HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Di 17’ê tebaxê de, di demjimêr 20.00 heta roja 18’ê tebaxê balafirên artêşa Tirk bi fermana hikûmeta AKP’ê êrişê Qendîl, Xinêre, Xakûrkê, Zap, Zagros û Metînan li dar xistin. Di van êrişên pêk hatin de tu windahiyên hêzên me çênebûne.

Ev êriş jî weke gelek êrişên beriya niha ji aliyê artêşa TC (komara Tirkiyeyê) ve hatine lidarxistin, bê encam maye. Weke berê, vê carê jî tu windahiyên hêzên me çênebûne. Lê artêşa Tirk li Qendîlê hemû pîvanên şer binpê kiriye û ziyanek mezin daye gundê Zergelê. Lêkolînên me yên derbarê ziraran de berdewam dikin, gava me encamek bi dest xist, em ê bi rayagiştî re parve bikin.

Ev êrişa artêşa TC’ê nîşan dide ku wê êrişên din jî pêk werin. Wê gerîlayên me li hemberî hemû êrişên faşîstan mafê xwe yê xweparstinê bi kar bîne. Ji ber vê jî em bang li hemû gelê xwe û rayagiştî dikin ku hemberî êrişên ku wê nû pêk werin hestyar û hişyar bin.

 

18 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê