HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji bo Çapemenî û Rayagiştî!

Lêkolînên me yên der barê teqîna roja 4’ê mijdarê, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê pêk hat û têde zarokek jiyana xwe ji dest da û gelek mirovên me birîndar bûn de berdewam dike. Li gorî encama destpêkê ya hatiye bidestxistin:

Em weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê me zelal kir ku her çendî çalakiyên bi wesayitên bombe lê barkirî di serî de li bajarên Kurdan û li herêmên sivîl hatiye qedexekirin, lê yekîneyek me ya herêmî bi armanca çalakiyê li dijî wesayiteke leşkerî pêk bîne, ev teqîn pêk aniye. Di çarçoveya lêpirsîna ku berdewam dike de, em hin îdîayên ku dibêjin di vê bûyerê de hin mirovên me ji aliyê dijmin ve hatine birîndar kirin, lêkolîn dikin.

Em weke tevger, her çendî tu teqîn û hedefên me yên bi vî rengî tune bin, ji ber rûdana bûyereke wiha em pir xemgîn bûne. Weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di serî de gelê Şemzînanê û hemû gelê Kurd, di çarçoveya rêzdariyê de, em li ser vê bûyerê disekinin û em dibêjin ku em ê cezayê pêwîst bidin kesên berpirs. Her wiha, em ji bo malbata ciwanê me yê jiyana xwe ji dest da sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.

8 Mijdar 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê