Ji gelê me û raya giştî re;
Ji serê meha kanûnê pê de, artêşa TC’ê giranî daye êrîşên xwe yên tunekirinê û di van êrîşan de, di 27’ê kanûnê de ev rê li ber şehadeta du hevalên me kiriye. Gerîlayên me bi pejinkariyeke mezin û bi dîsîplînî sekna xwe ya bêçalakîbûnê parastine û tevlî karwanê bêmirinan a gerîlayên leheng bûne.
Bi şehadeta gerîlayên me Delîl Garisa û Firat Palo re, di meha kanûnê de hejmara gerîlayên me yên ku şehîd ketine bûn çar.
|
Kod nav: Delîl Garisa Nav û paşnav: Mustafa Cengîz Roja jidayîkbûnê û cî: 1984 / Sêrt Navê dayîk: Helîma Navê bav: Xelîl Dîroka şahadetê: 27 Kanûn 2010 / Kerboran, Mêrdîn |
Delil Garisa - Mustafa Cengiz
Rêheval Delîl di sala 1984’an de li Sêrtê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Ew li warê ku yekem fîşek li dijmin hatiye dayîn mezin bûye. Ev têkoşîna azadiyê, di ciwanên Kurdistanê de rihek û tevliheyeke nû afirandiye. Di vê pêvajoyê de hevalê Delîl jî bi vê biryarê ye, di sala 1999’an de tevlî refên azadiyê dibe. Piştî tevlihevyê li qadên Kelareş, Şehîdan, Xakurkê, Zagros û Botanê dimîne.
Rêheval Delîl bi tevliheviya xwe çalak û fedekar, vê meşa xwe li her qadê bi awayekî bi hêz nîşan daye. Hevalê Delîl sekna xwe ya bi coş, moral û wêreyî bi xebatên xwe re dikre yek.
Divê dijmin bizanibe ku, ev pêvajoya çareseriya aştiyane ku ji hêla serokatiya me ve tê birêvebirinê, digel hemû êrîşên provakatîf wê bidome û wê tu êrîşeke dijmin bê bersiv nemîne. Rêhevalê Delîl û Firad ku wekî neferên pêşeng tevlî karwana bêmirinan bû û ev êşeke gelek mezin dide me, em careke din soz didine ku em ê ala wan a ku hildane hilbigirin û bang li gelê kurd dikin ku bi awayekî bi hêz li cenazeyên xwe xwedî derbikevin.
3 Çile 2011
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG

