HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji bo gelê me û raya giştî ya demoqratîk!

Em rêhevalê xwe Hûseyîn (Kadir Çelîk) Endamê Meclisa PKK'ê û Konseya Leşkerî ya HPG'ê ku di 2'ê Tebaxa 2012 de, li qada Botan'ê herêma Elkê ku bi gurubek hevalên xwe yên di tevgerêdebun de di encama teqîna mayinekê de şehid ketî em di salvegera yekem ya şehadeta wî de bi rêzdarî bibîrtînîn.

Rêhevalê me Hûseyîn ku di sala 1959 li Mûş Dorugozê ji dayîkbuyî di salên 1978 li îstambulê xwendekarek yê zanîngehê buye di wan demande têkilî bi rêxistinê re çêdike û wekî sempatîzanek aktîf dikeve nava kar. Rêheval  Hûseyîn di destpêka salên 90'î de ku leşkerî û sîstema dewleta Tirk red dike, tevlî nava refên gêrilla dibe. Rêhevalê Hûseyîn  bi tevlîbunek xurt ya nava refên Gêrîlla, demek kurt de digihije mertebeya erkê fermandariyê û li qadên weke Amed, Garzan, Botan, û li Herêmên Parastinê yên Medya yê ku pratîkên herî zor û zehmet derbaz kirî de di asta Konseya Fermandariya HPG'ê de xebat meşandiye, herwiha di pêşketina şoreşê de ji rolek mezin leyîstiye.

Di Kesayeta xwede bi temsîl kirina kesayet û mîlîtantiya PKK'ê ya bi hêz di pêşvebirina xebatên rêkxistinê û di serdema ji nuve avakirina PKK'ê de bi erkê Endamtiya Meclisa PKK'ê de berpirsyartiyên mezin hilgirtiye. Rêheval Hûseyîn, di salên ku Gêrîlatî meşandî de ne tenê bi jîrbûna xweya aliyê leşkerî, heman demê  bi xeta  temsîlî û parastina milîtantiya Apocîtî ji derktiye pêş. Rêhavalê me Hûseyîn ku li hemberî ew çetetiya çar alî yaku ji bona jiyana PKK'ê dihat ferzkirinde ji bertek daye nişandan û li hemberî tasfiyekariya ferhat û botan ya piştî dîlgirtina Rêber APO yek ji hevalên ku di refê herî pêşde tekoşîn û berxwedanek mezin meşandiye.

Rêheval hûseyîn, bi sekna xweya tekoşînker û berxwedanvan ji bona jiyanî kirina xeta Rêbertî û PKK'ê  jî, bi fermandariya Gêrîlla buye îfadeya herî sade ya xeta Apocî. Bi tevlîbuna demekê ya xebatên sîyasî ji, rêheval Hûseyîn weke Endamê Konseya Rêvebir ya KCK'ê jî berpirsyartiya xebatên mezin helgirtiye û gihandiye pratîkbuyînê. fermandarê meyê Gêrîlla rêheval Hûseyîn ji bo di xeta rêbertîde bi awayek aktif pêşengî ji bo serkeftina tekoşînê kiriye. Di pêvajoya  sala 2012 de bi tevlîbuna xebatên alîdayîna qada Botanê de rolek giring leyîstiye. Di nava şerê gel yê şoreşgerî de li herêma Botanê rolek mezin di pêşengtiyê de pêkaniye û li ser vî bingehî  gihiştiye mertebeya şehadetê.

Di salvegera şehadeta rêheval Hûseyîn de em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û weke HPG ji em tekoşîna rêheval hûseyînan ku ji bo gihandina serkeftinê em weke deynek dibînîn. Bi hebûna tecrubeyên şerê Gêrîllatî û herwiha kesayeta xweya pêşengkar û sekna xwe, em di şexsê heval de sozdarî û dîlsozîya xwe ya ji bona gihandina serkeftinê ya tekoşînê cardin biryarbuna xwe nîşandidin û soza xwe dubare dikîn.

2 Tebax 2013

Navneda Parastina Gel