HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di Newroza 2013’an de Serokatiya me ji bo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane çareser bibe û ji bo Tirkiyê demokratîk bibe pêvajoyek dîrokî da destpêkirin. Bi vê pêvajoyê re têkoşîna me kete qonaxekî nû.

Tevgera me bi awayekî tevahî tevlî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bû û ji bo pêwîstiyên pêvajoyê bicih bîne biryarên girîng girt. Bi vî awayî tevgera me vê pêvajoyê xist jiyanê. Beriya îlana newrozê di 13’ê adara 2013’an de mensûbê dewletê yên ku di destê me de êsîrbûn serbest hatin berdan. Piştî ku deklarasyona dîrokî hat îlan kirin di 23’ê adarê de tevgera me agirbest îlan kir. Di 25’ê nîsanê de jî Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rêya civîna çapemeniyê da xuyakirin ku wê di 8’ê Gulanê de pêvajoya vekişînê bide destpêkirin.

Di 7’ê gulanê de wekî Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG me di daxuyaniya xwe de diyar kir ku; ‘rexmê şert û mercên neyînî yê demsalê wê gerîlayê me di 8’ê gulanê de têkeve liv û tevgerê. Bi armanca pêvajo bi awayekî serkeftî bê temam kirin erk û berpirsyariya dikeve ser me em ê bi awayekî bê kêmasî bicih bînin.’ Piştî vê daxuyaniya me 6 rojan, di 13’ê gulanê de yekemîn grûba vekişînê a gerîla gihişt Herêmên Parastina Medyayê.

Di vê pêvajoya ku ji aliyê raya giştî ya Tirkiyê dihat şopandin de me wekî HPG’ê hewlda erka bangawaziyên Rêberê me û tevgera me daye ser milê me bi awayekî ciddî û berpirsyar bicih bînin. Di pêvajoya ku Serokatiya me wekî sê qonaxan diyar kiriye de, em wekî HPG’ê di qonaxa yekemîn de bi armanca agirbest û bê çalaktî û ji bo pêvajoyek bê şer û pevçûn me hewlda û fedakariyeke mezin nîşanda. Herwiha me biryara paşve vekişînê da û me vê biryarê xist meriyetê.

Di mijara pêşvebiriya pêvajoyê de Serokatiya me û tevgera me îdea û îradeyeke mezin nîşan dan. Li hemberî vê îdea û îradeya Serokatî û tevgera me hikûmeta AKP’ê derveyî sekinandina operasyonên berfirehtir gav ne avêtiye. Bi paşvekişîna hêzên me yê gerîla ve li Bakurê Kurdistan ji hemû avahî û qereqolên leşkerî re bi awayekî berfireh teqwiyeya leşkerî û cebilxaneyê hatiye veguhustin. Quwetên ku ji şer westiyane hatin guhertin, hemû avahiyên ku hatine asta nikarin şer bikin û ji qewet ketine hatin nû kirin. Înşaatên qereqolên nû dan destpêkirin û ji bo qereqolên heyî xurt bikin xebatên xwe lezgîntirîn kirin. Hikûmeta AKP bi armanca ewlekariyê giranî da li ser çêkirina bendav û rêyên leşkerî.  Pozîsyona gerîla ya paşvekişînê wekî fersendekê girtin dest û ev faliyetana meşandin. Ligel van faliyetan jî kadroyên nû ji cerdewaniyê re vekirin. Her wiha di çarçoveya amadekariyê şer de li hemû qadên gerîla yên li Bakur û li Başûr bi armanca faliyetên keşfê bi awayekî berfireh firokeyên keşfê liv û tevgera hewayî kirine.

Wekî tevger û bi taybet wekî HPG’ê di qonaxa yekemîn de me hemû berpirsyariyê ku li ser me diket bi awayekî serkeftî û bê kêmasî bicih anîye. Piştî qonaxa yekemîn ku giranî li ser me bû bi awayekî serkeftî bicih anî û encam bû. Tê zanîn di meha hezîranê de qonaxa duyemîn ku bi giranî li ser hikûmet û sazî û dezgeyên siyasetê diket diviyabû destpêbibûya. Ji nêz ve tê şopandin û tê dîtin ku hikûmeta AKP’ê ti gavên berbiçav neavêtiye û ji bo derbasî qonaxa duyemîn nebe ji ya xwe nehatin xwarê û ling dan erdê. Pirsgirêkên tendirustî, ewlekarî û azadî yê Serok Apo ku mîmarê vê pêvajoyê ye neketiye rojevê û tecrîda li ser Rêber Apo jî nehatiye rakirin. Qanûn ku tê wateya dijminatiya Kurd wekî berê di meriyetê de maye û ti gavên erênî nehatie avêtin. Hikûmet berpirsyariya xwe ya qonaxa duyemîn tune dihesibîne û hincetan peyda dike û bi ser de jî hewl dide ev helwest û polîtîkayên xwe bavêjin ser tevgera me. Hikûmeta AKP’ê îdia dike hêzên gerîla yên paşve kişiyaye ji sedî 20 e. Her wiha li gorî xwe profîla hêzên me yê paşvekişiyaye jî wekî jin, îxtiyar û gerîlayên bê tecrûbe ravedikin.

Bi bangawaziya Rêber Apo û vir ve tê zanîn ku li pêş çavê hemû raya giştî, civaka Tirkiyê û gelê Kurd em faliyeteke vekirî dimeşînin. Wekî mijara serbest berdana leşkerên dîl û agirbestê di pêvajoya paşvekişînê de jî me bi awayekî vekirî îlan kir ku; ‘em ji her cure çavderî û kontrolê re vekirîne û ev faliyeta ku me bi cidiyeteke mezin meşandiye ji çapemeniyê re û ji raya giştî re vekirî ye’. Bi vê armancê li gorî derfetan dîmenên hinek hêzên paşvedikişin gava ketin Herêmên Parastina Medyayê bi kamerayan hat kişandin û ji bo raya giştî hat weşandin. Lê belê ji ber bêderfetiyan dîmenên hemû hêzên paşvedikişin nehatiye kişandin û di çapemeniyê de nehatiye weşandin. Ji ber paşvekişin bi du qolan li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistan dihat kirin jixwe ne mumkûn bû dîmenê hemû hêzên paşvedikişin bê kişandin.

Wekî tê zanîn hêzên me yê li Bakur hêzên şer in. Hêzên Bakur hêzên herî dînamîk e ji ber ku li ser erdnîgariya herî zehmet a Kurdistanê têkoşîn didin. Di nav van hêzên me de baş tê zanîn ku ne kesên îxtiyar, ne nexweş ne jî zarok hene. Hemû hêzên me yê paşve kişiyane gerîlayên bi awayekî aktîf tevlî hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî ya ku di 2012’an de pêk hat û sîstema mêtînger felç kir bibûn. Bi qasî gûrbên ku di çapemeniyê de derketinin jî tê fêm kirin û profîlên der barê hêzên me yê paşvekişiyayî tê dayîn ne rast in. Bi awayekî zanebûn berovajîkirina rastiya mirov dide fikirandin e. Tê dîtin ku helwesta vala derxistina fersenda dîrokî a çareseriya pirsgirêka herî cidî û bingehî ya Tirkiyê derdikeve pêş. Beriya her tiştî samîmiyet, biryardarbûyîn û kedek mezin hatiye dayîn. Helwesta hikûmeta AKP û Serokwezîr înkar kirina vê biryardarbûyînê û kedê ye her wiha biçûk dîtin û tune hesibandina wê ye.

Halbûkî hêj di destpêka pêvajoyê de Rêber Apo gava Komîsyona Mirovên Aqilmend pêşniyar kir diyar dikir ku; divê komîsyon ji bo her du aliyan erkên xwe bicih tînin an na çavderiyê bike û bi vê erkê rabe ser kar. Hikûmeta AKP’ê komîsyona Mirovên Aqilmend avakir, lê ji bo pêvajoyê bişopînin û aliyên berpirsariyê xwe bicih tînin an na ji bo wê çavderî kirinê wêdetir wan ber alî kir ku pêvajo ji civakê re îzah bikin. Ger ku hikûmeta AKP’ê bi rastîn jî samîmîba û niyeta xwe ya gav avêtina hebûya wê mirovên aqilmend wekî grûba propagandayê bikar neaniya, wê gûrba mirovên aqilmend wekî grûba çavderiyê, şopandinê û wekî ekîba ku pirsgirêkên derdikeve holê çareser dike rol û mîsyon bi hatiba dayîn. Ger wisa bibûya raya giştî wê ne ji devê me, an jî ji devê Erdogan wê ji devê mirovên aqilmend bi bihistiban ka kî rolê xwe dileyze, an jî naleyze. Ji mirovên aqilmend re nedayîna vê rolê ji ber niyeta AKP’ê ya gav ne avêtinê ye. Ger ne wisa ba wê heya niha gav bihata avêtin.

Serokatiya me û tevgera me vê pêvajoya ne wekî pêvajoyeke taktîkî wekî pêvajoyeke stratejîk girt dest. Wekî ku Rêber Apo di deklarasyonê de tîne ziman der anîna stratejiyakê ye. Me pêvajoyê bi awayekî stratejîk girt dest û ji ber vê yekê me hemleya gerîla ya di 2012’an de bi awayekî serkeftî pêk hat di sala 2013’an de rixmê şert û mercê derve û hundirên ên pratîzekirina hemleyê di astekî bilindtîrîn de hebû me stratejiya Rêber Apo pêşxistiye tercîh kir. Di oxira çareseriya demokratîk û aştiyane de me derfetên bilindkirina şerê mezintîrin da aliyakî û me ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê fedakarî kir û risk da berçavê xwe. Lê niha Serokwezîrê Tirk Erdogan hemû hewldanê me tune dihesibîne. Ev yek bi awayekî vekirî nîşan dide ku ne xwedî niyetên baş e.

Ji aliyê Serokatiya me û tevgera me pêvajo ne hatiye dawî kirin; berdewam dike. Lê belê di rojên pêş me de ger hikûmeta AKP’ê gav navêje û pêvajoyê bîne asta bidawîkirinê em wekî HPG’ê amadene ku carekî din pozîsyonê şer bigirin û bi awayekî vekirî em dixwazin diyar bikin ku em amadene ku bi awayekî bi bandor têkevin dewrê.

Gotinên Serokwezîr Erdogan diyare ku rastiyan nîşan nade. A niha yên li dû min sekînine hemû çêkera me ya şervan, milîtan û fermandarin ku biryardar dikarin li Dersîmê şer bikin. Hemû jî ev du meh in ji Dersîme dimeşin û hemû xwedî performansa leşkerî ne û kondiksiyona wan ya bîr û bawerî û ya fîzîkî di cih deye. Ger ku îro 80 heval, ji Dersîmê hatibin heta vê derê ev yek nabe nîşaneya samîmiyetê dibe çi? Di vê mijarê de em teqdîrê ji hemû raya giştî û ji gelê xwe re dihêlin.

Em bi awayekî vekirî vêya dibêjin: Em samîmî tevdigerin û em çareseriya rastîn dikin armanc. Lê yên bi awayekî samîmî nêz nabin, ên çareseriya pirsgirêka Kurd a dîrokî bi awayekî ne ciddî digirin dest û yên dixwazin Serokatiya me têxe valatiyê wê teqez li hemberî dîrokê mahkûm bibin û bersiva heq dikin wê bigirin. Di vê serdema dîrokî de HPG wê hemû erkên girtiye ser milê xwe li gorî layîqa bicih bîne û wê rola girtiye ser milê xwe di her şert û mercan de biser bixîne. Divê hemû gelê me û raya giştî ji vêya bawer bin.

  26.08.2013

  NAVENDA PARASTİNA GEL