HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

sehit binevsJi lûtkeya çiyayan roj hiltê, xweza hêdî hêdî zindî dibe. Bayê hênik yê sibeyê bi bişîrîna pitikekê li rûyê mirov dide. Rojek, destpêkek û jiyanek nû. Rêheval Binevş agahdara jiyaneke nûbû ji me hemû hevalan re. Siharê em bi gotinên rêheval Binevş ên weke; ‘‘De rabin heval, hûn çima xwe ji bedewiyên vê xwezaya şîrîn bêpar dihêlin, de rabin li van rengên delal binêrin û li van dengên zelal guhdarî bikin’’ şiyar dibûn. Bi kelecaneke mezin me hemûyan şiyar dikir. Ji ber vê jî niha dema li tîrêjên rojê dinerim, ji rojê bêhtir kenê rêhevala Binevş tê bîra min û her siharê bi van nêrînan ji rêhevala xwe hêzê digrim.

            Jina bi renge xwezayê, rêheval Binevş di sala 1970’yan de li Amedê tê dinê. Malbata wê ji aliye aborî ve gelekî dewlemend bû. Heta dema xwe ya zanîngehê jî ti agahiya rêheval Binveş ji kurdayetî û welatparêziyê nîn bû. Her wiha dema tevlî refên gerîla dibe jî bi kurmancî nizane. Di nav refan de jî di her derefetê de ji malbata xwe re nameyan bi rê dike û wan rêxistin dike. Hevaleke mirovhez, dilnizm, xwîngerm û li derdora xwe baldar bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe di nav rêxistinê de ji aliye rêhevalên xwe ve zû tê hezkirin.

Ji ber van taybetmendiyan, di salên zanîngehê de rêhevalên bi partiyê re têkildar zû dikevin ferqa rêheval Binveş û dixwazin wê tevlî kar û xebatan bikin. Rêheval Binveş jî bi tevlîbûnên civîn û perwerdeyên rêxistinî ve têkiliya xwe ya bi partiyê re xurttir dike. Her wiha di demeke kurt de dibe rêveberê kar û xebatan jî. Dixwest coşa xwe ya bêdawî di nav refên azadiyê de jî bi deste xwe li her devarê belav bike. Her ku Kurdistanê dinase, girêdayîna wê jî ewqasî zêde dibe. Di nav jiyanê de têkiliya wê bi mirovên di her temenî de hebû. Ji zarokekî heta temendirêjekî dixwest her kesî guhdar bike û bibe hevparê daxwazên wan. Di demen xwe yên zanîngehê de ji ber ku tevlî greva birçîbûyînê dibe ji aliye hêzên dewletê ve tê binçavkirin. Pişt re tê berdan lê malbata wê ji ber vê tevgera rêheval Binveş wê tengav dikin û bi ser de diçin. Lê ew jî ji wê rojê û şûn de li hember van nêzîkatiyên kevneperest ên malbata xwe disekine û têdikoşe. Rêheval Binveş li ser vê rewşê her tim vê gotinê dianî ziman: ‘‘li Kurdistanê jinbûn û wek xwe jiyîn gelekî dijwar e. Bi taybet di nav şoreşê de ev rewş dijwartir e.’’ Lê dema van gotinan dianî ziman xwe radestî zehmetiyan nedikir û her têdikoşiya. Li hemberî çewisandinên malbata xwe dîsa têkiliyên xwe ji rêhevalên xwe qut nake û her diçe têkiliyên xwe bi wan re xurttir dike. Di encama van têkoşînan de rêheval Binveş dibe xwedî kesayeteke biryardar, wêrek û vîndar. Ev jî dibe sedem ku berê xwe bide qadên cengê.

Rêheval Binevş bi coş, xîret û kelecana xwe ve bi tevî komeke rêhevalên xwe li herêma sêyemîn ya Mêrdînê tevlî refên gerîla dibe. Ji ber ku dîsa xwe di partiyê de dibîne, li hember partiyê her tim xwe deyindar dihesibîne. Ji ber hatina xwe ya çiya û xwezaya Kurdistanê pir kêfxweş e û bi vê kêfxweşiya xwe ya gihandina çiyayên bi heybet, di jiyanê de dibû çavkaniya coşê.

Rêheval Binveş destpêkê li qada Hebizbîna û pişt re jî li Bagokê cihê xwe digre. Vê gotina xwe; ‘‘her hevalek heta ku xwe negihîne wateya jiyanê divê şehîd nekeve’’ her tim dianî bîra me û pişt re gotina; ‘‘di nav refan de heta ku ez xwe îspat nekim dê şehîd nekevim’’ bandoreke mezin li ser hemû hevalan dikir. Ango mirineke ji rêzê nedipejirand.

Ji boyî ku em hurmetdayîna rêheval Binveş a li hember partiyê bêhtir raçav bikin divê ji jiyan û taybetbendiyên wê bêhtir mînak bên dayîn. Di dema zanîngehê de ji ber ku beşa wêjeyê dixwend, zimanê wê yê tirkî, xwendin û nivîsandina wê pir xurt bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe jî di kar û xebatên çapemeniyê de cih digirt. Tenê ne di vî karî de, di hemû xebatên jiyanê de heta ku jê dihat xwe tevlî dikir û ti carî ji kar û xebatan giliyên xwe nedikir. Pir dixwest tevlî çalakiyan bibe, lê dema rêhevalên wê diçûn çalakiyê jî bi qasî ku tevlî bûbe kelecanî dibû û vê hestewariya xwe bi hemû rêhevalên xwe ve parve dikir. Dema bi dijmin re diket pevçûnê jî dixwest di her çeperê de şer bike û tola hezar salan ji dijmin bigre. Ev jî rûhê berxwedêr ê rêheval Binevş derdixist holê.

Carinan nîvê şevan em bi dengê daktîloyê şiyar dibûn ku rêheval Binevş bi de-sê egalan ser daktîloyê girtiye ku ronî nede derve û bi teqe teqa tiliyên xwe hin tiştan dinivîsî. Dema me jê re digot; ‘‘ tu xwe pir diwestînî, çima heta nîvê şevan dixebitî?’’ wê jî me bi gotina; ‘‘ji boyî partiyê çiqas bixebitim jî kêm e’’ dibersivand. Bi rastî jî, her tim li ser gotina xwe bû û van gotinên xwe di jiyanê de her pêk dianî. Ji ber vê jî gelek şevan bêxew dima lê xebatên jê dihatin xwestin di dema xwe de radestî hevalên xwe dikir. Me ti carî nedît ku rêheval Binevş çayeke germ vexwaribe. An ji ber nivîsandinê ji bîr dikir ji xwe re çay bîne yan jî dema dianî jî çaya xwe ji bîr dikir û dema ferq dikir jî bi qurtekê wê çaya xwe ya sar vedixwar.

Bi rêhevalên xwe yên bi navê Gulan û Ayten re xebatên çapemeniyê dimeşand. Jixwe pişt re bi hev re şehîd dikevin. Her sê jî remza hêzdayînê bûn. Bi taybetî li ser jiyana hevalên şehîd bêyî ku rêhevaleke/î xwe ji bîr bikin her li ser wan dinivîsîn. Ji ber vê jiyana xwe ya fedakar, rêheval Binevş mînakeke zindî ya berpirsiyartiya şoreşgerî bû. Taybetmendiyeke din a rêheval Binevş jî parvekariya xwe ya jidil bû. Tiştên ku fêr dibû ti carî bi xwe sînordar nedikir. Dema perspektîfên Serokatî ji bo qadên din di daktîloyê de dinivîsî, çi tişta nû fêr dibû di wê kêliyê de dihat bi me re parve dikir. Di jiyanê de tişta herî zêde dixwest û di her kêliyê de dubare dikir; Rêbertî û partiyê fahmkirin û bi tenê carek be jî dîtina Serokatî bû. Ji ber vê yekê her tim di nav lêgerîna heqîqetê de bû.

Êdî rêheval Binevş dê derbasî qada Hebîzbîna bibûna. Veqetîna wê ya ji Bagokê ji aliye hestewariyê ve pir dijwar bû. Ji ber ku her herêmeke Kurdistanê mirovên ku lê dijîn bi taybetî gerîlayan bi xwe ve girê dide. Li qada Hebizbîna hîna heyveke wê jî neqediyabû ku bi dijmin re ketin pevçûnê û tevî 14 rêhevalên xwe tevlî karwana şehîdan bû. Di kêliyên pevçûnê de rêhevalekî ku ji dûra ve heval Binevş didît, kêliyên wê yên dawî ji me re wisa dianî ziman; ‘‘Ji milê xwe ve fîşek xwaribû û tevî ku pacên li mile xwe dipêçand hemû di nav xwînê de bû.’’ Ango rêheval Binevş ruxmî birîndariyê, milê xwe dipêçe û şerê xwe yê li hemberî dijmin didomîne.

Belê rêhevala hêja; ez wan şevên te yên bêxew binivîsim an jî di rojên sermaye de negirtina tiliyên te yên ji boyî me dixebitîn binivîsim? Ango behsa ew rûyê te yê bişirîn jê kêm nedibû bikim? Lê dikarim bêjim ku, bi sebr, fedakarî, xîret, wêrekî û bi wê zindîbûna xwe ve, tu navê jiyana me bûyî. Bi rastî jî te di jiyana xwe ya kurt a gerîlatiyê de gelek hêvî, hezkirin, heval û kar û xebat hewand. Te li ser me hemûyan bandoreke mezin hişt û bi firê ketî. Tu bûyî çirûska fîşeka serkeftin û şevçiraxa azadiya jinê.

Rêhevalên wê yên têkoşînê