Ji Gelê me û raya giştî re!
ji heman malbatê du bira tevlî refên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê bûne û ji van birayan heval Agir di sala 2008’an de jiyana xwe ji dest daye, Em hevalê xwe Agir ku me di sala 2008’an de şahadeta wî îlan kiribû bi rêz bibîrtînîn, di encama lêkolînan de me zelal kir ku rêhevalê me Çekdar jî tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûye. Herdu rêhevalên me yên şehîd ji malbatekê, malbat û em ji kûrahî êşandin. Rêhevalê me Çekdar di demekî herî zêde êrîş heyî tevlî refên gêrîla bû û tekoşînekî birûmet ya azadiyê meşand.
|
Nasnav: Çekdar Amed |
Çekdar Amed - Sezgîn Akgul
Rêhevalê Çekdar ku bi tevlîbûna xwe ya bicesaret û fedekar di nava rêhevalên tekoşînê de dihte heskirin û rêz jêre dihate girtin. Rêheval Çekdar li gelek herêmên maye û xwe bi awayek lez pêşxist, her wiha bi sekna milîtantiya Apoyî tevlîbûnek xurt nîşandaye. Rêhevalê me Çekdar hemû erk û xebat ji dil û can tevlîbû û bû xwediyê seknekî fedayî.
Rêheval Çekdar ji roja tevlîbûyî li çiyayê Kurdistanê keyfxweşiya di çavên xwe de kariye derbazî hevalên xwe bike û bi vê taybetmendiya xwe bi coş û performansekî mezin bûye çavkaniya moralê.
Rêhevalê me Çekdar ku di rêya fermandariyê de mesafeyek mezin pêşxistibû, bi şahadeta rêheval Çekdar careke din erkê me yê girêdana bi bîranîn û tekoşînê ve daye ber me. Em weke rêhevalên Çekdar soz didin ku bi bîranînên Rêheval Çekdar ve girêdayî bibin û bi şîara serkeftinê mezin bikin.
18 Avrêl 2013
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê

