HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Weke encama tekoşîna 30 sala ya gelê kurd vîna azad xwe ji her demê zêdetir ferz dike, dîsa polîtîkayên mêtinger û înkarker bê wate kiriye. Di demeke weha de serokvezîrê tirk hîn ji dikare bêje "êdî pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye" Hukûemta AKP’ê û dewleta Tirk bi vî awayî niyeta xwe ya rast nîşan daye, careke din muameleya terorîstiyê li gelê Kurd û têkoşîna wê dike, li ser vî esasî bi her awayî terora dewletê di her warî de pêk tîne û di pêkanîna êrîşên qirkirinê de jî israr dike. Hukûmeta AKP’ê ji komkujiya ku Srî Lanka li hemberî gel û gerîlayên Tamîl anî, girt û ji sala par ve dixwaze li hemberî gelê Kurd û gerîlayaên wê pêk bîne.

Di serî de berxwedana Serokatiya me ya destanî, fedekariya gelê Kurd, dilsoziya wê ya bi Serokatiya xwe û têkoşîna azadiyê re û dîsa berxwedana gerîlayên me, ji mehên biharê ve bi ruhê fedayî û bi heybet li hemberî van êrîşan pêş xistiye, van êrîşan pûç kirine.

Berxwedana gerîlayan a ku ji mehên biharê ve, ji Amanosan heta Serhedê, ji Dêrsim heta Botanê pêş dikeve û tevgera Şoreşgerî ya ku li Şitazin, Şemizînan û Çelê hate destpêkirin, nîşan dayek bê gerîlayên Kurdistanê dikarin çi bikin. Her çendî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dibêje “rastiyan nedin” û gef li çapemeniya şerê taybet dixwe jî, lê bi tevgera gerîlayan a li Elkê rastiyên ku hene bi awayeke rût û tazî derketin holê.

Bi derbeya mezin a ku gerîlayên me di Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda li qada me ya Botanê li navçeya Elkê, derewên dewleta Tirk û çapemeniya wê ya derewker careke din aşkere bûne. Gerîlayên Kurdistanê xwe dispêre hêza xwe û piştgiriyeke mezin ji gelê Kurdistanê werdigire, bi vî awayî li Kurdistanê sîstema mêrînger û şerê qirkirinê yê AKP dimeşîne, kiriye mehkûmê binketinê. Gerîlayên me yên ku xwediyê ruhê hevalê me Şehîd Adil a ku navê wî li vê tevgerê hatiye kirin, di 2’yê Îlonê de li navçeya Elkê hemû hedefên leşkerî û saziyên dewletê xistine destê xwe û ziyanek mezin daye. 

Hefteyeke berxwedana serkeftî ya li Elkê û Katoyan tê kirin, gêrîlayên Kurdistanê ne tenê li herêmek yan jî qucek ya welat na, duh li Şemzînan û Çelê, îro jî berxwena gêrîlayan Elkê dayî pêş dê sibe li herêmên cûda yên Kurdistanê pêş bixe, gêrîlayan ev yek çespandiye. Li aliyê din jî dîsîplîna ku di serdegirtina navçeyê û paşde vegerandina operasyonê dayî nîşakirin, kabîlyeta manewrayê, hêz û şêwazê lêdan û encamgirtinê, asta ku gêrîla gihayînê dide diyarkirin. Bi teknolojiya xwegirtî, yekîneyên hilbijartî û bi koordîneya fermandarên rayedar şerê ku tê birêve birin û performansa ku gêrîlayên me li dijî dijmin nîşan didin, hêza dijmin ya xwe li ber hêzên gêrîla girtinê nemaye û şensê serkeftinê jî qet nemaye.

Piştî êrîşa berfireh ya li dijî navçeyê gelê me yê Elkê bi cesaret û fedekariyek mezine xwedî li rêhevalên me yên şehîd derketine, dîsan jî berteka ku nîşanî artêşa dagirker ya Tirk dayî, her wiha helwesta ku li Colemêrgê li beramberî wezîrê navxweyî dayî nîşakirin, vê jî daye diyarkirin ku serhildanên Kurdistanê derbazî pêngavek nû bûye. Em vê helwesta bi onûr ya gelê me yê Colemêrg û Elkê silav dikîn û diyarkir dikin ku, pêwîste hemû gelê me yê Kurdistanê vê berxwedana gelê me yê Colemêrg û Elkê mînak bigire û bibe xwedî helwestek wisan û her wiha em vê weke pêwîsteyekî ku dê vê dema nû ya tekoşînê bibe serkeftinê

Em di destpêkê de bang li ciwanên Botanê û hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku, sîstema hemû qadên jiyanê girtîn û nahêle nefesê bistînin red bikin, xwedî li erkê xwe yê dîrokî yê beramberî tevgera şoreşgertî derbikevin tevlî refên gêrîlayan bibin, careke din bang li cerdevanên li herêmê dikîn ku tevlî operasyonan nebin û cerdevaniyê berdin.

8 Îlon 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê