HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Mîna ku raya giştî pê dizane, di çarçoveya banga Rêberê me û biryara tevgera me de, hêzên me yên gerîla ji 8'ê Gulanê û vir ve bi rêk û pêk vedikişin. Em weke HPG hewl didin vê pêvajoyê bi cidiyet û biryardariyê bibin serî. Xebata me ya vekişînê, li gel şert û mercên neyînî yên xwezayê û hemû hewldanên astengkirinê jî, bi lez dewam dike. 

Lê berê jî me ji raya giştî re ragihandibû ku hin rewşên astengdar û provokatîf hene. Di vê çarçoveyê de di rojên dawî de 2 bûyer qewimîn.

Di sibeha 3'ê Hezîranê de, artêşa Tirk ji bo hin girên li herêma Deriyê Dawetiyê yê ser bi Heftanînê, ku lê hêzên me hene, bi dest bixe derket operasyonê. Bi helîkopterên kobra, obus û topên hewanê herêm hat bombekirin. Gerîlayên me jî bi awayekî çalak xwe parast in.
Di dema şer de jî artêşa Tirk nekarîbû herêma Heftanînê bixe bin kontrola xwe. Niha di dema vekişînê de hewl dide têkeve vê herêmê. Wateyeke bi tenê ya vê heye; astengkirina vekişînê.

li ser xeta Çewlik-Kanîreş, li qada Kevirê Gavan, Ava Sar, Azîzan, Haviyan û Xirafan, li pênc nuqteyên stratejîk ên ku artêşa Tirk di dema şer de nekarî bû bixe bin kontrola xwe, bi destpêkirina vekişîna gerîla re, cerdevan li van deveran bicih kiriye.

Hêzên me yên gerîla bi disîplîn û rêxistinbûyîneke xurt, xebatên xwe yên vekişînê dewam dike. Lê helwestên êrişkar û provokatîf ên artêşa Tirk, pêşî li şer vedikin.

Em parvekirina van agahiyan bi raya giştî ya demokratîk û gelê xwe re, weke wezîfeyekê dibînin. Ji niha û pê ve jî, gerîlayên me wê li dijî operasyonên bi armanca tinekirinê tên meşandin, xwe biparêzin.

4 Hezîran 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê