Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14-15’ê Cotmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin û di vê operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di vê pevçûnê de endamê meclîsa leşkerî Mehmet Goyî û rêhevalê Demhat Peyasê birîndar bibû tevî hemû hewldanên dermankirinê nehatiye rizgarkirin û gihîştine şahadetê.
Rêhevalê Mehmet Goyî yê bi navê rastîn Mehmet Kaplan di sala 1989’an de hîn Tevgera Azadiyê nû nû li Kurdistanê belav dibû di temeke ciwan de tevlî nava refê azadiyê bibû.
Hevalê me Mehmet beriya tevlî nava refên azadiyê bibe, bi salan li gelek cihên cûda yên Tirkiyeyê di înşeatan de xebitiye û xwediyê zanebûna keda xwe bû. Li aliyekê dît ku ked çawa tê xwarin, li aliyeke din jî li rastî gelek nêzîkatiyên nijapterest, zordest û cûdakar ên ku tenê ji ber ku Kurd bû hat. Hevalê Mehmet ê di sala 1989’an de di salên xwe yê 20’î de texrîbatên mêtîngeriyê bi xwe jiyan kiriye û hişmendiya Kurdîtiyê avakiriye û tevlê nava refên azadiyê bûye.
Hevalê Mehmet Goyi di 24 salên xwe yên di nava têkoşîna azadiyê de, li qadên herî dijwar ên têkoşîna azadiyê maye û bi fedekariyeke pir mezin tevil bûye. Heval Mehmet li Zagros, Botan, Amed û hemû Bakûrê Kurdistanê gav bi gav geriyaye û rêçên wî mane.
Heval Mehmet Goyi taybetiya wî ya herî mezin cesareta wî bû. Ew li ku derê bibûya bila bibe li dijî mêtîngeriyê têkoşiyeye û hevalên xwe yên ligel xwe jî bi her awayî tevlî têkoşînê kiriye. Li dijî mêtîngeriyê di asteke mezin de xwedî kîn bû û hevalê me Mehmet Goyî tu carî li dijî dijmin paşde gav navêtiye.
Rêheval Mehmet Goyî yek gerîlayekî ku herî baş ku têkoşîna azadiyê gihandibû. Bi dehan carî birîndar bû lê tu carî ji qada şer dûr neket. Her tim li qada şer, ew legenî û paqrewaniya xwe ya klasîk ya kurdbûnê di xwe de esas digirt û li dijî mêtîngeriyê serbilind sekiniye û serî netewandiye.
Taybetiyeke din ya heval Mehmet Goyî, zîrekbûna wî bû. Pir aktîf bû. Bi însiyatîf bû. Ji ber vê taybetiya xwe li her qadê dijmin bêçare maye û dijmin nava eciziyeke mezin de maye. Hevalên xwe yên ligel xwe jî her tim parastiye û ji ber vê jî hemû gerîlayan dixwest ligel wî têbikoşe.
Dîsa dema mirov dibêjin Mehmet Goyî, biryar, îdia û şoreş tê hişê mirovan. Ligel ku bedena wî dem bi dem parçe parçe dibû jî ji xebatê dûr nedima. Di 1994’an de bi giranî birîndar û û ligel vê di heman salên de di eniya herî pêş a şer de cih girt. Ligel bedena xwe ya qels ketiye jî her kes bi têkoşîna xwe matmayî hiştiye.
Mehmet Goyî dîsa bi hezkirina hevalên xwe tê nasîn. Wekî her kurdekî ew jî bi hestiyar bû û mîlîtanekî ku di hevaltiya xwe de qusûr nedikir bû. Ji ber vê bû ku dema hevalekî xwe wenda dikir, her tim li pey tolhildanê bû.
Her wiha heval Mehmet Goyî dê bi kedkariya xwe bê bibîranîn. Ligel bi dehan pratîkbûnê, bi dehan birîndarbûnan û tevgeran ew her tim li qada ku dima li hemberî kedê rêzdar bû. Wî her tim di nava xebatê cih girtiye. Yanî bi kurtasî jib o heval Mehmet Goyî bihata naskirin divê mirov li qada şer bi wî re bana. Hewce bû mirov pê re rêhevaltî bikirana. Ji ber ku ew weke şoreşgerekî PKK’ê di têkoşîna azadiya kurd de 24 salan her tim di asta herî pêş de cih girt û bû mîlîtanê PKK’ê.
Hevalê Mehmet Goyî ligelek cihan di gelek peywiran de cih girtiye. Heta endamtiya Meclisa leşkerî ya HPG’ê, ji şervaniê heta fermandariya eyaletê gelek peywir girtiye ser milê xwe. Em weke hevalên wî yê têkoşînê dê bibin şopdarê têkoşîna wî. Em bang li rayagitşî ya demokratîk û gel dikin ku bila li dora fermandarê mezin bibin xelek û xwedê lê derkevin.
30 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê
