Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 25'ê Gulanê de li navçeya Pinarbaşiya Qeyseriyê li dijî teşkîlata polîsên tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke fedaî hatiye lidarxistin. Endamê Tabûra Nemiran rêhevalên Êrîş Gever û Andok Ferqîn bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Destpêkê de em van hevalên xwe bibîrtînin, em sonda tekoşîna xwe ber bi serkeftinê ve birînê dûbare dikin.
Berxwedana Pinarbaşiyê çalakiyeke li dijî siyaseta înkar û îmhayê ya di pêşengtiya AKP'ê li dijî gelê Kurd tê meşandin hatiye lidarxistin, di heman demê de pêkanîna îşkenceya li Îmraliyê û Komkujiya li Roboskiyê li ser gelê me kirine li beramberî vê sekna mêtingeran helwesata gerîlayê azadiyê nîşan daye ye.
Pergala mêtinger a di pêşengtiya AKP'ê de di çarçoveya şerê topyekun a li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, hewl dide her cure komkujiya li beramberî gelê me rewa nîşan bide û êrîşa herî mezin ji li Îmraliyê li dijî Rêber APO dimeşîne. Divê were zanîn ku tu kes pergela tecrîdê ya li Îmraliyê ku bê hiqûq û dijexlaqîye nikare rewa nîşan bidin. Li beramberî pergala îşkenceya psîkolojîk û tecrîda li Îmraliyê pêktîne û Komkujiya Roboskiyê organîze kiriye, wê sekna gerîlayên me bi ruhê rêheval Andok û Êrîş be. Êrîşên yekalî yên li dijî gelê me tên lidarxistin, seferên ji bo tunekirinê li dijî gerîlayên me tê meşandin, polîtîkayên îşkenceyê yên li beramberî Rêber APO tên lidarxistin wê berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê û bersivdayina van êrîşan mafeke rewaye. Wê gerîlayê Azadiya Kurdistanê li dijî vê pergala mêtinger şerê xwe yê parastinê birêve bibe. Ji lewra heta êrîşên dewleta tirk a dagirker li Kurdistanê berdewam bike wê parastina gerîlayên me û gelê me berdewam bike.
Ev çalakî di heman demê de çalakiya yekemîn a ji aliyê Tabûra Nemiran a xwe di nava pergala rêxistina me de birêxistin kiriye ye. Ger Pergala îşkenceya li Îmraliyê û Komkujiya Roboskiyê yên sînorê tehammulê derbas kirine nebûna, wê Tabûra me ya Nemiran neketa meriyetê. Lê belê li beramberî êrîşên faşîst ên AKP'ê yên me li jorê rêz kir, Tabûra me ya Nemiran kîlîtbûyina di armancê de, girêdana bi armancê, di her şert û mercan de hevdîtîna bi Rêbertiyê re ji xwe re bingeh digre, weke rastiya fedaî ya PKK'ê bi awayekî herî zelal û berbiçav îroj ketiye meriyetê. Divê were zanîn ku heta êrîşên li dijî Rêbertiya me û gelê me berdewam bike wê ev destana Êrîş û Andokan nivîsandiye wê gelek Andok û Êrîşên vê berdewam bikin hene.
Li ser vê bingehê em careke din şehîdên me rêheval Êrîş û Andok bi bîrtînin, û em vê çalakiya wan a pîroz ku li ser hîmê Dema Stratejîk a çaremîn lidarxistine silav dikin. Em ê di demeke kurt de nameyên her du hevalên me yê beriya çalakiyê ji gelê me û ji mîlîtanên me yê partiyê re nivîsandine bi gelê xwe re par ve bikin.
27 Gulan 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê
