HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hezaran lehengan ji bo azadiyê canê xwe feda kirine û tevli cangoriyên azadiya Kurdistanê bûne. Rêhevalê me Egîd ê di temenê biçûk de têkoşîna azadiyê nas kir, cihê xwe di refê azadiyê ya meşa bi rûmet de girtiye.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd:

Nasnav: Egît Gabar
Nav û paşnav: Suat Sakîn
Cihê jidayikbûnê: Colmêrg
Navê dayik û bav: Naîme - Tewfîq
Dîrok û cihê şahadetê: 2012 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Egît Gabar – Suat Sakîn

Hevalê Egîd ku li dijî her şêweyên înkar û tinekirinê yên sîstema mêtînger sekna herî bi rûmet a ciwanên Kurdistanê nîşan da, xwe li çiyê perwerde kir û dest bi têkoşînê kir. Di demeke kurt de xwe bi pêş xist û bi jîr û zîrekiya xwe bûye xwedî sekna şoreşger a demê û kesayetiyeke bi hêz nîşan daye.

Em rêhevalê Egîd ê di pêvajoya pêngava Şerê Gel ê Şoreşger ê sala 2012-2013'an de di encama êrîşên artêşa Tirk ya dagirker de tevli şehîdên me yên azadiyê bû bibîr tînin û destnîşan dikin ku meşa serketinê wê heta azadiyê dewam bike.

5 Sibat 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê