HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Di 7’ê Çile de li Başûr-Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê endamê koordinasyona Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Xebat Derik – Mahmut Muhammed di encama êrîşeke çekdarî de giran birîndar bûye. Tevî hemû hewldanan di 14’ê Çile de tevlî nava karwanê şehîdên tevgera azadiyê bûye.

Hevalê Xebat Derik salên dirêj weke mîlîtaneke pêşeng ê gerîlayê Tevgera Azadiyê li gelek herêman di eniya herî pêş de di asta fermandariya jorîn de erk û wezîfe girtiye ser milê xwe. Herî dawî jî di xebatên civakî ên li Başûr-Rojavayê Kurdistanê erk û berpirsyarî girtiye û xebat meşandiye.

Piştî tekoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê pêş ketiye di demeke kurt de Hevalê Xebat Derik li pey şopa li pey şopa şehîdên pêşeng hevalê Îsmaîl de tevlî nava xebatên tekoşîna azadiyê bûye. Di demên pêşî de gelek salan yek ji erk û wezîfeyên herî dijwar – zehmet xebata rêzanî –kuryetî- li ser sînor meşandiye û bi serkeftineke mezin ev erk pêk aniye. Hevalê xebat ê ji ber rêzaniya xwe gelek komên gerîla dibirin çiyê beriya tevlî gerîla bibe bi xwe tevlî gelek çalakiyan bûye.

Destpêka bi awayekî profesyonel derketina çiyê, erk û wezîeyên weke pêşengê gerîla girtiye ser milê xwe bi mîlîtaniyeke berpirsyar pêk aniye. Ji hevalên di dîroka tekoşîna me de ew qas zû xwe bi her awayî pêşxistiye û di demeke kurt de bûye fermandar yek jê jî Hevalê Xebat Derik e. Hevalê Xebat ji salên 1987’an û şûn ve piranî li eyaleta Botanê maye. Hevalê Xebat li Botanê fermandariyên tabûr, enî –cephe-, eyalet û sehayê bi serkeftî pêk aniye. Herweha li Eyalêtên Xerzan û Amedê jî fermandariya Eyaletê kiriye. Fermandariya li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi serkeftî pêk aniye.

Ji ber performansa wî ya serkeftî di sala 1995’an de di Kongreya 5. a PKK’ê de Hevalê Xebat di Navenda PKK’ê de cihê xwe girtiye, ji ber feraseta bi berpirsyar û tevlêbûna xwe her dem di astên jor de wezîfe girtiye ser milê xwe. Hevalê Xebat ê Endamtiya Konseya Leşkerî ya HPG’ê, Endamtiya Konseya Fermandar a HPG’ê jî kiriye, kesayeteke bi gerîla bûye yek, gotin di cîh de be bi ked û hewldana xwe ya di jiyana xwe ya tekoşînê de nîşan daye bûye Fermandarê Efsanewî yên Çiya.

Hevalê Xebat; di şert û mercên herî kêm û dijwar de xwe bi hostayî dîsîplîne kiriye, terzê lêdana wî tûj bû, dilê wî bi gerîla re bû, adeta di asta evînê de bi çiyayan ve girêdayî bû, bi vî awayî hebûna xwe din av şoreşê de nîşandaye. Hevalê Xebat ê her her heyam û cîhî de sekin û jiyana mîlîtanî nîşan dida bibû xewna tirsnak a dijminê xwe jî.

Hevalê Xebat ê tevî bi salane li çiyane her dem ruhê xwe yê ciwan zîndî hiştiye û her dem bi dijmin re di nava tekoşînê de bû. Tevî bi salane di nava gerîla de bû cardin dixwest biçe Botanê û ji bo bi awayekî herî aktîf li Bakurê Kurdistanê tekoşînê bimeşîne pêşniyarê wî hebûn.

Hevalê Xebat bi cangorî girêdayî Rêbertiyê, Partiyê û gele, li gel vê di hemû qadan de girêdaneke xurt bi girseyan re pêş dixist û xwedî helwesteke herî bihistyar nîşan dida. Hevalê Xebat ê xwedî hestên kûr, di nava pratîkê de heta dawî fedakar û bi tevlêbûna xwe her dem mînak bû. Hevalê Xebat wê her dem di nava Tevgera Azadiyê de bi taybet jî di nava gerîla de bi rêzdarî bê bîranîn.

Wendahiya mîlîtanê azadiyê ên weke heval Xebat xwedî gelek tecrûbe bû, cardin şahadeteke cîhê wê dagirtin zehmete, vê jî hevalên wî yê di nav şer de bi hev re maye pir baş dizane.

Em sonda li hemû qadan jiyankirina tekoşîna Hevalê Xebat weke gerîla yên Azadiya Kurdistanê didin. Em sond didin gelê xwe ku em gerîla yê HPG’ê bi ruhê Xebat Derik hîn zêdetir tekoşîna azadiyê xurt bikin.

Em bang li gelê xwe dikin ku li derdora şehadeta Rêheval Xebat Derik, hîn xurtir û zêdetir hev bigrin û xwedî li tekoşîna azadiyê derbikevin û di nava xebata avakirina civaka demokratîk a bi salane mafê gelê Kurd e cîhê xwe bigrin.

15 Çile 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê