HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Cejna berxwedan û Azadiyê Newroz destpêkê bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên şoreşê wateyek nû qezenc kirî, li Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistan û şoreşê, gelê Kurdistanê yê fedekar û malbatên şehîdan pîroz be.

newrozkart20131

Weke gêrîlayên Kurdistanê gelê Kurd ku bi tekoşîn azadiyê ku hezar salî bi berxwedana xwe nîşanî hemû dost û dijminan daye, her wiha xwedî derketina li Newroza sala 2013’an ya bi şîara “Rizagariya Demokratîk û Pêngava Avakirina Jiyana Azad” ku pir bi wate bûye; em vê îradeya ku helwesta bi biryar û bi rûmet derxistî holê bi rêz silav dikîn.

Em weke HPG didin diyarkirin ku, bi zanabûna parastina destkeftiyên gelê me ku li derdora “Rizgariya Demokratîk û ji Rêber Apo re azadî” bûne yek, dibêjin em dê li hemberî her cûre bûyerên rû bidin amade ne, bi boneya vê Newrozê em bi gelê xwe re parve dikin û aşkera  dikin ku, her cûre peywira ku Rêbertiya me dide me em amade ne bi hêjayî bînin cih.

Careke din li ser vê bawerî û biryardariyê cejna Newrozê ya 2013’an li Rêbertiya me, gelê me, şehîdên me; dîsan li hemû rêhevalên me ên li çiyayên Kurdistanê pîroz be.

20 Adar 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê