Ji gel ê me û raya giştî re!
Di Adara 2004’an li Başûr-Rojavayê Kurdistanê di serî de gelê me yê Qamişlo gelek bajarê kurdan de gelê me rabûye serhildana. Bi van serhildanan gelê me bersiv daye hêzên provakator û hêzên komploger ên dixwazin gelê me tune bike.
Serhildana li Qamişlo destpêkir û seranserê Başûr-Rojavayê Kurdistanê belavbû, bûye qêrîna daxwazên jiyana di nava azadî, demokrasî, wekhevî û aştiyê de. Wê demê provakasyonek bi vî rengî neyê hêvîkirin jî, ji Dêrik heta Efrînê, Helep û Şam di destpêkê de li gelek bajarên Sûrî ji li hemû qadên gelê me lê jiyandikir ruhê yekitiyê hatiye bilindkirin. Li hemû qadan gelê kurd li dijî provakasyona aniye ser ziman ku wê bêdeng nemîne. Di encama serhildanan û êrîşên Surî yên dij mirovahiyê de 33 welatparêzên Kurd jiyana xwe ji dest daye, bi sedan birînda bûne û ew qas jî hatine girtin, xistin girtîgehan. Van serhildan û berxwedanên gel nîşan da ku, gelê kurd li dijî hemû êrîşên ji bo hebûna wê, wê li ser piya be, hemû bi hevre û xwe parastina xwe bi hêz wê bide jiyankirin. Destkeftiyên Tevgera Azadiyê û Rêbertiya wê, bi hezaran şehîd, destanên qehremaniyê di gelê kurd de hişmendiyeke mezin avakiriye. Devlet û hêzên van pêşketinên gelê me napejirînin her cûre êrîş li dijî gelê me lidarxistin e. Beramberî vê rejîma Sûrî naçar maye ku polîtîkayên xwe yê çewsandinê li dijî gelê kurd ê berxwedide û hebûna xwe diparêze, li ber çavan derbaskiriye.
Di salvegera 7’emîn a komkujiyê de, gelê me yê di serhildanan de şehîd ketiye bibîrtînin, gelê me yê bi ruhê serhildanê provakasyon vala derxistiye silav dikin. Em baweriya xwe ya ku wê gelê me ji niha û şûnve jî li dijî hemû êrîşên çewsandinê wê rêxistingerî ya xwe xurt bike, di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de ji bo azadî û demokrasiyê sekneke bi hêz nîşan bide, dûbare dikin. Em cardin soza xwe ya heta gelê me û Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo azad nebê berdawamkirina tekoşînê didin.
12 Adar 2011
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
