Ji gelê me û raya giştî re!
Beriya niha me daxuyakiribû ku dijî her cûre êrîşên hêzên leşkerî û ewlehiyên Artêşa TC’ê bebersiv nemîne.
Artêş û hukumet a TC’ê li dijî derbeya siyasî ya 18 Nîsanê di berxwedanê mafdar û rewa yên gelê me nîşan dayî de xortê kurd îbrahîm Oruç ji aliyê polîsên AKP’ê hatiye qetilkirin û şehîdxistin. Di 24’ê Avrêlê de li navçeya Colemergê Geverê li dijî du çavuşên pispor ji bo armanca bîranîna şehîdê me Îbrahîm Orûç çalakiyeke bersivdayînê lidarxistiye. Di encama çalakiyê de çawuşeke pispor hatiye kuştin çawuşek pispor jî ji aliyê gerîla yê me hatiye birîndar kirin.
Ji niha û şûnve li dijî her cûre êrîşên li gel, ciwan û zarokê me were kirin wê di heman demê de bersiva wê bê dayîn. Em dixwazin gelê me û raya giştî ya demokratîk vê bizanibe.
27 Avrêl 2011
Fermandari ya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
