ji gelê me û raya giştî re!
Bi deklarasyona dîrokî ya Rêber Gelê Kurd Serok APO ya 21'ê Adarê roja Newrozê re, li Kurdistanê pêvajoyeke nû destpê kiriye. Tevgera me ev pêvajo yekser pejirandiye û biryar daye pêwistiyên wê yên pratîkî bicih bîne. Biryara agirbestê ya Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser vê bingehê eşkere kir, weke Hêzên Parastina Gel bi her awayî bicih anîne û ji wê demê û vir ve hêzên me li dijî artêş û hêzên ewlekariya Tirk fîşekek bi tenê jî neteqandine. Bi heman rengî, di çarçoveya biryara vekişînê ya di civîna çapemeniyê ya 25'ê Nîsanê hat eşkerekirin de, hêzên me yekser ketine nava tevgerê û pêvajoya vekişîne dewam dike.
Înkarkirin an jî berevajîkirina pêvajoya vekişînê ya bi biryardarî û kedeke mezin tê meşandin, beriya her tiştî bêhurmetiya li hemberî vê ked û hewldanê ye. Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de gotibû ku biryara vekişînê bicih nayê anîn, ji sedî 20'ê hêzên gerîla hatine vekişandin û ev jî ji jin, kal û nexweşan pêk tê. Ev yek ya encama raporên şaşe, yan jî hewldaneke bi zanebûn a berevajîkirinê ye. Ji ber ku ev ne rast e. Ji xwe beşek ji hêzên me yên vekişiyan, ji aliyê çapemeniya Tirk û biyanî bi xwe ve jî hatin şopandin û dîmenên wan hatin kişandin. Ji wan dîmen û qeydan jî tê fêmkirin, ku tespîtên tên kirin berevajîkirin e.
Hêzên me, ji bo serketina pêvajoyê berpirsyarî û erkên xwe bi biryardarî û fedekariyeke mezin heta roja îro kirine û ji niha û pêve jî eger biryareke nû neyê dayîn, wê bicih bîne. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya ji bilî rawestandina operasyonên tinekirinê ti gav neavêtiye, di şert û mercên mîmarê pêvajoyê Rêber APO de jî ti guhertin ne kiriye. Hikûmeta AKP'ê ya pêwistiyên qonaxa duyemîn bicih neaniye, niha jî hewl dide kirasekî li mînareya diziye, bike. Ti eleqeya tiştên ew dibêjin bi rastiyê re tineye.
19.08.2013
Navenda Parastin Gel
