Ji Gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk re!
Konseya HPG'ê bi beşdarbûna berfireh civîna xwe ya asayî lidarxistiye. Di civîna me de pêşketin û geşedanên li cîhan û herêmê û bandora wan li ser gelê me û tekoşîna azadiya gelê me hatiye nirxandin. Her wiha, siyaseta dewleta Tirk a dagirker û hêza faşîst a desthilatiyê AKP’ê yên li ser gelê me dimeşînin û asta wê ya sala 2012 hatine nirxandin. Ligel vê jî pratîka me weke Hezên Parastina Gel (HPG) ya sala 2011 û textîkên me yên berxwedanê bi awayeke berfireh hatiye nirxandin, xeletî û kêmasî hatine tesbîtkirin, plansazî û perspektîfa parastina rewa ya sala 2012 hate derxistin.
Weke tê zanîn pêşveçûyinên li Kurdistanê û li herêmê diqewimin statuya înkar û îmhaya li ser gelê me perçe kiriye. Ji bo gelê me derfetê statuyeke nû ya li ser hîmê azadî û demokrasiyê ava bûye. Destkeftiyên tevgera me ya azadiyê di pêşengtiya Rêber APO de bidestxistiye û pêşketinên li herêmê ji bo statuya nû ya mafê gelê me ye guncav e. Di serî de gelê me yê Bakur û Rojava, ji bo statuya weke xweseriya demokratîk tê bi navkirin li qadane, di nava berxwedanê de ne. Ger em weke gel hêza xwe baş binirxînin, baş birêxistin bikin, derfetê azadiyê ji her demê zêdetir e. Beramberî vê yekê hişmendiya mêtingeriyê ya înkar û imhayê ku xwe dispêre dewleta tirk, li dijî derfetên azadiyê ya gelê me ku derketiye holê êrîşên dijwar di rojevê de ye. Li dijî siyaseta tunekirina destkeftiyên gelê me û tesfiyekirina tevgera azadiyê em weke HPG'ê, xwedî li pêngava berxwedanê derdikevin û di vê tekoşînê erk û wezîfeyên dikeve para me, ji bo pêkanîna wê em bi biryar in, em careke din destnîşan dikin ku em ê berpirsyariya dîrokî bi her awayî bigrin ser milê xwe.
Dewleta mêtinger a tirk û desthilatdariya wê ya faşîst AKP, dema dît statuya xwe dispêre siyaseta înkar û îmhayê û tê derbaskirin, bi tirsa wendakirin û tunebûnê di serî de li ser Rêbertiya me, li dijî gelê me, hêzê me yê gerîla û hêzên demokratîk êrîşên îmhayê daye destpêkirin. Herî dawî jî bi komkujiya li Roboskiyê pêk aniye, hersa wê ya li dijî tevgera azadiyê û siyaseta wê ya komkujer pir eşkere derketiye holê. Bi vê armancê desthilatdariya faşîst a AKP'ê di tevahiya sala 2011'an de her cure rêbazên şerê taybet ê qirêj, hêzê xwe yê artêş, polîs, cenderme, îstîxbaratê, teknîkên şerê modern li dijî gelê me û gerîla yê me bikaraniye. Di rewşa heyî de AKP him li dijî gelê me him jî li dijî gerîla yê me operasyonên tunekirinê lidardixe, bi şerê psîkolojîk ên dijwar li dijî gelê me û gerîla yê me dimeşîne û bi vê jî dixwaze hêviya azadiyê ya gelê me lawaz bike, ji tekoşînê sar bike, nezelaliyê pêş bixe û perçe bike. Bi vê armancê çapemeniya tirk jî di şerê psîkolojîk û taybet weke çekeke bi bandor bikartîne. Ne tenê li dijî gelê me û gerîla yê me bi armanca tunekirinê êrîş dike, bi giştî êrîşî nîrxên dîrokî û erdinari yên Kurdistanê dike. Tenê li Şirnex, Colemerg, Wan û Sêrtê nêzî 80 projeyên bendavê heye. Bi van jî dixwazin ku komarê di 90 salî de nekarî bike, di 10 salan de gelê me koçber bikin, van xaka bê mirov bihêlin. Êdî zelal bûye, asîmilasyona tu hukumetan nekarî biserbixin hukumeta AKP'ê dixwaze vê yekê bike û bi vê armanca projeyan pêş dixîne. Herî dawî jî projeya 4+4+4 a di qada perwerdê de ferz dike, di rastiyê de polîtîkaya asîmîlasyonê ye. Civîna me, tespît kiriye ku siyaseta komkujiyê ya ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve tê birêvebirin, naçarê binkeftinêye. Ji lewra tu rewabûn û meriyeta siyaseta înkar û îmhayê ya mêtingeriya dewleta tirk a li Kurdistanê tê meşandin nemaye. Hate nîrxandin ku zemîna asîmîlasyonê hate çikandin.
Biryardaiya li ser xeta şehîdên qehreman û mezin ên sala 2011 di kesayeta şehîd Rustem, Çîçek, Elîşêr, Rûbar, , Rozerîn, Mahir, Hemze de ji her demê mezintir e û bi îddîatir e. Gerîlayên Kurdistanê weke ku heta niha di tekoşîna zadiya gelê xwe de tu dudilî nejiyaye, ji niha û pêve jî najî. Ji bo hemleya. “An Azadi, An Azadi” bi ser bikeve, dê bi serkeftî peywira ku dikeve ser milê wan pêk bîne. Li ser vî esasî dê di sala 2012 de xeta berxwedanê kûr bike û tekoşînê mezin bike. Li hemberî konsepta tunekirinê û qirkirinê ya dewleta dagirker a Tirk û desthilatiya faşîst a AKP’ê bedela wê çi be jî, dê ji Biryargeha Navendî ya HPG’ê û heta ciwantirîn şervanan, bi giyanê fedayî li ser xeta berxwedanê biryardariyek xurt nîşan bide û dê bi awayeke herî çalak beşdarî xurtkirina tekoşînê bibe.
Divê tu kes şik û gumanan ji wê yeke neke ku ew ê ku di sala 2012 ku em bi hemleya “An Azadî, An Azadî” ya li ser esasê “Ji Rêber Apo re Azadî û ji Kurdan re Statû” dikevinê, pewyirên ku dikevin ser milê me bi hêjayî pêk bînin. Di çavkaniya vê biryardariya me de Rêberê me, şehîdên me û gelê me hene. Li ser vî esasî em tekoşîna bi rûmet a Rêbertiya me û berxwedana bi rûmet a gelê me û xwedîderketina li şehîdan silav dikin. Bi taybet, dayîkên me yên ku bi mûm, gul, tilîliyan zarokên xwe pêşwazî dikin, me rûmetdar kirine, biryardariya me mezintir kirine û dilsoziya me ya bi gelê me re ji her demê zêdetir mezintir kirine. Xwedîderketina gelê me li şehîdên xwe, bertekek pir xurt e li hemberî polîtîkayên AKP’ya qirker ên li ser esasê bi kuştinê qedandin, şkandina vînê û teslîmgirtinê. Em vê helwesta bi rûmet û bi şeref a malbatên xwe yên şehîdan silav dikin û em dubare dikin ku em ê ji her demê zêdetir dilsozê bîranênên şehîdên xwe bin. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî nava refên gerîlayên Kurdistanê bibin, li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Rêbertî û gelê me bibin xwedî helwest. Eşkereye ku ne ciwan tu zindî li dijî zilma dewleta mêtinger a tirk û desthilatdariya faşîst a AKP'ê tehemmul nake. Divê bersiva ciwanên Kurd û her ciwanên xwe li beramberî civakê berpirsyar dibîne, li beramberî siyaseta komkujiyê, bersiva wan ew be ku leşkeriya dewleta tirk a mêtinger nekin, tevlî nava refê gerîla bibin û tekoşîna xwe bi rengekî herî radîqal bidin. Bi vê armancê em bang li ciwanan dikin ku tevlî nava refê HPG'ê bibin, gelê me jî bi awayekî aktîf tevlî pêngava berxwedanê ya mezin bibin.
27 Sibat 2012
Konseya HPG'ê
