistinî jiyandikir û xwedî kesayeteke rêxistinî avaker bû. Hevalê Rûbar di xebatê xwe de herdem berfirehî û kûrahî berçav digirt û ji ber vê taybetmendiya xwe jî herdem rêxistin dikir. Ji ber vê ye ku Hevalê Rûbar her herêma diçû, di demeke kurt de pirsgirêkên wir çareser dikir, dida ser hev û li ser jî nîrxên nû avadikir. Xwediyê piratîkeke bi vî rengî bû.
Weke li jor jî me anî ser ziman, bi giraniya xwe, bi dilnizmiya xwe, bi kesayeta xwe ya hezkirina hevaltiyê, bi zimanê xwe yê şêrîn di nava tekoşîna me de hevaleke pir dihat hezkirin.
Ji gel van taybetmendiyên xwe yê hêja herdem bi rik xwedî li nîrxên îdeolojîk ên gelê me û partiya me derdiket û li gor felsefeya PKK’ê ya gepek xwarin û cilek jiyankirinê ji xwe re kiribû bingeh. Tevî bi ew qas derdorên dijminê partiyê re xebat meşandiye, li himber wan herdem xwedî helwesteke mîlîtan bû herweha fermandareke me yê divê bi taybet were bibîranîn.
Em ji gelê xwe re xemgîniya xwe ya ji ber şert û mercan dereng îlankirina şehadeta Hevalê Rûbar destnîşan dikin. Em bi bawer in ku wê gelê me û raya giştî ya demokratîk wê şehadeta rêhevalê me Rûbar Mardîn bi ruhê serhildanê bi heybet pêşwazî bikin.
Li ser vî esasî em carekedin li ber şehadeta Rêheval Rûbar Mêrdîn bejna xwe ditewînin, em ê şopdarê sekna wî ya bi mîlîtanî girêdayî nîrxan bibin em soza afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk ji hemû gelê xwe û mirovahiyê re didin.
17 Çile 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê

