HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Bi bihara 2012'an li bakurê Kurdistanê li gelek herêm û qadan pêngavê gerîlayên me pêşketiye, berxwedana destanî ya Rebertiya me, girêdana fedakariya mezin a gelê me, bi Tevgerên Şoreşgerî di dema me de gihîştiye asta herî jor û bi heybet bûye. Tevgera me ya şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya li Elkêya Şirnexê hate lidarxistin, pergala mêtinger û dagirker kiriye armanç û derbeyên mezin liwan xistiye. Di serkeftina vê tevgerê de 7 rêhevalên me yê erk û berpirsyariyên girîng girtibûn ser milê xwe û bi lehengî bi dijmin re şer kirin, berxwedaneke dîrokî nîşan dan û gihîştin şahadetê.

Di serî de rêheval Mêrxas, van hevalên bi girêdana xurt a bi Rêbertiya me nîşan dane û di herşert û mercê de ji bo li derdora Rêbertiyê bibin yek biryardariya berxwedana xurt nîşan dane. Her gava ji bo azadiya Rêber APO û Kurdistanê avêtine, her xebata birêve birine, ji bo gihandina serkeftinê û bi hişmendiya vê yekê tevlî tevgera şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda bûne.

Hevalê Mêrxas li Amed, Erzirom, Dersim, Behdînan, Xinêrê û Botanê maye. Ji yek fermandarê me yê bi pîvanên mîlîtanê PKK'ê tevdigere û tekoşîna şoreşgerî bilind dikeye. Bi fedakariya xwe li hemû qadan bi hişmendiya " Canê min ji bo welatê min û gelê min fedaye" tevgeriyaye. Hemû rêhevalên li gel wî şehîd ketine jî bi heman biryardariyê tevgeriyane û gihîştine şahadetê.

Hevala me Rêvan jî li qadên Zagros, Garê , Qendîl û Botanê maye ji yek pêşengên jin ê bi berxwedêriya Şehîd Berîtan û Zîlanan ve girêdayiye. Meşa wê ya di tekoşîna azadiya jinê de ji bo serkeftina pêvajoya pêngaveke nû ya li Botanê roleke diyarker lîstiye.

Rêhevalên me Medya Amûdê, Dîren Wan, Serhat Silopî, Serhat Colemerg û Rustem Gever ên di vê tevgerê de gihîştine şehadetê, nûnerên fedakariyê, xwedî girêdaneke mezin, bi felsefeya APOyî barkirî û ji bo serkeftina pêngava me ya stratejîk a çaremîn de xwe kîlît kirine.

Ji van her helavekî mirov dikare hêviya azadiyê, kêfxweşî û biryardariyê bibîne, di serkeftina pêvajoya hemleyî de hêza nûnerê ya sekna mîlîtaniyêye. Wê sonda me ya bi girêdana bîranînê wan ji bo serkeftin û berxwedaneke bi heybet pêk bînin.

10 Îlon 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê