Ji çapemenî û raya giştî re!
Di kesayeta Rêber Apo de komploya ku li ser tevahî gelê Kurd dihat ferzkirin, carekî din di 15. salvegera wê de bi lenet dikîn, di serî de çalakvanên '' Hûn Nikarin Rojan Me Tarîkin'' di her herêma ku Kurd têde dijî berxwedan bilindkirin, bi berxwedana wan destan nivîsîn û ew qehremanên rojên azadiyê mizgînî dayîn şehîdên xwe bi rêzdarî û minnet bibîrtînîn.
Komploya navnetewî ya 15'ê sibatê, li hemberî komployên dîrokî hêzkerê îdeaya Kurdan ya hebûnê, li Rojhilata Navîn de li hemberî biratiya gelan xwestekên sererast kirinê, Komloya dîrokê ya herî binpê (paspayî) ya li hemberî roxênerê hêzên hegomonîk yên li ser Kurdistan û herêmê dixwast bibin xwedî hêz ku Rêber Apo roxandî, komployekî ya bi armaca tolhildanê hatî kirinê bu. Rêber Apo ku ji bu tevahî gelan weke çuruşkek ya hêviyê hatî bi dîl girtina wî re, xebatên dijmin kirina gelan, hêzên Hegemonîk armanç kir li ser Kurdistan û herêmê polîtîkaya xwe a qirêj bimeşîne. Carekî din li hemberê gelê Kurd ku di oxira azadiyê de rabuyî ser lingan konsepta înkar û îmhayê hatiye nûkirin, di bingehê qîrkirinek çandî de tunekirin; bê îrade hiştin, bê nasname kirin û ji bo hêzên herêmê û navnetewî gelê Kurd kirina xizmeta wande şertê pêş dîtîne.
Li beramberî vê Rêber Apo bi pêşdîtin û perspektîfên xwe PKK, bi ezim û israr tekoşînê, gelê Kurd ji bi tecrûbeya xwe ya dîrokî ve pişt girtî, ji roja destpêkê ve bi berxwedanvaniyê bi lenetkirina Komployê berxwedanek dîrokî meşandiye. Li hemberî hemû êrîşan yên merûz mayîn, bi serhildanan yên ku ji bo azadiyê rabuyîn, hişmendbuyî, rêkxistin ketî, nasnama xwe bi dost/dijmin dayî qebul kirin li hember vê komploya bi lenet buye xwedî berxwedan-tekoşînek mezin. Bi vê berxwedana wesifdar û ewênku wan ferz dayî, bi têkbirina sîstema tûne hesapkirina Kurdan îradeya avakirina sîstema xwe ya demoqrasî, wekhevî û azadiyê pêşkêş kiriye. Êdî gelê Kurd li hemberî komployên bivî awayî qederwarî serî natewîne, bi tekoşînê kariye cardin hebuna xwe bide sepandin. Tekoşîna gelê Kurd ya azadî û demoqrasiyê li her çar parçeyên Kurdistanê ber bi ber hatî nexşandin, herwiha ku li Rojava hatî dîtin derbazî ser îradeyek mezin bilindkiriye. Ev sekna ku derketî derve, bersiva herî mezin ya hatî dayîna komploya lenetî ya dîrokiye.
Weke Gêrîlayên Kurdistanê mijara herî ku em têde hesas u bi şopdar Rêberê meye. Weke fermandara meya mezin Rêheval Zilan em ji tû êrîş û komployên li hemberî Rêber Apo hatîn armanc girtin yek carê jî jê neqerîne. Sekin û çalakiya rêheval Zîlan ji bo gêrîla îfadeya herî sade ya sekinîna li hember Kompoloyane. Ji roja yekem ya Komployê ku li ser vê xetê di şopînîn, Rêheval Ş. Rojbîn, Xebat, Şehristan û Berwar bi heybet, bi danîna holê ya sekna qehremanî, xwe nûkirî, mezinkirî, bi pêşxistinê xwe aniye rewşa hêza ne têkşikêner bersiva herî bi biryar daye nîşandin. Di şopa rêheval Ş. Reşîd, Hûseyîn, Rojîn, Adil û Nûdayan de pêşçûyîn, rêheval Andok Erîş û jîn ku bi sekin û çalakiyên xwe dîrok nivîsandîn, di şexsê wande tevahî Gêrîlayê Kurdistanê bi rihê fedaî ji bo tevahî komplogeran daye nîşandan ku xwediyê hêza hesap xwestinê ye daye îspatkirin.
Di 15. salvegera komployêde weke Gêrîlayên Kurdistanê carekî din lenet dikîn, nişandidîn ku hemu êrîşên li hember Rêber Apo û gelê Kurd wê bê bersîv nemîne, cardin soza xwe ya bi Rêber Apo û Şehîdan re nû dikîn.
14 Sibat 2014
Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel
