Bêguman beşên ku me heta vir vegotin, bi piranî şerê taybet bi aliyên wî yên giştî bûn. Ew vegotinek bû ku têkiliya şerê taybet bi şer re wek şer ava dikir.
Herwiha hem mîrasên ku şerê taybet wergirtibûn hebûn, hem jî qalibên ku bi awayê stratejîk û taktîk xwe li ser wan bicih kiribû; di pêvajoya piştre de jî li gorî şêwaza ku şer wergirtibû û li gorî guherîna konjonktûra siyasî, pêvajoya pêşketinê ya ku ew jî derbas bû hebû û me ew vegot.
Niha di vê beşê de em ê bêtir Kurdistanîbûn û Tirkiyeyîbûna şerê taybet vegêrin. Pêşî bi rastî divê mirov ji cihekî dest pê bike. Dema ji cihekî dest pê dike jî, ev mijar xwedî taybetmendiya temamkirina hev in, yanî bi yên ku paşê bên vegotin re hevdu temam dikin. Dema mirov ya serdest vedibêje, carinan dibe ku behsa ya din bike an piştî xaleke diyarkirî herduyan bi hev re vegêre.
Niha dema Kurdistan ji aliyê dîrokî ve bê nirxandin, piştî qonaxeke diyarkirî ya dîrokê rastiya Kurdistaneke di bin serweriya biyanî de heye. Rêber APO navê «Dîroka Veşartî» jî li vê yekê kir. Yanî Kurd hene, lê piştî qonaxeke dîrokê di dîroka nivîskî de cihê wan tune ye. Heta heke hebin jî, Kurdek û Kurdistanek heye ku hatiye kirin ne diyar; ew jî tenê rastiya Kurd û Kurdistanekê ye ku mohrê dewleta ku di bin serweriya wê de maye hilgirtiye. Çima em vê yekê dibêjin? Ji ber ku ya ku di pêvajoyên paşê de tê jiyîn, mîraseke weha werdigire. Cihê Komara Tirkiyeyê di vê dîrokîtîyê de jî piştî qonaxeke diyarkirî ya dîrokê dest pê dike: koça Tirkan ji Asyaya Navîn, bicihbûna wan ji Qefqasya û qeraxên Îranê ber bi Rojhilatê Kurdistanê û qada ku em ê jê re rojhilatê Bakurê Kurdistanê bibêjin, û ji wir pêlên koçê ber bi kûrahiya Îranê û Rojhilata Navîn ve. Lê aliyê wê yê têkildarî Kurdistanê pêvajoyek e ku em dikarin wek sedsalên 9, 10 û 11'an ên piştî zayînê bi nav bikin. Têkiliya wan a bi Kurdan re di vê pêvajoyê de di şeklê ittifaqekê de ye. Ji ber ku pirsgirêkên hevpar ên herdu aliyan hene. Di nav hêzên dijber ên li hember wan de jî hevpariyeke diyarkirî heye. Ev yek ittifaqa Kurd-Tirk bi xwe re tîne. Şerê Melezgirê yê 1071'an û têkiliyên Selçûqî-Kurd di nav rastiyeke weha de wate digirin. Di pêvajoya paşê de Mongol hene. Bi êrîşên Mongolan re belavbûna Selçûqiyan heye. Bi vî awayî li Kurdistanê hegemoniya navendî belav dibe. Kurdên ku pêvajoyeke weha dişopînin, digihîjin hin derfetên îfadekirina xwe. Ew demeke kurt a rehetiyê ye. Ev heta ku derê didome? Paşê hêzên ku li Rojhilata Navîn têkoşîna hegemoniyê dimeşînin derdikevin holê: Îran-Sefewî, Osmanî û Misir-Memlûk. Di nav wan de şerek dimeşe. Cihê ku şer lê kom dibe Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Heke Şerê Cîhanê yê 3'yan ê rastîn li Kurdistanê kom bûye û li wir, li Kurdistanê şênber bûye, wê demê jî tabloyek weha hebû. Lê wek aktorên bingehîn, Komara Tirkiyeyê ya mîrasgirê Osmaniyan û Îrana mîrasgirê Îran-Sefewiyan hebûna xwe diparêzin. Hêzên cuda li wan zêde dibin; Ereb jî di nav wan de ne. Îro jî hêzên din ên cuda li wan zêde bûne. Piştî wê pêvajoyê li ser Kurdistanê têkoşîn û serwerî hene. Serdema ku ji vê guherînê vir ve pêş dikeve, tê wateya berdewamiya dîroka veşartî ya Kurdan. Sedsala 19'an heye, li Kurdistanê êrîşên qirkirinê hene. Paşê ev pêvajo heta salên 1920'an, yanî heta Şerê Cîhanê yê 1'emîn didome. Çima me ev vegotin? Ji ber ku kolonyalîzma li Kurdistanê jî mîraseke weha werdigire. Di dema mîraseke weha de xwe sazî dike û dibe pergal. Me hinekî zêdetir vekir, lê derbasbûna li ser xêzên bingehîn feyde dike.
Niha rewşa Komara Tirkiyeyê ji rewşa Îranê cuda ye. Îran di Şerê Cîhanê yê 1'emîn de zirarê nabîne û sînorên heyî diparêze. Malbata Pehlewî ya alîgirê Îngilîstanê, bi têkiliyeke ku berjewendiyên Îngilîstanê jî temsîl dike û pergala serweriya xwe jî diparêze, desthilatdariya xwe di nav sînorên wê rojê de diparêze; sînorên wê demê sînorên îro jî ne. Rewşa Komara Tirkiyeyê cuda ye. Ji Împaratoriya Osmanî vediguhere dewletekê. Paşê dikeve bin dagirkeriyê û careke din pêvajoya dewletbûnê dest pê dike. Lê ev pêvajo li ser bermahiyên kevn bilind dibe. Yanî dewleta ku pêk tê bermahiya Osmaniyan e, dewleteke li ser bermayiyên wê bilind dibe. Ji vî alî ve tiştên ku werdigire hene: avahiya burokratîk û leşkerî ya ku ji Osmaniya belavbûyî li erdnîgariya Anatolya û Mezopotamyayê maye. Dewletbûnek li ser wê avahiya burokratîk û leşkerî pêş dikeve û dewletbûna Komara Tirkiyeyê di nav wê de pêk tê. Lê hêzên cuda hene ku vê dewletbûnê pêk tînin. Hêzên li vir bi piranî hêzên ji Osmaniyan hatine wergirtin in: beşek diyarkirî di nav burokrasiya leşkerî û sivîl a Osmaniyan de, lê bi giranî beşa leşkerî. Ev beş e ku di avakirina Komara Tirkiyeyê wek bermahiya Osmaniyan de rol dilîze. Di nav burokrasiya leşkerî de jî leşker general û kolonelên dema Osmaniyan in; yanî beşeke jorîn ku burokrasîya artêşê pêk tîne heye. Mustafa Kemal yek ji wan e; Fevzî Çakmak, Kazim Karabekir û Îsmet Înonû jî ji wan in. Herwiha beşa mayî ya Îttîhat û Teraqiyê heye. M. Kemal û hevalên wî jixwe di nav Îttîhat û Teraqiyê de hizbek in. Komên Îttîhat û Teraqiyê yên li ser sêgoşeya Enver, Cemal û Talat piştî ku Osmanî di şer de têk diçe bandora xwe winda dikin. Avahiya kadroyê ya belavbûyî li dora M. Kemal kom dibe. Bi awayekî, avakirina Komara Tirkiyeyê ya ji nû ve wek bermahiya Osmaniyan bi vê kadroyê re dimeşe. Wek me got, M. Kemal jî pêşengiya fraksiyoneke Îttîhat û Teraqiyê dike. Çima me bal kişand ser vê yekê? Me li gorî xwezaya Îttîhat û Teraqiyê ev pênase kir. Ew burokrasiyeke leşkerî ye; di nav de meylên Pantirk, Kemalîst û heta Osmanîperest hene. Di nav van meylan de bi rastî pevçûn, nakokî û têkoşîna desthilatdariyê jî heye. Dema desthilatdariya xwe ava dikin, di nav xebata xwezayî ya dewletê de tev nagirin. Zêdetir li gorî ya ku berjewendiyên wan dixwaze tevdigerin. Li ser wê bingehê ji bo gihîştina armancên xwe polîtîkayan pêş dixin û pêk tînin. Ev ne yasayên xwe yên wê dewleta kevneşopî ne, yasayên derveyî wan in. Li vir diyardeya ku jê re bêqaîdetî tê gotin derdikeve holê. Lê qaîde, qaîdeya serdestkirina berjewendiyên wan e. Ji bo pêkanîna wê qaîdeyê jî heta yasayên li pêşiya wan astengek nayên dîtin; dema astengek bên dîtin jî bi rêbazên cuda tên derbaskirin. Mînak, di dema Îttîhat û Teraqiyê de hin hilbijartin hene, ji hinan re hilbijartinên «destê bi gopal» tê gotin. Hilbijartin tê kirin, lê tê misoger kirin ku her kes dengê ku tê xwestin bide û encam jî li gorî daxwaza wan tên ragihandin. Li wir bêqaîdetiya avakirina pergala xwe bi aliyekî xwe nîşan dide. Herwiha ji bo derbaskirina kesên wek astengek tên dîtin, sûîkast tên lidarxistin, derbeyên qesrê tên kirin, heta Abdûlhemîd ji text tê daxistin. Ev tişt ne di nav herikîna xwezayî ya pergalekê de tên jiyîn; aliyên ku ji derve li wê pergalê tên ferzkirin û armanca wan anîna pergalek an hêzeke cuda ser desthilatdariyê ye. Divê em navê van çi bikin? Dema şerê taybet tê nîqaşkirin û têkiliya Komara Tirkiyeyê bi şerê taybet re tê danîn, pêşî divê bê zanîn ku rabirdûyek weha heye. Yanî ew bingeheke weha di nav xwe de hildigire û her çend navê wê şerê taybet nebe jî, bi vî aliyî di teşegirtina karakterê şerê taybet de cih digire. Komên cuda yên Îttîhat û Teraqiyê hene. Îngilîstan ji şer serketî derketiye û bi pêşengiya wê hêzên cuda dikevin Anatolya û Kurdistanê. Li van deran têkoşînên li dijî dagirkeriyê dest pê dikin. Ne tenê Îttîhat û Teraqî an M. Kemal van têkoşînan dimeşînin; yên din jî hene. Mînak Çerkez Ethem û Artêşa wî ya Kesk heye, ku ji M. Kemal gelek bihêztir e. Li Kurdistanê eşîrên Kurd li hember vê dagirkeriyê bertek nîşan didin û têkoşînên ku beşên cuda pêş dixin hene. M. Kemal çi dike? Têkoşînê di bin sîwaneke diyarkirî de kom dike. Lê ev yek ne yekîtiyek li ser lihevkirinên dilxwazî ye. Hevdîtin û nîqaş tên kirin, lê têkiliya serdestiyê bi komployan pêş dikeve. Çerkez Ethem û birayê wî tên tasfiyekirin; Ethem neçar dimîne welat biterikîne û gelek kes di nav artêşê de tên derxistin. Yanî bi komployan destdanîna ser têkoşînê heye. Divê bal bidin ku li vir diyardeya komployê derdikeve pêş. Ev di nav şerê taybet de cih digirin. Di heman demê de, di Şerê Cîhanê yê 1'emîn de Osmanî êdî dest bi têkçûnê kiriye, Komara Tirkiyeyê hîn pêk nehatibû û di şertên weha de yên ku pêşengiya damezrandina wê dikin, dest bi komkujiyê li dijî beşên gel, komên çandî û baweriyê yên ku li pêşiya pêşengiya xwe wek astengek dibînin dikin. Komkujiya Ermeniyan di 1915'an de dibe; di dawiya salên 1800'î de jî komkujiyên nû jiyabûn. Di şer de Ermeniyên li Kurdistan û Anatolyayê dijîn tên sirgûnkirin û kuştin. Tê xwestin li Kurdistan û Anatolyayê kesek bi navê Ermenî nemîne. Êrîşên wekhev li dijî Asûriyan û Grekên Anatolyayê jî hene. Ji yên li peravên Deryaya Reş re Pontûsî tê gotin. Pontûsî li wir civakeke rêxistinkirî ne û li dijî wan jî komkujî tê kirin. Li Qoçgiriyê li dijî Kurdan komkujî tê kirin. Ev komkujî jî kiryar in ku dikarin di nav sepandinên şerê taybet de bên nirxandin.
