HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me  û raya giştî re!

Di 23'ê Sibatê êvarî li navçeya Şirnex Qilabanê li Gundê Sêgirkê, kontrayê bi nasnav Çeqel ê bi nav Sadiq Ûnat ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Ev kontra bi salane di nav hêzên taybet ên dijmin de bi awayekî aktîf cîh digre û di şahadeta bi dehan gerîla yê me de rol lîstiye.

Di 12'ê Adara 2008'an de li Şirnex li Geliyê Hêzil a bi ser Bestayê ye di encama pevçûnê de Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Kurtay Faraşin (Abdulkerim Ertaş), Ekin Sivas (Esra Bulut), Berxwedan Afrin (Davut Habeş), Birûsk Kobani (Ali Mürşit), Faik Aslan (Adil Sabri), Pılıng Hekari (Şaban Aktaş), Şiyar Afrin(Lokman İsmail), Şiyar Van (Mustafa İşcan) û Xoşmêr Xoy (Hamit Hasanlo) cardin di 24 û 25'ê Tîrmeha 2008'an de li li Geliyê Hêzil û navserên Mewîşkê yên bi ser Bestayê de pevçûnên dijwar qewimiye û Endama Konseya Leşkerî  Nûda Karker ( Nazan Bayram), Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Ferhat Dersim (Abdurrahman Nalioglu), Zerin Kajin (Gullu KALMAZ), Polat Dersim (Hıdır COŞKUN) û Gever Faraşin (Fahri ARSLAN) gihîştibû şahadetê. Ev kontra di şahadeta van hevalê me de bi asta pêş de cîh girtibû.

Kontrayên dest bixwîn ê bi salane di nav refê dijmin de cihê xwe digre, li dijî Gelê Kurd û Tekoşîna Azadiyê dijminantiyê dikin wê bê ceza neyê hiştin.

25 Sibat 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê