Ji gelê me û raya giştî re!
Di sala 2005’ande li ser riya Çewlik-Çatê serokê navçeya Melazgirê yê berê îhsan Bertal jiyana xwe ji dest daye. Li ser talîmata Biryargeha me ya Navendî, lêkolîna hêzê me kiriye de bûyer bi vî rengî qewimiye:
Di mehên havînî yên sala 2005’ande li herêma Çavreş, yekîneyeke me biryar dide kul i dijî yekîneyeke Artêşa TC’ê çalakiyekê lidarxîne. Ji ber ku leşkerên Artêşa TC’ê gelek caran wê riyê bikaranîne, cardin bi şev yekîneyê me bi kemînê xwestine derbê li dijmin bixîne. Yekîne ya me ya çalakiyê lidarbixîne di navbera saet 21.00- 22.00’ande li nêzî rê kemînê datînin. Hevalê me wesaîtên dawiya konvoyê kirine armanç, lê piştre tê famkirin ku ev her dû wesaîtên li dawiyê bûn, ên sivîla ye û ji nêz ve li pêy konvoya leşkeran de diçin. Piştre hate tespît kirin ku di yek wesayitên dawiyê de serokê navçeya DTP’ê ya berê Îhsan Bertal jiyana xwe ji dest daye, yên li gel wî jî birîndar bûye.
Di vê bûyerê de tu qesd nîne, bi giştî tesadufeke, bêdiqetiye û bêşensî pêkhatiye. Îhsan Bertalê di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest daye keseke welatparêz, xebatkar û kedkarekî tevgera azadiyê, demokrat û tê nasîne. Ji aliyê me guncav hatiye dîtin ku di bin sîvana siyasî ya tevgera azadiya Kurdistanê de weke şehîd bê îlan kirin. Ji ber vê bûyera girîng ji malbata wî û ji gelê kurd re sersaxiyê dixwazin, êşa wan parvedikin, herweha ji ber vê şaşitiya ku tê de tu qesd û armancek nîne ji malbata wî lêborînê dixwazin.
25 Reşemi 2011
Biryargeha Navendî ya HPG’ê
