HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Sîstema TC’ê digel ku dibêje ez ê demokratîkbûyînê bi pêş ve bixim û li ser navê çareseriya pirsgirêka kurd ku ji hêla yekîneyên taybet gelek komkujiyan bişopînim û hesap bipirsim, lê di hêleke din ve jî mirovên me yên welatparêz qetl dike.

Mînaka vê ya herî dawîn jî di 25’ê tîrmehê de qetlkirina du welatparêzên bi navê Necmî Olmez û Ferhat Erdîş e ku di navbera gundên Beşagaç û Gunduzlû ku girêdayî Bêşebababê ne maşînê hatine daxistin û hatine înfazkirinê.

Ev bi dehan sal in ku ji hêla sîstema TC’ê ve li ser navên cuda cuda yekîneyên tîman ava dikin û mirovên me qetl dikin. Ev bûyer li qadên di bin kontrola sîstema TC’ê de pêk tên. Em vê bûyerê wekî provakasyoneke valaderxistina pêvajoya ku ji hêla serokatî û tevgera me ve hatiye destpêkirin dibînin.

Di demeke wisa de ku sîstema TC’ê bang li tevgera me dike da ku çekan berde, bi van qetlkirinên dawîn re, niyeta wan a bangên çekberdanê, wekî Hêzên Parastina Gel me dixe nav fikaran.

Em wekî HPG bang li sîstema TC’ê dikin ku bila kes û saziyên ku berpirsyariya wan di vê komkujiyê de de hene derxin holê, nexwe ev sûcên li hember gelên me pêk tê, em ê li hember vê mafên xwe yên parastinê bikarbînin û ji bûyerên nebaş ên ku biqewimin jî, wê dewleta TC’ê berpirs be.

Em di vê bingehê de di şexsê malbatên Olmez û Erdîş de ji hemû gelê Bêşebabê re sersaxiyê dixwazin û wekî HPG didine diyarkirinê ku wê ev sûcê ku li hember gelê me pêk hatiye bêhesap nemîne.

30 Tîrmeh 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê