Di 12'ê Tebaxê de di navbera Dersimê û navçeya Pulurê de Parlemenê Pulurê yê CHP'ê Huseyîn Aygun ji aliyê gerîlayên me yê Eyalaete Dersimê ve hatiye binçavkirin.
Ji gelê me li ser Huseyîn Aygun ji ber polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li dijî Gelê Kurdistanê û gerîlayên me dimeşîn, gazinên wan zêde bibû, ev li ber çavan hatiye girtin; ji bo dîsa polîtîkayên şerê taybet ên ji aliyê dewleta mêtînger li dijî Dersimê û Gelê Dersimê dimeşîne, polîtîkayên asîmîlasyonîst û perçe dike bibîra wî bînin hatiye binçavkirin. Piştî pêkanînên huqûqî û îdarî biqedin wê piştî demeke kurt serbest were berdan.
13 Tebax 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê
