HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Îro serdemek heye ku bandorên wê li gelek mijaran hene û ev bandor heta roja îro jî tên jiyîn.

Ev serdem, ku di navbera salên 800 û 200 berî zayînê de hat jiyîn, di dîroka Yewnanistana antîk de û ji wê rojê pê ve di dîtina hemû civakên cîhanê de xaleke veguherînê ya kûr e. Ev serdem, bi awayê ku bi giştî tê qebûlkirin, wekî “Serdema Eksenê” tê binavkirin û cara yekem ji aliyê Karl Jaspers ve hate pêşxistin. Li gorî Jaspers, ev serdem ew dem e ku li erdnîgariyên cuda, bi awayekî hevpar, pergalên fikirê û nirxên exlaqî ji nû ve tên şekildan. Yanî ev pêvajoyeke veguherîna sîstematîk e. Ji ber cihê ku Serdema Eksenê lê hat jiyîn, ji bo ku bandorên wê yên li ser Yewnanistana antîk û bi giştî pergala cîhanê bêne girtin dest, lêkolîneke kûr pêwîst e. Bê fêmkirina vê serdemê, hewla fêmkirina fikra serdest a wê demê û guhertinên di dîtina cîhanê de dê kêm bimîne.

Jaspers Serdema Eksenê wekî serdemekê pênase dike ku mirovahî dest bi pirskirina hebûna xwe dike, ji vegotinên mîtolojîk dûr dikeve û berê xwe dide fikra aqilî. Di vê serdemê de li erdnîgariyên cuda, li Çînê, Hindistanê, Îsraîlê û Yewnanistanê, lêgerînên exlaqî û metafîzîkî bi awayekî hevpar derketine holê. Di nav xalên hevpar de berpirsiyariya ferdî, prensîbên exlaqê gerdûnî, rûbirûbûna bi tirsê mirinê û lêgerîna rastiya dawî cih digirin.

Rêber Apo di Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar dike ku vê serdemê pênc şaxên derketinê hene û van gotinan tîne ziman: “Di vê serdemê de pênc îdeolojiyên komûnal ên mezin derdikevin. Cihê navendî Zerdeştîtiyê pêk tîne. Piştî wê li Çînê Lao Tse, li Hindistanê Budha, îdeolojiya Cihûyan û felsefeya Sokrates tê. Ev pênc derketin jî derketinên li ser bingeha komûnê ne. Hetta ji komûnîzma Marks çil caran zêdetir komûnîst in.”

Ev pênc şaxên ecêb ên di Serdema Eksenê de derketinên komûnal û komûnîst in. Lao Tse komûnaliyê temsîl dike, Konfuçyûs wê dike dewlet. Li wir dîrokeke komûnê, komûnaliye heye. Lao Tse komûnaliya rastîn a bindestan pêş dixe. Konfuçyûs wê aristokratîk dike û dike îdeolojiya dewletê. Di nav Yewnanên Grek de komûnalîstê rastîn Sokrates e. Platon tiştên ku ji Sokrates digire, bi berhema “Dewlet” pêşkêşî aristokrasiyê dike. Berhema Dewlet îdeolojiya dewletê ye. Konfuçyûs revîzyonîstekî dewletê yê mezin e. Çîna îroyîn Konfuçyûstiyê dilîze. Konfuçyûs derbasbûna ji kastê ber bi dewletê ve peyda dike. Mîna ku Platon kir. Jixwe ew di heman serdemê de dijîn. Di Cihûtiyê de jî Suleyman û Dawid ji serî heta dawiyê dewletparêz in, lê Samuel komûnalîstekî ecêb e. Ev perçebûna yekem li sarayan dest pê dike.”

Dema em li ser vê bingehê bigirin dest, dê bê fêmkirin ku ev serdem, ji zanistê heta hunerê, ji edebiyatê heta felsefeyê, di gelek qadên cuda de, wekî Rêber Apo diyar dike, bingeha derketinên komûnîst ên dîrokî û perçebûnan e.

Ger em mijarê bidomînin, me diyar kir ku Serdema Eksenê bi bingehîn li Yewnanistana Antîk hat jiyîn. Li Yewnanistanê Serdema Eksenê di serdema piştî destanên Homeros de dest pê dike. Di vê serdemê de, dema vegotinên mîtolojîk hêdî hêdî girîngiya xwe winda dikin, felsefe û fikra aqilî derdikevin pêş. Em dikarin van guhertinan wiha diyar bikin:

Guhertina di muzîk û helbestê de: Cihê helbestên epîk ên Homerosê celebên muzîkê yên nû girtine ku lîrîzm û hestên kesane tînin ziman. Ev guhartin nîşan dide ku girîngiya tecrûbeya ferdî zêde bûye.

Veguherîna di avahiya siyasî de: Li şûna padîşahiyan bajar-dewlet, ango polis, hatine avakirin. Ev rewş bûye sedema zêdebûna beşdariya siyasî û guhertina rola ferd di jiyana civakî de. Ev guhertin tenê bi vê yekê sînordar nemaye û dikare wekî bingeha pergala siyasî ya ku heta îro hatiye were dîtin.

Jidayikbûna felsefeyê: Taybetmendiya herî girîng a Serdema Eksenê jidayikbûna felsefeyê ye, ku pirsgirêkên bingehîn ên mirov wekî şaxeke zanistê digire dest. Fîlozofên ku bi Dibistana Mîletê, bi Thales, Anaksimandros û Anaksimenes dest pê dikin, hewl dane ku maddeya bingehîn û pêkhatina gerdûnê bi riya aqilê rave bikin. Sokrates felsefe anî kolanan û mirovan teşwîq kir ku bigihêjin zanîna rast. Bi prensîba “Xwe nas bike” girîngiya nirxên exlaqî destnîşan kir. Platon parast ku li gel cîhana hestyar, îdeayên jî hene. Ev teorî fikra ku rastî dikare xwedî aliyekî cuda ji ya em dibînin be, derxist holê. Aristoteles zanista mantiqê pêş xist û pêvajoyên aqilmeşandinê kirin sîstematîk. Bi rêbazên çavdêriya zanistî û dabeşkirinê hewl da ku xwezayê fêm bike.

Bandora Serdema Eksenê li ser Yewnanistana antîk di dîtina cîhanê de guhertinên girîng çêkir. Wiha ye: derbasbûn ji mîtolojiyê ber bi aqilparêziyê ve hate pêkanîn. Cihê xwedayan û çîrokên mîtolojîk, ku heta wê demê awayê vegotinê yê herî bingehîn bûn, ravekirinên aqilî û lêkolînên li hember wan dest bi girtin kirin. Rola ferd di jiyana civakî de zêde bû, fikir û azadiya ferdî derketin pêş. Nirxên exlaqî wek rastî, dad û fezîlet ji nû ve hatin nirxandin û li ser bingehên aqilî hatin danîn. Bi pêşketina çand û têgihiştina hevpar a fikirê di nav bajar-dewletên cuda de, awayekî fikirê yê gerdûnî derket holê.