HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

sehit artes1Ji Îbrahim heyani roja me ya îro serhildanên li hemberî desthilatdaran qet nesekinîn û heval Arteş jî yek ji wan serhildêran bû ku ti cari xwe radestî koletiyê nebû. Volkana di nav dile xwe de ti caran nehişt ku bicemide.

Taybetmendiyek heval Artêş ew bû ku pir bi plansazî tevdigeriya. Ti carî ji xwe re binkeftin an jî têkçûyînê ji xwe re qebûl nedikir.

Ew ji bajarê serhildan û serhildêran Rihayê bû ku ti carî li wê dere berxwedanî kêm nebû û rêheval Artêş jî herdem ji bo serkeftinê têkoşiya.

Bi fikir gav avêtin, ji dil bûn taybetmendiyên cewherî yên bajarê pêxembera ye.

Ev taybetmendî, taybetmendiyên herî ber bi çav yên di heval Artêş da bûn. Şêrê nefsî ji bona xwe pir girîng didît û hemû şeran li ser van esasan bi nav dikir.

Rêheval Artêş bi hin nêrînên xwe ve carinan hemû hevalan di şoqê de dihişt. Cara yekem dema heval Artêş got; “Yekane xwesteka min ew e ku ez bibim zarokê xwedavenda Riha’yê.” Me pir wate neda lê wî pir bi wate got û xwedî li soz, armanc û xeyalên xwe derket.

Rêheval Artêş pir bi wate dijiya. Bi evîn beşdarî jiyanê dibû û coş û morale xwe belavî li ser rûyê hemû hevalan dikir.

Dibe ku yekemîn kesê ku ji zimanê Serokatî wate da evînê yek jî heval Artêş be.

Heval Artêş tiştan pir zû fahm dikir û pir zû jî pêk dianî.

Di nava jiyanê de pir zû dikaribû xwe rast tevlî bike, heval Artêş jî ji wan kesayetan bû ku rêgezê guhertin û veguhertinê bi awayekî heri rast di xwede saz dikir. Wêrekiya rêheval Artêş taybetmendiya wî ya herî li pêş bû. Di operasyona Zapê de yek ji wan hevalên ku xwedî berxwedaniyên herî mezin bû. Bi doçkaya di deste xwe de derbeyên mezin li dijmin da. Heval Artêş bi vê bîr, bawerî û evînê gihaşt armanc û xeyalên xwe.

Rêheval Artêş di operasyona Zapê de li Şikefta Birîndaran bi berxwedaniyeke zêrîn tevlî karwana şehîdan bû.

Zilan Agir (Soran)