Heqîqet yekpare ye. Yanî tevgera li gorî cewhera hebûnê ye: ji hebûna xwe dernekeve, li gorî vê cewherê xwe ava bike û xwe bigihîne îfadeyê.
Zimanê pêkhatina gerdûnî pirrengbûna cudahiyan e; lewma geşbûna cewherê ye. Geşbûna cewherê tê wateya hayjêbûna xwe û gihîştina wateya jiyanê. Van dualîteyên ku em dikarin wek mirov-xweza, jin-mêr û mirov-civak rêz bikin, rastiyên ku hevdu diafirînin û biwate dikin in. Ew wek pêdiviya diyalektîkê derdikevin holê. Bêyî yekê, ya din wateya xwe tune ye. Çawa ku pêkhatina mirov nikare li derveyî pêvajoya pêkhatina mirov bê nirxandin, li derveyî civakê jî nikare bê nirxandin. Serpêhatiya pêkhatina gerdûnê, ya ku wek «xwesteka Xwedê ya naskirin û dîtinê» an «Pergala Azadiyê ya Gerdûnê» tê pênasekirin, di mirov de digihîje lûtkeyê û dibe ziman. Dibe çavkaniyeke bêdawî ku wate lê tên hilberandin. Ev gihîştina hişmendiya xwe û civakîbûn e.
Taybetmendiya bingehîn a ku mirov ji zindiyên din cuda dike, li kêleka zîrekiya wî ya hestyarî, «zîrekiya analîtîk» e. Hişê mirov ku bi ahenga ecêb a zîrekiya analîtîk û hestyarî gihîştiye hêzeke mezin a nermbûnê, xwe û civakîbûna xwe ava dike. Heke avahiyên civakî rastiyên bi destê mirov hatine avakirin bin, bêguman ew deyndarê ahenga zîrekiya analîtîk û hestyarî ne ku di mirov de gihîştiye asta herî pêşketî. Wê demê «Klan», ku avahiya herî girîng a dîroka mirovahiyê ye, forma yekem a giyan girtina wê nîşan dide. Ya ku bi klanê re pêk hat, gava yekem a mirovahiyê ber bi civakîbûnê ve bû. Klan di vê xalê de dibe rastiya ku jiyanbûna civakîbûna yekem îfade dike. Bêyî hînbûn û têgihîştina vê wekheviya jin-mêr a bi pêşengiya jinê, pêdiviya civakîbûnê û ramana animîstî, û bêyî kûrbûna di cewhera wê ya exlaqî û siyasî de, ne mimkun e heqîqet rast bê pênasekirin û bê domandin. Heqîqeta ku tim di pêkhatinê de ye, li ser vê cewherê şekil digire û bingeh dibe.
Îttifaqa şaman, zilamê kal û fermandar ku li ser berjewendiyan pêş ketiye, nimûneya yekem a hemû îttifaqên qirêj ên ku heta îro didomin e. Ev îttifaq bi bingehîn derba herî mezin e ku li civaka exlaqî-siyasî ya li dora jinê hatiye honandin, dikeve. Herwiha qutbûna ji cewherê û belavbûna civakîbûna hatî avakirin bi xwe re tîne. Her çend ev sêgoşe ji aliyê mêrê hîlekar ve êrîş û komployek li dijî civakîbûna dayik-jinê bû jî, civakîbûna dayik-jinê li dijî wê berxwedaneke bêeman nîşan da. Teslîmbûn û devjêberdana li hember komployê wekî ku heye ji aliyê exlaqî û wijdanî ve qebûl nekir. Dîrok heta roja me wek têkoşîna van herdu xetan pêş ketiye: civaka exlaqî-siyasî ya dayik-jinê û mêrê hîlekar-kal ê ji zîrekiya hestyarî qut bûyî. Pergala baviksalarî ya ji cewhera xwe dûr ketî û serdest bûyî, dualîteya ku rê li pêkhatinê vedike li ser bingehê wêranker diguherîne û bi cudahiya subjekt-objeyê jiyanê parçe dike û hewl dide wê tune bike. Êrîşên li dijî jinê hatine destpêkirin, ji ber xwezaya hebûnê li ser tevahiya mirov-xweza û civakê tên belavkirin; jiyan ji heqîqetê tê qutkirin û bênefes tê hiştin. Ji bo afirandina hişmendiyeke nû mîtolojî, dîn, felsefe û zanist tim tên seferberkirin. Di mîtolojiyan de bi mirovê ji qirêjiya Xwedê hatî afirandin û wêneya jinê ya ji xwedawendbûnê hatî daxistin genelevê, mirovahî ji pîrozîyê ber bi lanetê ve hatiye xistin. Di dîn de motîfa jinê ya ji «hestiyê qelê mêr ê xwar» hatî afirandin wek rastiya mutleq tê ferzkirin û jin dibe «zeviya mêr a tê ajotin». Bi têkiliya Xwedê-bende mirov tê tunekirin û wek morî tê kirin. Di hînkirina gelek fîlozofan de jin û xweza obje ne û divê bên hukumkirin, lê mêr tim di pozîsyona subjektê de ye. Di felsefeya Descartes de cudahî li ser bingehê dijberiyê tim di şer de ne. Lê tunebûn şertê hebûnê, mirin belge û wateya jiyanê, tarî jî yekparetiya ku ronahiyê xuya dike û li ser vê bingehê wate digire bû; ev hatiye serûbin kirin û bi van dualîteyên dijber ên wêranker jiyan hema bêje hatiye dînamîtkirin û heqîqet hatiye kuştin. Pergala kapîtalîst hebûna xwe li ser bêbîrkirina ferd û civakê didomîne. Ev êrîş rewşa derxistina ferd û civakê ji xwe û belavkirina wan e. Lewma pergala kapîtalîst ne tenê mirina civakê, mirina ferd jî îfade dike. Ji van hemûyan em dibînin ku rastiya civakî ji rastiyên hatine avakirin pêk tê. Yanî hişmendî hêza herî mezin a afirîner e. Pergala demokratîk jî wek pergala kapîtalîst berhema hişmendiyekê ye. Ev hişmendî di pêşketina civaka dîrokî de heta roja me wek parastina heqîqetê pêş ketiye. Di Zerdeşt de «Baş bifikire, rast bibêje, bedew bike»; di Sokrat de «Xwe nas bike»; di Hallacê Mensûr de «Enel Heq» û di kesayeta bi hezaran parêzvanên heqîqetê de, îro jî di Rêbertî de wateyeke mezin girtiye. Şerê bingehîn ê ku îro pêk tê, şerê navbera şervanên heqîqetê û yên ku dixwazin heqîqetê tune bikin e. Li aliyekî hemû pîrozî û mîrasa civaka dîrokî ya di pêşengiya Rêber APO de yek bûyî û laş girtî hene, li aliyê din hemû xwedayên bêmask û şahên tazî yên tekela dewletparêz a hegemonîk hene. Heke em bikevin rêça vî şerî û lê binêrin, em ê ya ku tê jiyîn xuyatir bikin.
Dema em li rastiya cîhana îro dinêrin, em vî şerî bi hemû tazîtiya wî dibînin. Rewşa krîz û kaosê heye. Li aliyekî evqas sefalet, birçîtî, wêrankerî, zordarî, êrîşkarî, bêexlaqî, tunebûn û wêrankirina xwezayê; li aliyê din kêf û şahî ya ku Çîrokên Hezar û Yek Şevî li pey xwe dihêle, dînbûna xerckirinê ya bi felsefeya «Kêliyê bijî» wek dînan pêk tê û bêçandiya şahiyê ya heta sibehê didome, nîşaneyên herî eşkere yên vê paradoksê ne. Kîjan dîn, felsefe, civak, dil an wijdan dikare vê qebûl bike? Ev bi aliyekî nîşaneya windabûna heqîqetê jî ye. Divê neyê jibîrkirin ku li ku kuştin û windabûna heqîqetê hebe, li aliyê din têkoşîna heqîqetê jî hebûye. Di pêşketina civaka dîrokî de ji bo vê yekê gelek serên wek Hallacê Mensûr ji laş hatine qutkirin, çermê kesên wek Suhrewerdî ku dixwestin li stêrka Zohreyê bigihîjin heqîqetê hatine jêkirin, kesên wek Sokrat li meydana evînê jehra baldiranê bê dudilî vexwarine, û yên wek Bruno di agir de dişewitîn û têkoşîna heqîqetê dimeşandin ji dayîna bedel paş venegeriyan. Lewma hema ku Rêber APO derket meydana heqîqetê, Mazlûm jî li pey wî ji bo gihîştina raza wê bi dirûşma «Berxwedan jiyan e» bi evîn û heqîqetê re bûn yek. Çaran ji bo vê yekê xwe dirhem bi dirhem helandin; Hayrî û Kemalan xwe veguherandin komeke çerm û hestî, bi heqîqetê re bûn yek û bûn heqîqet. Berîtan û Zîlanên li pey wan ji bo gihîştina vê razê bûn meşaleyên heqîqetê. Yanî şerê heqîqetê tim hebûye û dê hebe. Wek Rêbertî dibêje, hin dem hene ku tevahiya dîrokê di kesayetiyekê de dibe ziman. Îro ev kesayetî di Rêber APO de bûye ziman. Dijberên heqîqetê tevî hemû çewisandin, mekanîzmayên zexta siyasî û hêzên zora leşkerî, nekarîn bandorê li Rêber APO bikin. Ji ber vê yekê hemû hêzên aborî yên cîhanî bûn yek, Rêbertî li giravekê mehkûm kirin û xwestin tola xwe hilînin. Kompleksa kêmtiyê ya ku li hember heqîqeta Rêbertî ya wek tavê ronî û şewitîner dijîn, dike ku bixwazin Rêbertî ji çav û dilan dûr bigirin. Nizanin ku Rêbertî giyan, dil û raman e; sînoran qebûl nake. Ew gerdûn e; dem û cihê bê berî û paşî, bê nêzîk û dûr e. Yanî di her pêkhatina xwezayê de di mirov de nav û cihê xwe dîtiye. Her çiqas dijberên heqîqetê îro heqîqetê çewisînin û veşêrin jî, Rêbertî hemû çewtiyan derxistiye holê, hemû perde yek bi yek çirandiye û xwedayên bêmask û şahên tazî eşkere kiriye. Lez û beziya wan ji vê ye.
Em jî ketine evîna heqîqeta Rêbertî û şopdarên Mazlûm, Kemal, Hayrî, Berîtan û Zîlanan in. Riya me riya heqîqetê ye. Me bi zanîn ket vê rêyê, bê tirs û bi wêrekî. Lêgerîna me lêgerîna dîtina rastiya xwe ya cewherî û civaka xwe, yekbûna bi hebûna xwe ya cewherî û yekbûna bi Rêbertî re ye. Rê dirêj û zehmet e, dil dixwaze. Hiş bûne çol, dil cemidîne û seqet bûne. Dilê cemidî û hişê hişk hewcedarê tavê ne ku mirovahiyê ronî û germ dike. Lêgerîn rastiya Rêber APO ye.
Her lêgerîna heqîqetê pêşî bi derxistina holê ya ne rast û sexte dest pê dike. Em ji dîrokê û rastiya têkoşîna xwe dizanin ku ev rê ne rêyek e ku her kes bikeve, bimeşe û bigihîje encamê. Em jî dema ber bi heqîqetê dimeşin gelek zehmetiyan dijîn û birîndar dibin. Heke li hember van birîn û zehmetiyan baweriya te nelivîne û tu rêwiyekî rastîn ê heqîqetê yî, ev di te de dibe heqîqeteke mezin. Girêdan halê evînê ye. Girêdanên mezin helwestên biryardar derdixin holê. Hêza îradeya mezin li ser vê zemînê pêş dikeve û te dike pola. Domdarkirina vê û veguherandina wê bo kesayetiya bingehîn, hevdîtina bi xwe û rûbirûbûna bi yê din ê di hundirê xwe de ferz dike. Yê din ê di hundirê te de rastiyên li dijî te dibêje. Heke yê din ê di hundirê te de bûye halê te û halê te ew yê din e, ev rastî hemû derfetên yekbûna bi heqîqetê, hest, raman û tevgera te, xistine pîvanekê. Heta di astên ewil ên qada heqîqetê de nîşaneyên derbaskirina sînorên dem û cih hene. Erê, tiştê yekem ku şervanê heqîqetê divê bike, rûbirûbûna bi xwe û serketina li ser xwe ye. Heke tu lêgerê heqîqetê yî, tu aşiq î. Heke aşiq î, bê şewitîn û bûna axê nikarî paqij bibî. Em ji hemû lêgerên heqîqetê yên dîrokê, ji rastiya Îmraliyê ya Rêber APO û ji helwestên bi hezaran hevalên şehîd dizanin ku bi parastina canê mirov nikare aşiq bibe.
Em ji hemû kesên ku ji deriyên heqîqetê derbas bûne dizanin ku ya rê ronî dike dil e. Yên ku dilê wan li pêşiya bedenê wan naçe, divê nekevin vê rêyê û nekevin ber hevesên vala. Yên ku bi dilekî vemirî û bêheyecan dikevin rê, tenê xwe westiyayî dikin, demê winda dikin û didin windakirin. Dil çavkaniya hilberîna hemû wateyan e. Divê dil di her şertî de bê parastin û wek okyanûsan kûr û berfireh bê girtin.
Ketina rê û yekbûna bi rê re destpêka kar e. Heke li ser rê di wextê xwe de mesafeya têr nehê avêtin, yan dilê aşiq cemidî û kor bûye, lewma bi çavê dil nabîne, yan jî dixwaze bi hişê xwe bimeşe. Ji bo ku ev nebe, hemû murşîdan dema murîdên xwe ji her deriyekî derbas kirine, pêşengî kirine û rê nîşan dane. Ji bo me jî Rêbertî hem heqîqet, hem rêber û hem jî pir bûye. Ji ber vê yekê tiştê yekem ku em ê di vê rêyê de bikin, beralîkirina ramanê bo heqîqetê ye; berjêrkirina dil û hişê bo heqîqetê ye. Heke em îro meşa ber bi heqîqetê û yekbûna bi wê re, ku di felsefeya Rojhilata Navîn de wek çar derî û çil meqam hatî formulekirin û sepandin, formule bikin:
1- Gav redkirina ya hatiye dayîn e. Bi rexne û rexneya xwe beralîkirina ramanê bo heqîqetê ye. Yanî qutbûna ji pergalê ye.
2- Gav pêvajoya afirandina hestyariyê di kes de ye. (Meqama xweparastin û dûrketinê.) Pêvajoya cudakirina şaş ji rast, baş ji xerab, bedew ji kirêt û neketina têkiliyê ye.
3- Gav meqama nefsê ye. (Perhîz.) Xwegirtina ji her cure kêfê, rûbirûbûna kes bi lawaziyên xwe, naskirina wan û ketina têkoşîneke bêeman a li dijî wan e.
4- Gav meqama îradebûnê ye: Rûzivirandina ji her cure nimetên dinyayî, derbaskirina wateyê ji maddê û mezinkirina kapasîteya wê; yanî pêvajoya tunekirina maddê di manayê de ye.
5- Gav meqama sebrê ye: Pêvajoya daqurtandina êşan bêyî nîşandana razînebûna herî biçûk e. Yanî li hember rewşa kêfnegirtina ji pêkhatinan di vê pêvajoyê de gav paşve neavêtin e.
6- Gav meqama bûna insanê kamil e. Gihîştina kûrahiya hişmendiya ku dinya her kêlî tê afirandin û tune dibe; ji mirovê ku her tiştî dibîne, dîtina Xwedê di nav her tiştî de, gihîştina heqîqetê, bûna xwe û domdarkirina wê ye.
Yanî pêvajoya derbasbûna ji «Ya te ya te ye, ya min ya min» ber bi «Ya te ya te ye, ya min jî ya te ye»; paşê gihîştina hişmendî û kesayetiya «Ne ya te heye ne ya min» û «Ne tu heye ne jî ez»; bi vê re jiyîn û jiyandin, bûna insanê kamil û ji xavbûnê pijîn û gihîştin e. Ew rêyek e bo yekbûna bi heqîqetê. Ji rabirdûyê heta îro yên bi karên hikmetê re mijûl bûne û gihîştine meqama heqîqetê, ji yên ku ketine vê rêyê re wiha şîret kirine: «Heke radibî û dikevî tevgerê, bi mebesta xizmetê rabe. Heke diaxivî, bi hikmet biaxive. Dema rûdinî jî bi rêz rûne.» Lewma rêwiyê riya heqîqetê divê bi zanîna van rastiyan bikeve vê rêyê.
Çiya Amed
