HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî ya demokratîk re!

Di 27’ê kanûna 2010’an de di encama operasyoneke bi armanca tunekirinê ya artêşa TC’ê li Kerborana Mêrdînê du gerîlayên me şehîd ketin û gerîlayekî me jî dîl ketibû dest dijmin.

Di şerê ku hatiye jiyandin de hevalekî me yî bi navê Delîl Garisa ku girêdayî gundê Erkenda Sêrtê ye û navî wî ya rastîn Mustafa Cengîz e û gerîlayekî me yî bi navê Firad Palo(Mahmûd Kilıçaslan) şehîd ketine. 

Hevalê me yê şehîd Firad Palo ku di 1984’an de li Elezîzê hatiye dinê, li derveyî welat mezin bûye û di emrekî xwe yî ciwan de, dema ku dibistana dawîn dixwend, di sala 2004’an de bi awayekî profesyonel tevlî nav refên partiyê bû.

Piştî derbasî qada welat bû, rêheval Firat Palo piştî ku li qadên Qendîl, Xinêre û Metîna ma di sala 2006’an de berê xwe da bakur ku qadeke germ a têkoşînêbû.

Firat - Mahmut Kiliçaslan

Navê kod: Firat Palo

Nav û paşnav: Mahmût Kiliçaslan

Roja jidayîkbûnê û cî: 1984 / Elezîz-Palo- Gundê Gokdere

Navê dayîk: Xalîse

Navê bav: Îhsan

Diroka şahadetê: 27 Kanûn 2011

Firat Palû – Mahmut Kiliçaslan

Rêheval Firat her çiqas li Ewropayê jiyan kiribe jî, dilê wî her dem ji bona welat avêtiye. Ji ber vê bi temenê xwe yê ciwan tevlî partiyê dibe û vê kesera xwe derbasî pratîkê dike. Her dem diyar dikir ku here Amedê û li Amedê derê çiyayê Koyê Spî. Encax her çiqas ji bona ku here Amedê kete rê jî, ji neçarî li Botanê dimîne. Li Botanê jî li qada Gabarê ku ji egîdan re meskentî kiriye dimîne û bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe û çar salan li Botanê dimîne.

Rêheval Firat, bi sekna xwe û bidestgirtina karên xwe û saxlem pêkanînê, di dilê rêhevalên xwe de ciyek yekta digire. Her çiqas dem bi dem pirsgirêkên çavan bikşîne jî, wî tu carî vê yekê ji xwe re nekiriye derd û dibe xwedî sekneke milîtaniya azadiyê. Bi pejinkarî, fedekarî û di her şertî li hember zoriyan liberxwedayînê, her peywira xwe bi serkeftî pêk dianî.

Kes, li ku derê jiyan kiribe bila kiribe, zehmetî çi dibin bila, tenê bila hest kor nebin û dilê wî ji bona welat û mirovantiyê lê bide. Vaye rêheval Firat jî bi vî awayî tevgeriya û di zirûfên herî dijwar de û fena hezaran rêhevalên xwe, di dilê gelê xwe de bi jiyana xwe ya destanî heta ebediyetê cî girt.

Em êşa windahiya gerîlayê xwe yê ku pêşerojek ji partiyê re diyar dikir bijîn jî, em soz didine ciwanên wekî Firat û em soz didine ku em ê şopvanê wê wêrekî û girêdayîna wan bin û em ê soza berxwedaniyê ji gelê me û mirovantiyê re didin.

Di serî de em vê diyar dikin ku, baweriya me tam e ku wê gelê me bi rihê serhildanan li bîranên Firadan û Delîlan derên. Em bang li gelê xwe dikin ku, li her qadê ji bona ku em rêhevalên xwe bi heybet bidine jiyandin, li wan xwedî derbikevin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG

5 Çile 2011