HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Me weke hêzên parastinê yên gelê Kurdistanê di meha Gulanê de pêvajoyeke şer a dijwar li pev xwe hişt. Artêş û hukumeta înkar û îmhayê ji xwe re dike bingeh di meha gulanê de hema bêjin li tevahiya herêman de operasyonê xwe yê dagirkirinê zêdekiriye û berdewam kiriye.

Li beramberî çalakiyên bi pêşketina şerê gel ê şoreşgerî yên di vê pêvajoyê de zêde bûye hukumet û medyaya şerê taybet bi nûçe û daxuyaniyên derew, bi agahiyên şaş, dixwaze rastiyan berovajî bike û bi îdiaya gerîlayên me wendahiyên zêde dane dixwaze moralê gelê me xirabike û bi vî rengî moralê gelê me xirabike û pêvajoyê ber bi aliyê xwe ve veguherîne. Di serî de li sêgoşeya Pasûr, Mûş û Sasonê operasyona îmhayê ya di 13 Gulanê de destpêkiriye û 14 rojan berdewam kirî de bi piştgiriya helîkopteran bêencam paş de vekişiyaye. Di dema vê operasyonê de nûçeyên şahadeta 4 gerîlayên me , pişt re jî 5 gerîlayên me di çapemeniya tirk de derbas bibû. Bi heman awayî piştî çalakiya serkeftî ya di 17'ê Gulanê de li Hatayê hatibû lidarxistin de şahadeta 4 gerîlayên me di çapemeniyê de cîh girtibû. Herî dawî jî di 27'ê Gulanê de ji aliyê walîtiya Gimgima Mûşê hate daxuyakirin ku 3 gerîlayê me bi bîrindarî dîl ketiye dest. Ev nûçeya derew a pişt re fam bû ku ji ber pirsgirêkê malbatî birîndar bûne û hatine binçavkirin, bi vê ve jî maskeya wan ji aliyê wan hatiye xistin û wan xistiye rewşeke pêkenî . Ev bûyer hemû bi awayekî eşkere nîşan dide ku hêza şerê taybet di bêçaretiyê de gihîştiye binî, hukumetek û çapemeniyeke bi vî rengî ku tu pîvanê exlaqî yê çapemenî-weşangerîyê nasnake ve rû bi rû ne. Bi vê helwesta wan jî eşkere dibe ku bi van nûçe û daxuyaniyên xwe ve ber bi qedandinê û tunebûnê ve diherikin. Divê ev ji aliyê hemû gelê me û raya giştî ya demokratîk ve were zanîn.

Hêzê me yê gerîla di heyama şer a her cure teknîk û derfetên hatiye seferberkirin de li dijî êrîşên tunekirinê bi çalakiyên lidarxistiye û pevçûnên diqewimin de artêşa dagirker a tirk gelek caran wendahiyên xwe jî eşkere nake. Encama gelek pevçûnan ji aliyê me nayê zelalkirin, lê li beramberî ew qas wendahiyên giran artêşeke hîn jî xwe serkeftî dihesibîne, ji hewldanên bêhêvîtiya wan wêdetir ne tişteke. Ev hemû ji aliyê hukumeta di asta herî jor de patroniya medyaya şerê taybet birêve dibe, bi rêxistinkirin û talîmatê wê ve tên kirin. Wendahiyên xwe yê herî biçûk jî di demeke kin ji rojeva çapemeniyê derdixîne. Artêşa û hukumeta TC'ê wendahiyên xwe û rastiyan hewl dide veşêre, li beramberî yekîneyên me bi gotinên "me qedand" bi bêhêvî û durûtiyê dixwaze berdewam bike.

Gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk divê were zanîn ku li beramberî daxuyanî û neçeyên derew ên şerê taybet ku ji ser xwe çûye û tu nîrxan nasnake, heta ji aliyê tevgera me ve daxuyanî were dayîn jê bawer neke.

30 Gulan 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê