Ji çapemenî û raya giştî re!
Weke derdorên têkildar ên şopandiye, meha tîrmehê germ û bi pevçûn derbas bûye. Operasyonên bi taktîk û teknîkên nû yên bi armanca tunekirina gerîla yê me bingeh digirt bi gelek rê û rêbazan berdewam kiriye.
Di hejmara operasyonan tevî kêmbûn nebûye, pêkanînên şerê qirêş, şerê psikolojîk gihîştiye asta herî jor, li gel vê di tevgerê yekîneyên kontrayan jî zêde bûye.
Li gel êrîşên li dijî gerîla yê me, hêzên rêveberiya Tirkiyê yê faşîşt, bû ku bêje zar, kal li dijî her cûre bertekên demokratîk ên gelê me bi gelek şêweyan êrîş lidarxistiye, gelek însanê me şehîd xistiye. Dewleta TC’ê ya her cûre mafê mirovan binpê dike, li Kurdistanê û Tirkiyê jî operasyonên dagirkirinê di asta armanceke stratejîk daniye pêşiya xwe. Strateji ya komkujiyê ji xwe re kiriye armanç, heviyên aştiyê yên gelan li Kurdistanê Tirkiyê tune kiriye û herweha hîn zêdetir xwîn, rondik û ji pevçûnê re dawetiye derdîxîne.
Tevî vê bi taybet piştî pevçûna li Farqînê, heyama aştiyê ya çênebûye, derfet û vîna çareseriyê ji aliyê koma şerê taybet weke gerîla yê HPG’ê li pêşiya van bûye asteng tê nîşandayîn. Xwediyê vê berovajîkirina bi zanebûn, ji bo serkeftina stratejiya komkujiya kurdan pêşdibîne riyên rewabûnê, dixwaze were avakirin. Ev hewldan eşkereye, li ber çavane. Ev pevçûna kut ê xwestin bikin zemîna hewldanên komkujiyê, kampanyayên lincê yên piştî pevçûnê pêşketin û ji encama heyama derketiye dewleta TC’ê berpirsyar e. Yên li beramberî dîrokê wê werin darizandin û di bin vê gunehê dîrokî û giran de bimînin, yên îroj bi gelan êşê dide kişandin rêveberên siyasî û leşkerî yên faşîştin.
Divê baş bê zanîn, yên Kurdan û nîrxên wan tune dihesibînin, înkar dikin û ji bo tune bikin her cûre riyê ji xwe re rewa dibînin, li dijî van hişmendiyên paşverû êdî weke hêzên gerîla em ê bêdeng nemînin. Dema werin ser me û heta polîtîkayên komkujiyên li ser gelê me dawî lê neyê em ê weke HPG bersiva vê bi zêdetirê wê bidin. Divê ev ji aliyê hemû kesî baş bê zanîn.
Di demeke xweseriya demokratîk hatiye îlan kirin ku ev jî pergala rêxistingeriya gelê me îfade dike, wê hemû hêzê me yê gerîla di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo pêkanîna erk û vezîfeyên parastinê amadeye. HPG ya artêşa fedaî ya Rêber Apo ye, weke di paşerojê de bûye ji niha û şûn ve jî li dijî her cûre rê û rêbazên inkar û tunekirinê, ji bo nîrxên netewî yên hatiye afirandin biparêze û ji bo weke gel ji her demê bêtir nêzî azadiyê bûne, ji bo asta wê mayinde bike wê di şopa şehîdên me yê leheng tekoşîna xwe berdewam bike.
Bîlançoya Meha Tîrmehê;
|
Operasyonên ji aliyê dijmin hatiye lidarxistin |
38 |
|
Pevçûnên hatiye jiyîn |
15 |
|
Çalakiyên ji aliyê gerîla yê me hatiye lidarxistin |
4 |
|
Leşkerê dijmin ên hatiye kuştin |
57 |
|
Polîsên hatiye kuştin |
2 |
|
Êrîşên kobra yên dijmin lidarxistiye |
8 |
|
Êrîşên havan û obusan |
31 (Giştî) |
|
Zap |
14 (Di 3’yan de şewat derketiye) |
|
Zagros |
11 (Di 4’an de şewat derketiye, di yekê de sewalên gundiyan telef bûye, di yekê de niştecihên du gundan naçar mane ku cîhê xwe berdin) |
|
Xakurkê |
9 (8 jê yê Îranê, 1 jê yê TC’ê, di 2’yan de jî şewat derketiye) |
|
Amûrên leşkerî yên ji aliyê gerîla yê me hatiye desteserkirin |
2 BKC Çeka Otomatîk |
|
|
3 HK-33 (Melez) Çeka Ferdî |
|
|
1 Dûrbîna bi Lazer |
|
|
1 Tebance |
|
|
1 Kompîter |
|
Hevalê me yê gihîştine şahadetê |
Serxwebûn – Nîhat Çoban Siyabent – Siddik Ozturk Şoreş – Esfet Edîş Demhat – Mahfuz Akçay Canfeda – Zekî Çolaker Şoreş Amed – Mehmet Kocakaya Andok Bagok – Bedran Kaya |
2 Tebax 2011
Fermandariya Biryargeha Navendî
