HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Ev demeke li Bazîda Agiriyê û li Çelê ku girêdayî Colemêrgê ye hinek kes û kom navê tevgera me bi kar tînin, li ser gel zextan dikin û hewl didin bi vê yekê rantxuriyê bikin.

Li gundê Xarîkê ku girêdayî Bazîdê ye cahşên bi navê Dînçer Imrak, Burhan Imrak, Gurbet Imrak, Salîh Dursun, Abdullah û Elî li ser navê tevgera me ji gel pere berhev dikin û dest didin sewalên gundiyan. Di heman demê de ev sewalên ku dest dane ser wan jî, li ser navê tevgera me difiroşin.
Li Colemêrg û li Çelê jî ji gundê Tiyarê kesên bi navê Samî Atak û Ûbeydûllah Atak li ser navê tevgera me bi zorê ji gel pere berhev dikin.

Dîsa ji gundê Bîlîcanê ku girêdayî Çelê ye kesên bi navê Recep Akar, Mûhsîn Akar, Hemîd Akar, Hesen Sever û ji gundê Matûfîkê kesê bi navê Mustafa Erol li ser gelê me tefecîtiyê dikin.

Em wekî Hêzên Parastina Gel, van şexs û koman hişyar dikin ku demek zûtir dev ji van xebat û lîstikên xwe yên qirêj berdin û em bang li gel dikin ku li hember van derdoran hişyar bin.

24 Tebax 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê