Ji gelê me û raya giştî re!
Tekoşîna azadiya gelê kurd, bi berdêlên gelek mezin û girîng destkeftinên bi dest xistiye herdem bi vîneke xurt, mezin kiriye û bi ruhê berxwedanê ev nîşan daye.
Hêzên li beramberî destkeftinên tekoşîna me naçar ma ne serî li her cûre komplo û leystokên qîrêj dane, lê ev têra tunekirin an jî qedandin a tevger a me nekiriye. Ev herî zêde bi hezaran rêhevalê me ku xwestine tekoşînê di asta herî jor li çiyayên azad nîşan bidin. Di sala 1999’an de li dijî komploya navnetewî bi sekneke bi biryar, bi ruhê seferberiyê gelek hevalê me tevlî nava refê gerîla bû ne. Hevalê Harûn ku di temenê biçûk bi berpirsyariyeke mezin, ji bo di nava tevgera azadiyê de wezîfeyên şoreşgerî pêk bîne din ava refê tevgera azadiyê de cîhê xwe girtiye. Hevalê Harûn ku beşa Matematîkê qedandiye rastiya pergala dagirker pir zelal dibîne û çarenûsa ji bo gelê Kurd rewa tê dîtin, û li dijî ferasta radestiyê bertek a xwe nîşan dide. Hevalê Harûn k udi sala 1999’an de tevlî nava refê gerîla bûye şehadetên di nava malabatê de heye, bûyina şopdarê wan herdem ji xwe re esas girtiye.
Bi coş û rûkeniya xwe ya ji tevlêbûna roja destpêkê de herdem di her derfetê de di navbera xwe û hevalê xwe de girêdaneke herî xurt nîşan dida. Têgihiştineke xurt, bi milîtaniyeke rast û bi biryarbûyina xwe di demek kurt de pêşketinên mezin bi dest xisti bû. Çiya ji bo wî bûye çavkaniya coş û moralê.
Ji bo wezîfeyê xwe bi cîh bîne di vê riê de bê ku gûmanan jiyan bike bi ked û nazeniyeke xurt pêkanîna wê ji xwe re esas digirt. Hevalê Harûn ku li qadên Xinêrê, Garê, Zap û Botanê tekoşîn meşandi bû. Hevalê Harûn ku li her herêma lê mabû herdem kesayeteke mînak bû, di 10’ê Avrêlê de li herêma Qendîlê di encama qezayekê gihîştiye şahadetê.
Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;
|
Navê Kod: Harûn Amed |
Harûn Amed – Mahîr Ozbek
Şahadetê hevalê Harûn him ji bo gelê me hem jî ji bo hêzê me wendahiyek mezin e. Di serî de ji bo gelê me û malbat a wî ya welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Bîranîn û sekna wî ya mîlîtan wê bibe çalakiya bi biryar ya tekoşîna me.
19 Avrêl 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê

