HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Dîroka mirovahiyê her dem bi pêşketin û veguherînê pêkan bûye. Xwezaya mirovahiyê xwezayeke wisa ye ku xwe dispêre diyardeya civakbûnê.

Bûyerên civakî gelek bandor li ser mirov dike, ji ber wê ne gengaze ku mirov bi serê xwe jiyan bike. Di vê çarçoveyê de mirov herdem ketiye nava hewldan û lêgerîna çima û çawa jiyankirinê.

Li ser vê bingehê mirov her di nava lêpirsîna xwe naskirin, gerdûn, jiyan û hawîrdor naskirinê de bû. Naskirinek dibe pêşketin û pêşketin vediguhere şêwazê jiyana rêxistinkirî. Mirov bi berhemên mîna keşifkirina tiba xwezayî, çandinî, zanist û ziman asteke pêşketinê bidest xistiye. Bi qasî asta pêşketinê, mirov jiyana xwe bi wate dike û debara koma xwe pêktîne. Bi vî awayî jiyana komîn-klan ku xwe dispêre çanda jin-dayîkê ava dibe. Ji ber wê li derdora jin – dayîkê mirov kom dibin û bi awayekî rêz, hurmet û mûcîzewarî nêzî jinê dibin. Jin-dayîk polîtîkaya xwe ya xwarina rojane vediguherîne berhemeke domdar, ev yek bi jinê re hişmendiya jiyaneke aştiyane û civakparêz pêş dixe. Bi vî awayî jin bi enerjiya xwe ya herikbar û domdar bi forma jiyana komînal teşe digre.

Li beramberî vî şêwazê jiyana komînal, derketin çêdibe û komîna yekemîn rastî êrîşên giran tê. Bi pêşketina hişmendiya komên nêçîrvanên mêr re nakokiya yekemîn di navbera jin û mêr de destpê dike. Ev nakokî her diçe mezin dibe heya ku digihêje nakokiya di navbera civak û desthiladariyê ango vediguhere dûbendiya Komîn-Dewletê. Ji dirêjahiya dîrokî heta vê kêliyê li beramberî desthiladarî, zordarî û destdirêjiyê, tevgerên civakî her dem di nava liv û tevgerê de bûne ku bi şêwazê jiyana komînal xwe parastine û jiyana xwe domdar kirine.

Dîroknas û zanistên sosyolojî (civaknasî) her di nava liv û tevgerê de ne ku dîroka civakê nas bikin û jiyana civakê ji bo roja me ya îro ronî bikin. Lê belê teoriya Newton a fîzîkê ku xwe dispêre zanista pozîtîvîst a ku dîroka civakan perçe dike, kategorîze dike, ango mirovên reş-sipî, karker-patron, zengîn-xizan bi vî rengî wan cuda dike û cuda digre dest. Civakên bûne xwedî dewlet û yên nebûne dewlet dibe sedem ku sosyalîzma pêkhatî bi teoriya şerê çînî hilweşe. Bi rêbazên sosyalîzma pêkhatî hewl didan civak û komînalîte biparêzin, lê ne di ferqê de bûn ku wan bi vî rengî civak perçe kirin. Zanyarên civaknasiyê li gor vê rastiya civakî, heqîqet bi awayekî perçekirî pênase kirin. Lê belê bi pêşketina zanista kuantûmê ku her tişt miqabilê veguherînê ye û parçeyê herî biçûk ê herî bi hêze, xwedî bandore û diyarde ye. Ev şêwazê nû yê zanista kuantûmê bi xwe re gelek teorî guhertin, ango dawî li rastiya teoriya mekanîk anî. Ji ber ku nêzîkatiya mutlaqiyet ku tenê li ser esasê îspat kirinê ye, rastiya civakê ronî nake. Heqîqeta civakê hevpare, ango civak ne kole ye û ne kapîtalîste. Rêber APO tespît kiriye ku bi pêşketina kujerê kastîk ku xwe bi forma dewleta Sûmer nûjen kiriye, heta roja me ya îro hatiye û civak xistiye nava rewşeke giran de. Bi vî rengî hewldaye civakê ji jiyana wê ya komînal dûr bixe.

Şerê di navbera sîstema civakî ya komînal û dewletê de her diçe pêş dikeve û ev rewş heya roja me ya îro jî berdewam e. Gelo çima hişmendiya dewletgir ewqasî li beramberî civakbûnê derket?! Gelo mirov bê civak dikare bijî?! Bêguman ev yek ne gengaze. Civakbûn di cewherê xwe de israra di mirovbûnê de ye. Pêkanîna mirovahiya nûjen jî tê wateya di asta herî jor de xwe gihandina mirovahiyê, ji bo wê çi ji kesayet bê xwestin divê di asta herî jorê de xwe bighîne berpisyarî û erka xwe ya mirovahiyê. Her wiha sosyalîzma demokratîk rênîşaneya pergala netewa demokratîke û mirovên azad ên civakparêz diafirîne.

Hezkirin, xwedî li hev derketin, destek dayîna hevdû, bi hev şêwirandin di asta herî jorê de ruhê berpirsyariyê pêş dixe. Ev jî tê wateya sosyalîstbûnê. Ew dem civakbûn ango sosyalîzm jî di cewherê xwe de dualîteya hevsengiyê ya di navbera takekes, civak û xwezayê de ye. Ango dualîte tê wateya şêwir, bi pir reng û pir nêrîn avakirina paradîgmayeke hevpar a jiyanê. Sirra civakbûnê bi xwe jî bi avakirina çanda demokrasiyê ve girêdayî ye. Civakbûn jî xwe dispêre şêweyê jiyana komînal.

WÊ DEMÊ KOMÎN JI BO MIROVAN TÊ ÇI WATEYÊ?! KOMÎN ÇIYE?

KOM di zimanê Aryenîk de tê wateya civat û kombûnê. Komînalîte jî jiyana hevpar a mirovan rave dike. Komîn ku li ser xaka Kurdistanê û li ser bingehê çanda Zagros-Toros’an pêşketiye; gelo mirov dikare bigihê encama ku pergala komîn ji vê axê destpêkiriye?! Dîroka Medan vê yekê piştrast dike ku bi riya yekîtiya eşîre û qebîleyan ku xwe gîhandine yekîtiya komînan, mînaka herî balkêş e ku ji wir belavî cîhanê bûye û civakbûn pêşxistiye. Komîn li beramberî mulkiyet, zordarî, çînîtî û li beramberî zihniyeta zayendperest, netewperest û olperest derdikeve û serî ji desthiladariyê re natewîne. Li beramberî despot û desthiladaran cewherê civakê diparêze. Di vê oxirê de jî bedelên giranbiha dide.

Nakokiya di navbera komîn û dewletê heya roja îro berdewam e. Mînaka vê yekê jî şerên cîhanê yên yekemîn, duyemîn û şerên dijwar ên roja me ku weke şerê cîhanê yê Sêyemîn tê binav kirin. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de her awayî teknîkên xeternak tên bikar anîn û mirov bi awayek bê hesab ji kok û cewherê xwe dûr dikevin. Komên mêr ên desthiladar ku bi nêçîrvaniyê ajal dikuştin û xwîna wan vedixwar, bi demê re êdî berhemên jin-dayîkê desteser dikir. Li ser vê bingehê bi awayekî hovane berê xwe daye civakê û vê carê xwîna mirovan vedixwe, destdirêjî jin û zarokan dike. Di encamê de ev pergala hov a kapîtalîst ne di ferqê de ye ku dara li ser rûniştiye, bi destê xwe dibire û kêm maye bikeve xwarê. Bi vê dijwarî û hovîtiya xwe ya bê serûber pergala xwe bi destê xwe hildiweşîne. Di encama kiryarên kapîtalîzmê de tundî, koçberî, talan, kuştin û tecawiz mîna çandekê, mîna hucreyên penceşêrê belav dibe. Ev kiryar di demên ku qaşo zanist di asta herî jor de pêşketiye, çawa dibe ku mirov ji ber birçîbûnê tên kuştin! Mînaka vê yekê jî şerê li Xeza, Sûrî, Sûdan û Kurdistanê tê meşandin. Şerê ol û mezheban, şerên navxweyî û nijadkujî bê hed û hesab pêş dikevin.

Eger gotin di cih de be, civak bi çavê xwe roja qiyametê dijî û dibîne. Pir balkêş e ku ew zanista li dora jina xwedawend pêşketiye di kêliyên xwe yên wek gulekê ku nû dibişkivî û ew zanist dixiste xizmeta civak û xwezayê, çawa dibe ku îro hişmendiya desthiladar a mêr vê zanista civakî ji destê jin û civakê didize. Ne tenê didize di heman demê de vê zanistê mîna hêzekê li beramberî gerdûn, xweza û civakê bi awayekî hovane bikar tîne.

Bêguman ne gengaze ku xwezaya yekemîn û duyemîn vê pergalê li ser xwe qebûl bike. Dîroka mirovahiyê ku her dem bi awayekî komîn jiyan kiriye û bi pêşketina dîroka civakî ya bi klan, komîn berbi qebîle, eşîr, gund û bajarvaniyê ve çûye, bi şêwazê civakî forma xwe girtiye û sîstema xwe bi xwe rêvebiriye. Di cewherê xwe de xwe parastiye. Heta ji bo xwe li hemberî zihniyeta faşîst û talanker biparêzin û nekevin bin serweriya wê de bi şêweyê qebîleyan destpêkê xwe li çiyan parastine û li ser wê bingehê heya roja me ya îro tevî ku ji cewherê xwe dûr ketiye, lê sîstema qebîle û eşîr ya komînal mîna kevneşopiyekê berdewam kiriye. Dewlet, civakê dike du perçe ango bi avakirina dewletê, civaka bindest û serdest tê avakirin, ku ev zihniyet heta roja me ya îro bi navê zihniyeta mêrê desthiladar bi serkêşiya kapîtalîzmê hatiye pêşxistin. Sîstema kapîtalîst ku bîrdoziya xwe dispêre netew-dewletê, armanca xwe ewe ku civakê bê kok bihêle, bixe xizmeta xwe de û bi vî rengî wê ji dîrok, çand û hafizeya wê dûr bixe. Ji ber wê li seranserî cîhanê gelan li hember vê pergalê serî hildane, xwe bi rêxistin kirine û xweseriya xwe ya civakî parastine.

 Ji serdema jin–dayîkê bigre heta tevgerên gelêrî ku bi riya olên yek xwedayî ji xiristiyan û misilmanan heta zerdeştî, şêx bedredîn û Karmatiyan her tevgerek armanca xwe ew bû ku civakê bi zanist bike û bi rêxistin bike. Her wiha li ser esasê nirxên komînal hewldan nûmûneya jiyana komînal biparêzin. Weke mînak di tevgera Karmatiyan de ku B.Z 870 û 170 mîladî ku nêzî 200 sal sîstema wê berdewam kiriye, bi şêwazê sîstema komînal civak birêxistin kiriye. Li ser vê bingehê mulkiyeta taybet ji nava xwe rakiribû û di nava komînê de jin pêşengî dikir. Şêwazê jiyana komînal bi vî awayî jiyanî dibû.

Di heman demê de hevpeymana El-Medîne jî heye. Ev hevpeymana ku hezretî Muhemed danezan kiribû, xwe disparte 48 madeyan ku madeya wê ya herî diyar û bi bandor ya yekemîn e. Ew jî xala El-mûadele ango edaleta civakî bû. xala duyemîn El-Marîfa ku tê wateya bi awayekî zanistî hemû pêkhate hev naskirin û hevbeş jiyan kirin û qîmet dayîna hevdû. Xala sêyemîn Aldîfa, tê wateya ku hemû ol, gel li beramberî parastina bajarê El-Medîne berpirsyar in. Ev jî tê wateya komîna ku jiyana xwe li ser nirxên civaka exlaqî û polîtîk ava dike.

Di dîroka Yûnan de jî mînaka felsefeya xwe zanîn a Sokrates dibe rojeva civakê. Bi riya diyalog û sohbetên komî ev nîqaş vediguhere civatbûnê. Sokrates bi vê civatbûnê zihnê mirovan fireh dike û asta xwe lêpirsînkirinê dighîne asta herî jor. Ev yek jî di asta jiyana azad û exlaqê civakî de dibe mijara ku civak çanda xwe û hebûna xwe lêpirsîn bike û bi awayekî komîn li hev bicive û civakbûna xwe li ser nirxên exlaqî û polîtîk bi zanist jiyan bike.

 Hemû tevgerên ku derketin armanca xwe parastina cewher û exlaqê civakê bû. Tevgerên gelêrî ku xwe dispêrin hêza civakê bi parastina mafên xwe yên xwezayî serî hildane û tekoşîn meşandine. Armanca van tevgerên civakî xwe disparte rastiya hebûn û çanda xwe. Mînaka vê yekê jî şoreşa Fransa, Spanya û pergala Sêwîsra bû. Armanca wan ew bû ku bi rêbazên nûjen pêşengî bikin, daxwazên gel bi rêxistin bikin û siberojeke bi ewle û azad ava bikin. Weke mînak Şoreşa ku li Fransa di sala 1847’an de bi pêşengiya gundiyan li hemberî desthiladarî pêşket. Ji ber bê karî û ne wekheviyê, bi durûşmeya Nan û kar tevgerên civakî pêşketin. Mirov dikare bêje ku ev tevgerên civakî di wê demê de bi hêz bûn. Şoreşa Fransa ku di sala 1870-1871’an de ji nûve ava bû, her ku çû careke din veguherî şoreşeke civakî û sîstema bi navê komînên radîkal ên serbixwe li bajarê Parîsê ji milê çalakvanan ve hate ragihandin. Sîstema komîna Parîsê li ser esasê vîna gel xwe sazkir. Ji karkeran, jin, ciwan, zarok, pijîşk û cotkaran bi riya hilbijartinên demokratîk endamên komînê dihatin hilbijartin. Di sazkirina komînê de xala herî girîng jî ew bû ku xweparastin mijara sereke ya hemû endamên komînê bû. Di warê olî de her kes dikare ola xwe bijî, lê ol divê veneguhere amûreke polîtîk kirinê. Lê belê hêzên desthiladar di encama tifaqa di navbera Napolyon û Almanya de komîna Parîs dorpêçkirin û bi rengekî hovane êrîşê komînên Parîsê kirin. Her çiqas hêzên tevgerên civakî serî netewandibin jî, lê di encamê de komîna Parîs ku 71 rojan li ber xwe da, nêzî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Ev komîn pir zû rastî êrîşan hat û bi vî rengî sîstema komîna Parîsê rastî hilweşandinê hat. Gelo çi bû sedem ku komîna Parîsê bi ser nekeve? Mijara herî sereke ne avakirina otorîteya komînê bû. Xala duyemîn jî di warê rêxistinkirina komînê de lewazbûn hebû. Her wiha pirsgirêkên pêşengî û ne pêkanîna rêbazên demokratîk hebû û pergala xwe berfireh nekirin jî hebû. Ji ber vê sedemê Komîna Parîs rastî hilweşandinê hat.

 Şoreşa October ango şoreşa Cotmehê ku sala 1917’an li Rûsya pêşket, bi awayek berfireh civak girte nava xwe, di pêşengiya jinan de pergala demokratîk bi forma komîn pêşxist û bi her awayî bi xwe xwe rêve birin. Ev bû pergal bû mînak û bandorekî gelek mezin li tevahiya cîhanê kir. Bi taybet pergala perwerdê ku bi awayekî hevsengî di navbera teorî û pratîk de yekbûnek ava kiribû, bû mînakek herî bi bandor. Her wiha di warê çandinî û komînalbûnê de di warê şerê netewî û destekdayîna tevgerên navnetewî de, bû mînaka herî bi hêz a vê şoreşê. Lê sedema neserkeftina vê şoreşê ruxmî gelek berdêl û kedên mezin mijareke lêkolîn û lêpirsînê ye. Gelo çima ev pergal hilweşiya?! Dema mirov şîrove bike, mirov dibîne ku sedema hilweşandinê bi vî awayî ye; ya yekemîn ferqa di navbera sîstema kapîtalîst û modernîte de nedîtin. Ya duyemîn bi hişmendiya dewlet-netew û bi rêbazê wê civakê rêve birin, ev jî bû sedem ku hevgirtin neyê çêkirin. Ya sêyemîn ji bo avakirina aborî û pîşesaziya xwe, bi awayekî bi sîstema kapîtalîzmê re ketin nava reqabetê de. Xala çaremîn jî sekna kadroyên pêşeng ku bi tarzekî bîrokratîk tevgeriyan, ez navendîbûn esas girtin û her tişt tenê ji bo Sovyetê esas girtin. Ev jî bû sedem ku şoreşa Sovyet di hundur de rastî rizîn û hilweşandinê were.

 Luxza Swîsra, gelê ku li serê çiya û gundan dijî, heya roja me ya îro de bi sîstema xwe ya demokratîk tê naskirin. Dîroka Swîsra xwe dispêre tevgerên civakî yên ku li beramberî sîstema navendî gelek tekoşîn dane meşandin. Li ser vê bingehê çi di warê şerê navxweyî, çi jî li beramberî desthilatdaran têkoşiyan. Sîstema komîn an jî weke kanton bi pêşengiya şoreşgeran li gundan li cihên bilind hatibû avakirin. Di sala 1847’an de di encama hevpeymanekê de destûra demokratîk hate pejirandin. Li ser vê bingehê pergaleke pir netew, pir zimanî û pir olî, di bin sîwana pergala demokratîk de bi awayek fermî hate ragihandin. Sîstema Swîsra ku salên dirêj xwe spartiye demokratîkbûnê, mirov dikare bêje ku nêzî sîstema netewa demokratîke. Lê Mijara herî girîng ewe ku di hundur xwe de teng maye û pergal veneguhestiye tevahî cîhanê. Ji bo wê şoreşek her çiqas bi tevlêbûna gel pêş bikeve, lê heger veneguhere rêxistineke pergala demokratîk a civakî, ew dem di cewher de encam wê bibe desthiladarî.

Mînaka Îskoçya: Rêbertî sîstema Îskoçya weke sîstemeke netewa demokratîk pênase dike. Di sala 1998’an de Îskoçya wek rêveberiya xwecihî hate ragihandin. Li ser bingehê tifaqeke ku mafên gelan nas dike û li ser esasê rêvebirina siyaseta demokratîk û çanda gelan xwe bi rêxistin dike. Sîstema Îskoçya di warê dîrokî û rêveberiya demokratîk de, bi sîstema xwe ya xweser modeleke serwext e.

Her wiha di warê erdnîgarî û aborî de, bi taybet jî petrol û xaza xwezayî ku li wir zêde ye, bi rengek xwezayî bi awayekî xweser aboriya xwe jî rêve dibe. Îskoçya xwedî risteke ku sîstem û rêvebirina xwecihî esas digre. Bi taybet di qadên tendurustî, edalet û çandî de xwedî biryar e. Lê belê di warê parastin ango ewlekariya giştî û diyarkirina polîtîkaya derve de parlementoya Îngîletere xwedî biryar e. Sîstema parlemento ya Îskoçya ya ku di sala 1999’an de xwe bi rêxistin kiriye û xwe dispêre pergala xwecihî, ewlekariya xwe ya hundurîn bi rêxistin dike. Her wiha di warê edaleta civakî, tendurustî û şaredariyê de xwe bi awayekî xweser bi rêxistin dike. Her wiha ew rêxistin an meclîs yasama ya herî bilinde ku li ser esasê perwerde, xizmetgûzarî, saziyên zarokan, rêveberiya xwecihî, her wiha rê çêkirin, spor, saziyên çand û hunerê, ev yek bi riya aboriya xwe ya xweser û bac girtinê ve xwe bi rêxistin dike. Her wiha di warê rêveberiya siyasî de pêwendî di navbera şaredarî û rêveberiya xwecihî de heye. Erka konseya şaredariyê ewe ku di warê perwerde, weke mînak diyarkirina polîtîkaya perwerdê, saziyên zarokan, saziyên temen mezin, spor, pîrtûkxane, diyarkirina maliyê, çi ji parlemena giştî ya Îngîltera, çi jî diyarkirna maliya xwe ya xweser bi erka xwe radibe. Endamên rêveberiya şaredariyê bi vîna gel tên hilbijartin. Di warê sîstema hiqûqî de bi awayekî xweser sîstema xwe ya hiquqî bi rêve dibe. Her wiha di warê zanîngeh û Akademiyan de xwedî sîstemeke xwesere û li tevahiya cîhanê tê naskirin. Lê belê erêkirina sîstema perwerdê bi riya parlementoya Îngîltere tê erê kirin. Di heman demê de têkiliya saziyên Îngîltere û Îskoçya wek saziyên parastin, têkiliyên derve û saziya aboriyê bi awayekî hevbeş dixebitin. Lê belê saziyên Îskoçya di nava sîstema Îngîltera de cih nagrin. Her wiha sîstema xwecihî serbixwe ye, lê belê di warê parastina netewî de her kes berpirsyar e. Konseya gel jî rola wê ewe ku di warê şêwirandinê de di navbera rêveberiya xwecihî û gel de rista xwe dileyîze. Lê belê ne xwedî hêza biryarê ye. Di warê partiyên siyasî de hemû partiyên siyasî di nava sîstemê de rista xwe dileyîzin û nûnertiya wan di nava parlementoya giştî ya Îngîltere de heye. Ev nûner di heman demê de di nava parlementoya Îskoçya û di nava rêveberiya xwecihî de cih digrin û rista xwe dileyîzin. Tevgerên jin û ciwanan ji bo mafên jinê û wekheviya di navbera zayendan de xwe bi tevger dikin. Her wiha tevgerên ciwanan gotûbêj dikin û pêşniyarên xwe ji bo parlementoya Îngîletera dişînin û biryara dawî li wir tê girtin. Her wiha têkiliya di navbera parlementoya Îskoçya û parlementoya Îngîletere paralel e. Her çendî biryarên xwe bi xwe digre, lê belê di hinek mijaran de biryara herî dawî parlementoya Îngîletere dide. Bi awayekî giştî dema em sîstama Îskocya binirxînin em dibînin ku modeleke netewa Demokratîk temsîl dike. Ji ber ku gelek çand, gelek ziman, ol, bawerî û çand di nava hev de dijîn. Li ser vê bingehê bi qasî ku gel vîna xwe di nava pergalê de temsîl dike, ewqas hêza demokrasiyê bi hêz dibe û rola desthiladariyê ya dewletê bê bandor dibe. Di heman demê de modela dewlet+demokrasî bi saz dibe.

 Di salên borî de li welatên Ereban pêla serhildanên Bihara Gelan li Tûnis, Misir, Lubnan û li Sûriyê pêş ket. Lê mixabin ku serhidanên gel ên ku li hemberî desthiladariya dewletgir derketin, ev serîhildan û raperîn ji destê gel hatin dizîn û veguherîn şerên desthiladariyê. Bi vî rengî şoreşên gelan ji armanca xwe dûrketin û nema karîn veguherîneke bingehîn pêk bînin. Ango nekarîn şoreşa civakî, siyasî, hunerî, şoreşa ruhî û parastina cewherî pêk bînin. Ji ber wê yekê şoreşa bihara gelan veguherî zivistana gelan û êdî şoreş pêk nehat.

 Tevgera azadiya gelê Kurd bi felsefeya Rêber APO jiyana komînal li beramberî zihniyeta dewletê bi formûleke nû ango bi şêwazê Dewlet+demokrasî, şoreşeke zihnî pêk anî. Ev paradîgmaya nû xwe dispêre pergala komînalîteyê ango bîrdoziya sosyalîzma demokratîk îfade dike.

Di roja me ya îro de pirsgirêkên civakî çi di warê Aborî, koçberî, destdirêjî, pirsgirêka jin-mêr û pirsgirêkên malbatî her diçin kûr dibin. Lê belê pergal û modelên heyî ji van pirsgirêkan re nabin çareserî. Ji ber wê hewcedarî bi sîstemeke xwe sipartina cewherê civakê heye. Ango pêwîstî bi modela komînal heye, modela komînal a ku Rêber APO weke Yekîtiya Komînên Demokratîk pênase dike raste rast rêvebirina civakê esas digre. Ev pergal jî li ser vê bingehê ava dibe; 1-Hemwelatiya Azad 2- Civaka Demokratîk, 3- Rêveberiya Herêmî ya Berfireh, bi awayekî şênber şaredarî ye. Ev modela nû yek bi yek pirsgirêkan jinûve digre dest û rêyên çareseriyê peyda dike. Vê yekê jî bi rêbazên komînal û hevbeş pêk tîne. Komîn bi projeyên xwe yên nûjen û bi vîna gel li beramberî hişmendiya pergala kapîtalîst xwe bi rêxistin dike, bi awayekî demokratîk jî xwe bi rêve dibe. Ji dûrî qalib û qanûnên cemidî, rêbaz û rêgezên etîk-estetîk ji bo xwe esas digre. Bi şêwazê rêvebirina siyaseta demokratîk a civakî, hişmendiya dewlet û desthiladariyê vala derdixe.

Komîn bingehê avakirina sîstema demokratîk a komînale. Wekî ku Rêbertî jî dibêje; “Şaneya kok a qada civakî xwe dispêre komûnê. Komûn tê wateya civakîbûnê. Tenduristî, perwerde, ziman, çand, dîrok û spor, di her qadê de wê komûn ava bibin. Dikarin di asteke muazem de komûnên ziman, dîrok û felsefê werin ava kirin”.

Her wiha malbat, eşîr û qebîle pêkhateyên bingehîn ên sîstema komînalin. Têgîna civaka exlaqî û polîtîk li dijî têgîna dewletê ye. Mînaka vê yekê jî îro li ser rûyê erdê hatiye pratîk kirin, weke mînak li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr, Şengal û li Rojava heya astekê ev modela civakî hatiye pratîk kirin. Bi taybet li Bakur Rojhilatê Sûrî bi riya perwerde, komcivîn, semîner, diyalog û bi pêşxistina çand û ziman, tevlêbûneke xurt ji şoreşê re çêbû. Li beramberî sîstema Baas gel asteke zanebûn û rêxistinbûnê qezenc kir û têkoşîneke dijwar hate meşandin. Her wiha di encama têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de, hêza xweparastinê bi awayek xurt û berfireh hate avakirin. Ev hêza parastina gelên bakur-Rojhilatê Sûrî salên dirêj li hemberî rejîma Baas û çeteyên DAÎŞ’ê li berxweda. Li ser vê bingehê gelên Rojava û bakur-rojhilatê Sûrî pergala xwe ya Rêveberiya Xweser a civaka demokratîk ji tevahî cîhanê re ragihand. Bi vî rengî pergala komînan a rêvebirina civakê hate rêxistinkirin. Bingehê civakê bi rêxistinkirina tax, gund û bajaran sîstema komîn hate rêxistin kirin. Gel cara yekmîn bi vîna xwe komînên xwe bi rêve birin, nûnerên xwe bi xwe hilbijartin. Pergala xwe ya rêveberiya xweser rêve birin. Her çendî yekemîn tecrûbe jî be, lê sîstema xwe rêvebirinê ketiye meriyetê û hemû pêkhateyên Bakûr Rojhilatê Sûrî weke Kurd, Ereb, Çerkez, Ermen û Aşûrî vîna xwe bi xwe temsîl dikin. Ol û baweriyên Misilman, Xiristiyan, Elewî, Êzîdî di nava pergala rêveberiya xweser de tên temsîl kirin. Ji ber wê her pêkhate bi berpirsyariya xwe ya xwezayî li ser esasê hevpeymana civakî li hev dikin û xwedî li sîstema xwe ya rêveberiya xweser derdikevin. Lê ev nayê wê watayê ku avakirina sîstema komîn li gorî armanca xwe hatiye rêxistin kirin. Li ser vê bingehê nebesiyên ku em dikarin binirxînin bi vî awayî ne; bi awayek stratejîk li pergala komînan meyze nekirin, ango bi awayekî taktîkî nêzîkatî pêş dikeve. Her wiha sîstema komîn tam pêk neanîn. Ango her endamên saziyan cihê xwe di nava pergala komînê ya taxa xwe an jî gundê xwe de nagrin. Ev yek dibe sedem ku qutbûn di nava tevahî sazî û komînan de bê çêkirin. Her wiha endamên saziyan xwe li hember komînan berpisyar nabînin. Ev yek jî çavkaniya xwe ji baş fêm nekirina pergala komînan digire. Kesek ku li gund an jî li taxê endamê komînekê be, di heman demê de dikare bibe endamê sazî an jî rêxistinbûneke din jî. Pergala komîn û saziyan ji hev qut kirin, tê wateya nêzîkatiyeke pozîtîvîst. Ev jî dibe sedem ku nêzikatiya endezyariya civakê pêşbikeve, bi vî rengî jî ferasetên desthiladariyê, ez navandî û bîrûkratîk pêş dikevin. Feraseta parçekirinê dibe sedem ku pergala civaka demokratîk ji hev were perçekirin û negihêje şêwaz û armanca xwe ya ruhê komînal. Lê belê rêbazê dualîteyê dibe sedem ku mirov karibe pergala xwe ji nûve bigre dest û xwe ji nûve ava bike. Heger rêbazê nirxandina tecrûbeyên ku hatine qezenckirin were esas girtin, ders jê were derxistin û bi riya diyalogan çareserî pêş bikeve, wê plan û bernameyên bingehîn ji bo civakê werin diyarkirin.

Li Bakûrê Kurdistanê jî li ser bingehê ragihandina Konfederalîzma Demokratîk dewleta Tirk a dagirker êrîşên hovene li dijî gel pêk anî, lê pergala civaka komînal bi awayekî rêxistinkirî tê meşandin. Di warê şaredariyan, rêvebirina herêman, rêxistinkirina jîngehparêzan û avakirina meclîsên gel dihêle ku pergala civaka demokratîk xwe berde nava rehên civakê. Bi riya partiyên siyasî, zanist, çand û hunerî em hewl didin pergala civaka demokratîk a ku xwe dispêre tevahî pêkhateyan pêşde bibin.

Her wiha li Şengal ku gelê herî kevnare û bingeha xwe komînale, çanda komînê heya roja me ya îro parastiye. Li ser vê bingehê sîstema komînal mîna enerjiyeke herikbar xwe belavî hemû kok û şaxên civakê dike.

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî nirxên komînal gelek li pêşin. Em dibînin ku dilê civaka xwezayî îro di navbera herdû çeman de lêdide, her çiqas sîstema dewlet netew li ser gel polîtîkayên bişaftinê bi rêbazên zirav ferz dike, lê gel civakbûna xwe bi nirxên çanda komînal heta roja me ya îro diparêze. Ji ber wê yekê pergala komîn herî zêde bi awayek xwezayî di nava civak û gelan de pêk tê. Ev jî nîşan dide ku pergala Netewa Demokratîk pergala herî rast a ji bo civaka ye.

Modernîteya demokratîk li ser sê lingan xwe saz dike û lingê yekemîn Netewa demokratîk e. Rêber APO jî dibêje heger neteweya demokratîk ku tê wateya “komûna komûnan” were pênasekirin, ev tê wateya bi vîn û hêza xwe ya cewherî bê ku xwe bispêre dewletê, pergala xwe ya jiyanê diyar dike û bi xwe xwe rêve dibe. Bi vî rengî hemû civak dikare di nava vê pergalê de cihê xwe bigre.

Lingê duyemîn ê modernîteya demokratîk: li dijî endûstriyalîzmê eko-endûstrî ye. Weke ku Rêbertî jî dibêje; “Ji ber kapîtalîzma heyî, hemû xweza ji îstîsmarê re vebûye û nirxê zêde tê hilberandin. Endûstriyalîzm di xespkirinê de rêbaza herî qirêj a kapîtalîzmê ye.” Li dijî cinawirekî wiha yê kapîtalîzmê avakirina pergaleke eko-endustryal, yanî komîna ekonomiyê pêşxistin civak dikare debara xwe bike.

Ekonomî ku tê wateya debara malê û bi destê jinê hatiye hilberîn, mixabin ku îro jin ji vê yekê bi darê zorê hatiye dûrxistin. Ji ber wê pêwîst e careke din jin di nava pergala modernîteya demokratîk de pêşengiya aboriya komînal bike. Jin dikare bi cewhera xwe ya wekhevî û edaletê pêşengiya aboriyeke xwe bispêre xwezayê bike.

Lingê sêyemîn ê modernîteya demokratîk; li dijî civaka kapîtalîst civaka demokratîk/komûnal avakirine. Ango ji nûve zindîkirina cewher û nirxên civakê ye. Bîrdoziya pergala kapîtalîzmê Lîberalîzm xwe dispêre azadiya takekesî û di heman demê de ferd ji civakê qut dike. Ango li dijî civakbûnê ye. Li beramberî vê hişmendiya kujerê kastîk, Rêbertî pergala komînê pênase dike ku komûn xislet û karakterê civakê ye. Komûn tarzê hebûna civakê ye, civak li ser vê bi gewde dibe. Komûn di cewher de hem dibe temsîla azadî û wekheviyê hem jî xwediyê taybetmendiyên demokratîk e.

Her wiha taybetmendiyên komînê xwe dispêre rêgeza sosyalîzmê û sosyalîzma komîn li ser rêgeza demokrasî xwe bi rêve dibe. Ango komîn bi xwe xwe gotûbêj dike û di derbarê şêwazê jiyana komînal de proje û biryar digre. Her wiha hemû xebatên civakî bi riya komûnan dikarin xwe bi rêxistin bikin. Ev jî tê wê wateyê ku divê hemû sazî û rêxistin bi hev re di nava têkilî û pêwendiyê de bin. Her çendî her komîn xweserbûna xwe hebe jî, lê di heman demê de dibin endamên komîna tax an jî gundê ku lê jiyan dikin û li hember wê xwe berpirsyar dibînin. Bi vî rengî wê xwîn di gewdeyê de bi awayekî rehet biherike û jiyan bi şêwazek dînamîk û herikbar rêve biçe.

Sîstema komîn li ser hîmên bingehîn ên civakê xwe bi rêxistin dike. Bêguman çawa ku komîna yekê li derdora jin–dayîkê li ser axa Kurdistanê pêşket, îro jî bi şoreşa duyemîn û bi pêşengiya jin, careke din li ser axa Kurdistanê jin pêşengiya Yekîtiya Komînên Demokratîk dike. Em dikarin bal bikşînin ser çend mînakên komînên ku em ava dikin;

Komîna Jina Azad: Çawa ku jin– dayîk bi enerjiya xwe ya herikbar zanista jiyana komînal li derdor civaka xwe pêşxistiye, îro jî wê jin pêşengiyê ji avakirina komînan re bike. Bi taybet bilindikirina zanista jinê Jîneolojî, her wiha xwe, hebûna xwe naskirin, rêxistina civakê li ser bingehê zanista civaknasiyê xurtkirin wê bi pêşengiya jina azad pêkan bibe. Di warê xwe parastina li hemberî pergala mêr de, sîstema komînên xweser avakirin û ji bo jinan qadên azad avakirin pir girîng e. Qadên azad ên jinan li hemberî rastiya zilamê serdest, li hemberî zextên malbatê, qadên xweser avakirin armanca sereke ye. Komînên xweser û qadên azad ên jinan avakirin, ji bo avakirina civaka komînal xwedî roleke diyarker û sereke ye. Çi di warê avakirina aboriyê de, çi jî di warê parastina cewherî, Akademî, perwerdekirina zarokan, çand û hunerê de komînên jinan xwedî roleke sereke ye.

Komînên Zarokan an jî berpirsyariya komîn a li hemberî zarokan: Zarok bingehê avakirina pêşeroja civakê ne. Lê ji ber hişmendiya dewletperest, zayendparêz ku di nava malbatê de pêş dikeve, zarok nikare bi awayekî tendurust jiyan bike û xeyalên xwe yên azadiyê bijî. Ji ber wê zarok ne bi sîstema malbat û ne jî bi sîstema dewletgerî nikarin werin mezin kirin. Zarok wê di nava sîstema komînê de werin perwerdekirin û mezinkirin.

Komîna Parastina Cewherî: Hêmana herî bingehîn a sîstema komînal, rehendê wê yê parastinê ye. Xwe parastin ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja me ya îro diyardeyeke zindî ye. Civak ku bi salên dirêj bi şêwazê komîn jiyana xwe domandiye, her dem li hemberî her awayî tehlûke û xeteriyan sîstema xwe ya parastinê ava kiriye. Di vê wateyê de di nava sîstema komînan de xweparastin mijareke jiyanî û girîng e. Li her tax, gund û bajarî û heta her komîn divê bi feraseta xweparastinê li hemberî her awayî êrîşên muhtemel zanibe çawa xwe biparêze. Parastina cewherî pêşxistin û bi ruhê komînal xwe bi rêxistin kirin pêwîst e di nava hemû beşên civakê de were esas girtin. Bi taybet pêvajoya ku em jiyan dikin, şerên bi balafirên bê mirov, çekên kîmyasal, fosfor, hewldanên şerên navxweyî û pêşxistina zakaya çêkirî, bombardûmaneke dijwar li ser civakê pêk tê. Gel bi darê zorê ji cih û warê xwe tê koçber kirin. Bi vî awayî hewl didin pergala civakî belav bikin. Çand û dîroka civakan tune dikin û bi riya fihûş û madeyên hişbir, ferdên civakê bê hiş dikin. Li hemberî vê hişmendiya kapîtalîst di asta herî jor de xweparastin pir girîng û jiyanî ye. Lê em baş dizanin ku ti buyer, rewş û êrîş ji civakbûnê meztir nîne. Her çendî bi rêbazên herî kirêt ên şerê taybet êrîş bikin jî, lê civak her li berxwe dide û hebûna xwe diparêze.

Di Sîstema Komîn de Rola Qebîle û Eşîran: Dîroka eşîr û qebîleyan dîrokeke kevnare. Bi texmînî dîroka wê vedigere nêzî 5000-6000 sal B.Z. Qebîle û eşîr li ser esasê civaka komînal xwe bi rêxistin dikin. Çanda civaka komînal çandeke gelek bi hêz bû. Weke mînak: takekes ji bo eşîra xwe şer dikir û hevdû diparastin, her wiha qebîle an eşîr jî ji bo parastina ferdên xwe hewldan û berxwedanên mezin raber dikirin. Mirov dikare bêje ku sîstemeke hevparêz hebû. Ango ferd ji bo eşîrê, eşîr jî ji bo ferd xwe feda dikir. Lê belê çawa ku yekemîn êrîş li beramberî komîna jin- dayîkê pêşket, êrîşa duyemîn jî li beramberî qebîle û eşîran pêşketin. Li hemberî van êrîşan jî civakê bi şêweyê qebîl û eşîran xwe bi rêxistin kirin û asta xweparastinê bi awayekî xurt pêşxistin. Di roja me ya îro de jî rola eşîr, qebîleyên ku berdewamiya nirxên komînalin, dikare vegere vî cewherê xwe yê resen û bibe hêza pêşeng a civaka komînal. Ji ber ku îro hêzên hegemonîk ên ku xwe dispêrin zanista pozîtîvîst rola qebîle û eşîran berovajî kirine û bi rêbazên şerê taybet hewl didin eşîr û qebîleyan ji hev bixin û wan bixin bin xizmeta berjewendiyên xwe de. Lê belê di nava paradîgmaya civaka komînal a demokratîk ku bi navê Yekîtiya Komînên Demokratîk jî tê naskirin, qebîle û eşîr dikarin nûnertiya xwe bikin û bi hevgirtineke xurt her awayî êrîşên şerê taybet ên hêzên hegemonîk vala derxin.

Şaredarî: Weke Rêbertî di manîfesto de daye nîşandan; “Bi rêya şaredariyan jî civaka komînal dikare were tevgerkirin”. Ji tevgerên şaredariya demokratîk ku nûnertiya bingehîn a rêveberiya xwecihî dike bigre heta komînên gund û taxan, kooperatîf û saziyên civaka sivîl û mafê mirovan, mafê zarokan, tevgera ciwanan û tevgera azadiya jin, heta rêxistina aborî û mafê ajalan mirov dikare civakê bi awayek berfireh bi rêxistin bike.

Li gorî van pênaseyan tê xuya kirin ku rista şaredariyan di rêvebirina civakê de gelek girîng e. Lê ji milê zihniyeta dewletgir, şaredarî ji naveroka xwe hatiye vala kirin. Di rastiyê de şaredarî pergaleke xwe dispêre bingehên komînal. Lê belê sîstema netew dewletê şaredarî jî veguherandiye navenda çavdêriya polîswarî. Ji bo wê jî hertim zilamên xwe di nava şaredariyan de bicih dike da ku 24 seatan di bin çavdêriya xwe de bihêle. Her wiha rêveberiya şaredariyan bi awayekî demokratîk nayê hilbijartin. Dijberî wê ji aliyê dewletê ve tê tayînkirin û sîstema şaredariyê ya rejîma dewletgir ji civakê qut pêk tê. Ango îradeya civakê tune tê hesab, heta dewlet mafê xwe dibîne ku bîne ser erk û ji erk bigre. Lê şaredarî wekî ku Rêbertî di parêznameyên xwe de pênase kiriye, dikare bi riya tevgerên Şaredariyên Azad xwe bi rêxistin bike. Ji bo wê qada herî girîng ku were demokratîk kirin, qada şaredariyê ye. Ev jî di heman demê de nîşan dide ku pêdivî bi veguherîneke demokratîk heye. Gund, bajar û gundewarên çiyayî dibin bingehên herî bi hêz ji bo avakirina çanda demokrasiyê. Ji ber wê yekê gava yekemîn ku hewcedare bê avêtin ewe ku gel bi xwe, bi vîna xwe nûnerên xwe diyar bike, ango rêveberiya civaka komînal diyar bike. Heger gund û bajar bi çanda demokrasiyê jiyana xwe bi rêve nebe, ne gengaze ku şaredarî demokratîk bibe. Ji ber wê gelek girîng e ku em li ser pergala şaredariyê û saziyên girêdayî wê rawestin. Li ser vê bingehê rista şaredariyê ewe ku hemû jiyana civakê bi riya têkiliyên di navbera komîn û şaredariyê de bi rêxistin bike.

Şaredariyên gund û bajaran divê bi awayekî hevseng û demokratîk di nava diyalogê de bin. Dikarin girêdayî şêweyê rêvebirina jiyana gund û bajarê xwe û jiyana civakî pirsgirêkên civakî û xwezayî bi rêya nîqaşên demokratîk çareser bikin. Her wiha divê biryarên komînê bi awayekî rasterast parve bike û pêwîstiyên xwecihî pêk bîne. Her wiha şaredarî û meclîsa bajêr bi awayekî hevbeş hemû pêdiviyên civakê bi rêxistin dikin. Weke mînak, di warê perwerde, avakirina akademî û saziyên perwerdê, di warê xizmetgûzarî, dîplomatîk û di warê aborî, tenduristiyê de pêwîst e hemû bi awayekî hevbeş xwe bi rêxistin bikin da ku li beramberî ferasetên zayendperest, netewperest û desthiladariyê de şaredarî were parastin û nekeve bin serweriya hêzên desthiladar de. Her wiha şaredarî di navbera civak û dewletê de bi rola pirê radibe. Lê xala herî girîng ewe ku divê rola civakê cemidî nemîne. Her wiha li ser bingehê parastina xwezaya gund û bajaran divê em bi projeyên çandina daran, paqijiya hawîrdor û bi awayekî hevbeş alîkarî dayîna hevdû veguherînin çandeke jiyanê. Bi vî rengî çanda demokrasiyê bi awayekî xwezayî ava dibe. Lê belê ji ber şer, talanî û bikaranîna madeyên kîmyasal, her wiha ji ber pirbûna maşîne, fabrîka û qirêjiya hawîrdor xweza û mirovahî bi felaketeke mezin re rû bi rû dimîne. Belediye ango şaredarî bi riya civakê sîstema komîna şaredariya azad berfireh dike û dibe cihê nîqaş û biryarên kolektîf. Ji bo wê bedewî û xemla bajar, tax û gundan pêwîst e hemû ferdên civakê bi awayek hevbeş û kolektîf bikevin tevgerê, kar û xebat bidin meşandin.

Aboriya Komînal: Pergala civaka demokratîk ji bo di çarçoveya civakeke exlaqî û polîtîk de pêşbikeve, di çarçoveya polîtîkayên aborî yên xwe dispêrin bingehên demokratîk, divê koperatîf bên pêşxistin. Ji bo avakirina pergaleke aboriya demokratîk erka sereke ya ku divê bê kirin bi riya koperatîfan aboriya ku ji destê civakê hatiye girtin, em dîsa bixin malê civakê. Wateya peyva koperatîf jî komeke mirovên ku hatine gel hev û di nava piştgiriyê de pêdiviyên xwe pêk tînin. Koperatîf ew tevgerên aboriyê ne ku xwe naspêrin ti çîn an jî girseyan û li ser bingehê pêdiviyan bi hev re dixebitin. Ji bo avakirina pergalên koperatîfan divê rola pergala demokratîk di avakirina civakî de rast bê fêmkirin. Li cihê ku pergaleke demokratîk nîn be, pergala koperatîfan nikare bê pêşxistin. Li beramberî êrîşên li ser civakê ger koperatîf rast bên pênasekirin û xebitîn di rêjeyeke mezin de wê ji pêdiviyan re bibe bersiv û êrîşên aboriyê wê vala bên derxistin. Pergala koperatîfan ji her milî ve pêdiviyên gel diyar dike û van pêdiviyan bicih tîne. Koperatîf bi qasî ku xwe dispêre hêza cewherî ya civakê ewqas jî pirsgirêkên birçîbûn û bêkariyê çareser dike. Weke mînak xwezaya Kurdistanê bi taybet ax û ava wê bi berekete. Weke mînak ji bo koperatîf bi awayekî pratîk were pêşxistin, divê ji bo wê gelek cûreyên komînan werin pêşxistin.

Axa Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelek bi berkete û berhemdare, lê mixabin ku gelê her çar perçeyên Kurdistanê îro di encama siyaseta netew dewlet de di rewşeke giran a bê kariyê de ye. Bê av û bê ax, bê enerjî dijî. Bi avakirina komînên koperatîf civak dikare hemû pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Çemên Dîcle û Firat ku li derdora wê axeke bi bereket heye, bi sedan projeyên aborî û ekolojîk dikare were pêşxistin. Weke mînak avakirina komînên enerjî, av, cotkarî heya pêşxistina daristanên cihêreng.

Komîna Enerjiyê: Ev komîn wê bi zihniyeteke hevbeş û hevgirtî bi hemû ferdên komînê re di nava nîqaşan de be da ku projeyên elektrîka xwezayî bi riya av, enerjiya rojê, ya bayê, her wiha enerjiya ser erd û bin erd bi awayekî xwezayî ku zerar negihîne xwezayê, projeyên nûjen pêş bixe û di xizmeta komîn û civakê de kar bike.

Komîna Cotkariyê: Axa Kurdistanê pir bi berekete. Ji ber wê bi sedan komînên cotkarî û bi sedan projeyên çandî û daristaniyê dikarin werin pêşxistin. Her wiha xwedîkirina ajalan û jê sûd wergirtin û bi awayekî hevbeş parvekirin bi polîtîkayeke rast a komînê dikare pêk were.

Komîna Avê; Av pêwîstiya herî bingehîn a xwezaya yekemîn û duyemîn e. Heger av nebe, jiyan jî nabe. Ji ber wê bi hişmendiyeke zanista civakî mirov dikare bi awayekî hevpar projeyên parastina Avê pêş bixe. Em dikarin bi awayek hevpar û wekhev avê di nava hemû şaxên civakê de parve bikin. Li ser vê bingehê wê projeyên aboriya komînal li her qada civakê bi berhem bibe û bibe malê tevahî civakê.

Komîna Tendurustiyê: Xwebûn mijareke herî sereke ya civaka demokratîk e. Xala herî girîng ewe ku civak bi awayekî tendurist jiyan bike. Her wiha civaka bi tendurist bi xwe re takekesên bi tendurist ava dike. Heger bi vê felsefeyê jiyan bike, dikare di warê zihnî, bîrdozî û rûhî de jî li beramberî nexweşiyên sîstema kapîtalîst bisekine û xwe biparêze. Ji ber wê şoreşa yekane ya li beramberî nexweşiyên kapîtalîzmê, civakbûne. Di vê wateyê de tenduristî hêmana herî girîng a komînê ye. Ji ber wê her endamek komînê divê bi feraseteke tenduristî û xwezaparêzî nêzî jiyana xwe bibe û civaka xwe ya komînal a demokratîk biparêze. Civaka ku bi rêya zanistê, exlaq, polîtîka û azadiyê xwe pênase bike û bi awayek tendurust bijî, wê bi awayek çalak jiyana xwe ya civakî ji her awayî nexweşiyan biparêze û xwe bi rêve bibe.

Di Komînê de Rista Takekesên azad: Ferdê/a ku di sîstema komîn de xwe bi rêxistin dike, dibe xwedî îrade, hizir û raman, dikare bi awayek azad û demokratîk hizrên xwe di komînê de bîne ziman û bi awayekî demokratîk rasterast tevlî komînê bibe. Her wiha herkes li gorî behremendî, hêz û hunera xwe dikare di nava komînê de cîh bigre û xwedî rol be.

Komîna Felsefê: Felsefe tê wateya zanista zanînê. Ji ber wê kesek an civakek heger felsefeya wê nebe, jiyana wê jî pêkan nabe, ango bê wate dibe. Lê belê ji pêvajoya klan ku li derdora jin–dayîkê pêş ketiye, bi xwe re mereq û lêgerîna jiyan û gerdûnê aniye. Gotin di cih de be dayîk zanyar û fîlozofa herî mezin a gerdûnê ye. Bi vê hêz û enerjiya xwe jiyan û civak afirand. Bedewiya jiyanê jî girêdayî felsefê bû. Her wiha Zerdeşt ku felsefeya xwe li ser dualîte-dubendiyê pêşxist, bandoreke jiyanî li ser civakê avakir. Her wiha Sokrates ku bala civakê kişande ser zanista ‘xwe nas bike’ bi riya diyalogan civak ronî û hişyar kir. Sîstema kapîtalîzmê ku di roja me ya îro de civak ji rastiya wê ya ku her dem li zanîna gerdûnê û hawîrdor de bû, bê felsefe, bê zanist hiştiye da ku civak tenê rojane jiyan bike. Civaka bê felsefe civaka bê ruh e. Ji ber vê sedemê di sîstema netewa demokratîk de em komînan li ser bingehê felsefeya ‘xwe bizanibe û bide zanîn’ ava dikin. Di nava civakê de rista komînên felsefê ewe ku diyalog û nîqaşan bi civakê re pêş bixe û bi awayekî azad hizir û ramanên xwe bi hev re parve bike û nîqaşên li ser etîk û estetîkê bidomîne. Her wiha divê di derbarê polîtîkayên rojane de bi ruhê komînal biryar bigrin û di derbarê debara xwe ya jiyanê de nêrînan pêş bixin. Li ser vê bingehê bi avakirina komînên û akademiyên felsefê ku wezîfeya wan eşqa zanist û felsefeya jiyana komînal avakirine, divê li ser lêgerînên kesayet heta civak, xweza û gerdûnê nîqaş bikin. Divê em bersiva rast bidin pirsa Çawa bijîn û felsefeya ku xwe dispêre jiyana azad pêş bixin.

Di Avakirina Yekîtiya Komînên Demokratîk de Erka Kadroyên Pêşeng: Bi herikîna çemê dîrokê heya roja me ya îro di nava hemû tevgeran de rola pêşeng diyarkere. Ji ber vê yekê bi pêşengiya jin-dayîk, bi nirxên exlaqî û komînal ku civak birêve dibir, her wiha bi pêşengiya pêxember û fîlozofan nirxên civakî dihatin parastin û rêve birin. Her filozof û pêşengê zanistê armanca xwe ewe ku civakê ronî bike û bighîne asta ku civak bi xwe karibe xwe rêve bibe. Ji ber wê yekê di avakirina Yekîtiya Komînên Demokratîk de jî hewcedarî bi pêşengiyeke ku dil û mejiyê xwe bi civakê re bike yek heye.

Divê Kadro bi feraseta tekbûn berbi gerdûnbûnê ve û bi avakirina felsefeya jiyana komînal rista xwe ya pêşengiyê bileyîze. Her wiha kadroyên pêşeng zanista sosyalîzma demokratîk û çanda rêveberiya demokratîk her kêlî zindî dike. Bi felsefeya civak çawa bijî, çawa sîstema komînên demokratîk ava bike, divê pêşeng her dem bi eşqek mezin di nava tevgerê de be û di asta rêxistinî de ji civakê re mînak be. Her wiha pêşengên komînan divê zanista hebûn û zanebûna xwe gihandina asta kamilbûnê di xwe de ava bikin. Kamilbûn an teşegirtina wê jî tê wateya rêxistinbûna herî bihêz, ango her pêşengek divê bi sedan komînan bi rêxistin bike û sîstema civakî bi hêz bike. Pêşeng her çiqas bi zanista nirxên komînal a dîrokî rabe ewqas dikare li beramberî feraseta dewletparêz, zayendparêz, zanistparêz û olperest xwe û civakê biparêze. Bi qasî vê jî wê karibe sosyolîzma demokratîk li hemberî pergala desthiladar ava bike.

 

Dîrok Kahraman