Ji çapemenî û raya giştî re!
Rêhevalê me Şiyar Amanos di 7'ê Îlonê de di encama qeyrana dil de ji ber nexweşiyê tevlî karwanê şehîdan bûye.
|
Nasnav: Şiyar Amanos |
Hevalê me Şiyar Amanos ê di sala 1973’yê de li Bazarcix- Salman Pak a Mereşê ji dayîk bûye, di sala 1989’ê de li Ewropayê tevlî nava refên PKK’ê bûye. Heta sala 1991’ê di nava xebatên ciwanan ên YCK’ê de cih girt. Hevalê me Şiyar ê ku di wmê demê de bi li rastî dirûşima wê demê ya “Vegera welêt” hat, yek ji ciwanên Kurdistanî yê ku di demek herî zû de berê xwe da welat bû.
Hevalê me Şiyar, destpêkê li Akademiya Mahsum Korkmaz a li Libnanê, perwerdeyê ji Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo bi xwe girt û pitşre di sala 1992’yê de ji bo cihê xwe di nava xebatên gerîlayan ên li eyaleta Başûrê Kurdistanê de bigire, berê xwe da axa xwe. Di wan salan de tasfiyekariyeke dijminhanî ji aliyê Terzî Cemal li hemberî tevgera me hat pêşxistin, hevalê me Şiyar Amanos bi vê bûyerê dihese û bi awayeke tund bi ser de diçe. Milîmek tenê jî ji sekna partiyê tawîz neda û di encama têkoşînê xwe tasfiyekariyê aşkere kir û ji Serok Apo re ragihand.
Heval Şiyar Amanos di salên destpêkê de bi salan li gel Serok Apo maye û di xebatên Rojava de cih girtiye. Dîsa gelek caran li cihên cuda li Eyaleta Rojava di xebatan de, di asta fermandariya eyaletê de cih girtiye. Demekê di zindanên dewleta Suriyeyê de girtî maye. Lê wî ji têkoşîna xwe ya şoreşger tawîz nedaye û ji nû ve berê xwe dide çiyayan.
Bi dorê li Xakurkê, Qendîl, Behdînan, cihê perwerdehiyê yên şoreşgerên nû, dibistana îdeolojîk ya Hakî Karer û herî dawî jî di ocaxa PKK’ê de dimîne.
Ji bo naskirina heval Şiyar, mirov berxwendan û îradeya wî ya li hemberî zor û zehmetiyan bibînin bes e. Gelek caran birîndar bûye. Di sala 2008’an de ji aliyê dewleta TC’ê ve hate jehrîkirin û heval Şiyar saniyekê jî ji têkoşîna azadiya xwe û temsîlkirina nirxên xwe dûr neketiye. Her her tim bi nirxên azadiyê bawer bû û ji bo azadiyê di nava şer de cihê xwe girtiye.
Wekî kesayet taybetiya wî ya herî berbiçav kedkariya wî bû. Ligel birîndariyên giran, nexweşiyên giran, ligel temenê xwe ku digihêje 40’î her tim di eniya pêş de cihê xwe girtiye. Bi dermanan jiyana xwe didoman û deqeyekê jî ji xebatên kedê pam ve gav neavêtiye.
Taybetmendiyeke din a diyar a Hevalê Şiyar aliyê wî yê xurt ê perwerdekirina mirovan e. Salên dirêj di asta yekemîn de di qampên şervanû nû de berpirsyarî girtiye ser xwe, bi sedan şervan bi xwe perwerde kiriye û rêkiriya nava refên HPG'ê. Pir zêde bi mirovan re mijûl dibû, di heman demê de nêzî mirovan dibû, bi wan re têkiliyên xurt ava dikir, di asta girêdaneke xurt a mîna evînê bi xebatên şoreşê girêdayî bû. Bi van taybetmendiyên xwe li ser herkesî bandor dikir.
Hevalê Şiyar nizanîbû li cihê xwe raweste, adeta weke kesayeta ciwayê wê herdem bibe mîlîtaneke PKK'ê yê tê bi bîranîn. Zindî, hewldêr, tu carî nedigot nabe û ev helwest nedipejirand, bi vê sekna xwe jî bibû mîlîtaneke bijarê yê PKK'ê.
Tu carî ji kar û xebatên zehmet nedireviya, berê xwe ne dida karên hêsan, di heman demê de hevalê Şiyar bibû mîlîtanê dem û qadên dijwar. Ger şoreşgerî berê xwe dana ya zehmet be di wê wateyê de Rêhevalê Şiyar Amanos şoreşgereke tam bû.
Hevalê Şiyar nûnerê baweriya bi Rêbertiyê, partiyê, şehîdan , gel û dozê ye. Ji ber vê ye ku dema navê hevalê Şiyar Amonos tê bilêvkirin, tişta pêşî tê bîra mirov, lir her qadê û di her demê de coş û morala wî ye. Yek rojê jî ruyê xwe tirş nekiriye, rojekê jî gavek tenê ji dozê paş de neavêtiye, coş û morala xwe tu car kêm nekiriye, berovajî vê yekê her ku di nava tekoşîna şoreşê de pijiya, hîn bêhtir ciwan dibû û coşa wî zêde dibû. Bi van taybetmendiyê xwe wê her demê weke mînaka mîlîtanên PKK'ê yê bijare were bibîranîn.
Mîlîtanê PKK'ê yê mezin ê di kesayeta xwe de nîrxên giranbuha hewandiye, piştî jahrîbûna di sala 2008'an de ku li ser bandoreke mezin ava kiribû, wendakirina me ya wî ya di sala 2012'an de li me û rêhevalên wî yê çekê re giran tê. Gelek caran birîndar bûye, bi dehan caran ji mirinê filitiye, mîlîtaneke bi vî rengî mezin şahadeta wî li rêhevalên wî yê HPG'ê giran tê.
Ku em rêheval Şiyar ê gelek ked û xebata wî di tekoşîna azadiyê de çêbûye, bibîrtînin, di serî de ji gelê me -bi taybetî jî ji gelê Elbîstan û Pazarcixê re- sersaxiyê dixwazin û em di wê baweriyê de ne ku wê di riya wî de bimeşin.
Emê weke rêhevalên Heval Şiyar Amanos ên li HPG'ê, mîrateya wî ya ji me re hiştiye, em ê heta mirina xwe, xwedî lê derbikevin, bi taybet ji malbata wî, ji gelê me û ji mirovahiya pêşverû re careke din vê sonda xwe dubare dikin.
12 Îlon 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê

