HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Yek ji xebatên qirêj ê şerê taybet ên Artêşa TC’ê kul i dijî gerîla yê Tevgera Azadiyê dimeşîne jî derew û dezenformasyon e. Nemaze li gor xwe ji bo rêzdariya gerîla ji çavê gel bixînin, hin leşker û cerdewam cilê gerîla li xwe dikin û ji gundên welatparêz bi zanebûn qûta dixwazin.

Herî dawî di 26’ê Tîrmehê de li navçeya Hênê ya bi ser Amedê ve li gundên Bataytê, Koçera û Goma HecÎ Ebdullah, ji aliyê yekîneyeke kontra bi cilê gerîla yê me ji gel qût hatiye xwestin.

Weke berê jî em dizanin, Artêşa TC’ê rê û rêbazên şerên taybet ên qirêj bikaraniye û bi vî rengî gelek kes girtine.

Divê gelê me di van mijaran de bihistyar be û bi taybet jî çûyinên gundên hate destnîşankirin tu têkiliya gerîla yê me pê ve nîne.

Di demê dawî de xebatên bi vî rengî yên nîşaneya exlaqê tê de nemaye, hîn bêtir zêdebûye. Di van mijaran de him raya giştî ya demokratîk, him jî gelê me divê hişyar û bi tevdîr be. Ev him xwesteka me ye him jî hêviya me ye.

27 Tîrmeh 2011

Fermandariya Biryageha Navendî ya HPG’ê