Tirsa hêvîkirinê agirê pêşî yê jiyana te bû, piştî bahozê wê dilopeya ku bahoz da destpêkirin? Agirê ku ji wê bahoza bêhempa, ya ku li pey xwe her tiştê der barê hilweşîn û jiyanê de hişt, para te ket ev e? Û herwiha hesreteke bêdawî ya deryayê.
Germiya biçûk têrî dûmana wê nake; xwedayê ku diqefile û agir bê rawestan ji hev direvin. Û dûman; di rengvedana birûskê de perdeya agirê reviyayî, parêzvanê dilovan ê yê pîroz, dema ku me hemûyan ji germiya xwe ya bexîl derdixe. Hilweşîn ewqas bi hêz e ku felaket ji bêwelat re welat û ji bêmal re mal e. Dibêjin deryayê ev çiya girtiye; ji wê rojê ve mîrata tofanan dixwe.
Cilên kêfxweşiyê yên ji jiyîna çend demsalan di rojekê de westiyayî, di kîmyaya berevajîkirî ya çiqilan de ne. Kokên riwekên ku her ku li hember xwezayê têk diçin şerm dikin û wê gavê şîn dibin, qeris in û hewaya komirê hilm dikin. Lê bi piştgiriya qumaşê ku li ser kevirên spî û gewr hatiye tûjkirin, hebûn niha bikêrhatîtir e. Tevnên qumaşan teng, bi sebr û heta mirinê berxwedêr in. Her der hewaya pembû, anorak û hiriyê ye.
Ew meydana fireh, ku ji yên din ne cuda ye, dixwaze piraniya kevn di busteke xwedawenda ku berê xwe daye çepê de bibîne. Her ku mane di çavên girseya ku êdî nikare zêdetir lê binêre de mezin dibe, hê mezin dibe. Dizane, ne nihêrîn parastin e. Hinek jî şêwazeke mijûlbûna hundirîn e. Ji xwe re dem; ne gavek li paş demê, ne jî li pêş wê. Wek ku tarîtiya xwe şevê ne têgihiştî dike; ger ji fikara xwe tazî bûbe, şev qediya ye. Lê di dilopên ji çavên ku dizanin herî zêde li kîjan çavî nihêrîne dikevin de rastiyeke veşartî dimîne.
Min gelek li ser vê fikirî ku di rojeke ji tevliheviya demsalan pêk hatiye de çend cure hêsir dikarin hebin. Rojan li hêsirên alternatîf û şeveke alternatîf ji hêsiran re geriyam. Ya ku min fêm kir ev e: wek peyvên xwestinê, hêsir jî pir vegirtî û bihêz in. Dema bi peyvan tên xwedîkirin, bandora wan ji min re wek bandora dilopeke bi qasî îşkenceya Çînî ye ku wê binê deryayekê bibîne: ev hesinê ku deryayê vedike û avêtiye bêdawiyê ye. Pişt re dîtina kokê bi qasî vegera ber bi kokê ve bandordar e. Bi lerz, pêl bi pêl, bi hîçikînan re, eşkere, ji bo tiştên ku ji xeyalekê mane. Hêsirên xwestinê berdêla daxwazê hene, herwiha tetîkvanek jî. Dibe ku giraniya xwêya di hêsirê de hinek bi giraniya wê daxwazê ve girêdayî be.
Hêsirên xwedawendayê mîna bûmerangê gihiştibûn armanca xwe; lê dîsa wê vegeriyana, ne gengaztirîn hêsir. Bi zimanekî nazik jê xwestin serê xwe bizivirîne. Wê nihêrînên germ, tûj lê bêziman ên baweriyê ber bi wî cihê ku xewnên xwe jê dûr girtibûn ve birin. Bi hişmendiya gelek rastiyên ku ji wê û yên din hatibûn veşartin li qewimînan nihêrî. Derziyên jiyanê yên ku di rûyên naskirî de diçûn, li şûna nazikiyê bi hêrseke nenas tijî bûn. Di wan çavan de xwe dît. Bê ku rûyê xwe yê şil veşêre got: “Miriyên zindî nikarin vê bikin. Li kî dibe bila bibe, bi çavên wê lê binêrin. Bi çavên wê yên ku êdî tune ne. Bi alîkariya wê…” Meydan hilweşiya. Ji wê rojê ve xwedawendayê zimanek bi navê dua dît. Lê bi wî zimanî tu carî peyvek neaxivî; mîna ku hatiye sêhrkirin bû, nexwest sêhr bişkê. Neteweyên din anî dinyayê, li welatên din pîroz hat dîtin. Paşê çû. Kesî sedem fam nekir. Ji vê re nifir gotin.
Destên veqetînê hêsirên winda; li zeviya genim li ser piyan, hêsirên wek baranên bereketdar tên xwestin. Hinek dûrî hêza nan. Veqetîn di ya herî kevn ku dizane de wêneyekî bi biryar e; bi qasî evîneke dusalî zarokatî. Her çiqas rê wê înkar bikin jî, rê ji bo veqetandinê hene, rêyên dudil ên çûnê. Veqetîn ji rêyan hez dike, veqetîn bêmetirsî ye, mîna rêyan. Her aliyê wê di bin lehiyan de, du perçeyên ku bêhejmar rastî di nav wan re derbas dibin; nîvê vê çûnê naskirî ye. Nîvê ku ne yê te ye. Dema min got veqetîna te, ez jixwe tune bûm. Min ji nava lepên destên te derxistin, ji xêzên kefên te veqetandin. Da ku nediyarî nekeve falê te. Gotin lezê çûnê çavan şil dike. Tu çûn tune ye ku di heriya ava çavan de şopa lingan derneketibe. Çend dilope hêsir jimêre; bila ji dilên din nehatibin qetandin. Dûrî sar e, dûrî bi serê xwe ye. Li dûr çavên min diqefilin; çavên min bi xwe re bibe.
Kurt, qut û ji êşa xwe dûr, bê ku tu carî bibe melhem. Di hesreta herikîna bênivîn de wek çemên binerdê veşartî; hêsirên zanîna xerab. Doxandina çavî; ji nişkê ve û nerm e. Li dijî ihtîmala ku her cure têkiliya di navbera bihêz û bêhêz de tecawiz be. Girîn tije aqil e, bi nîşandayîn girîn rêya ewle ye. Ji ber ku rêjeya xwînê di ava çavan de êş destnîşan dike. Lê êş tiştek e ku tê kirîn, firotin, depokirin û dizîn. Çavkaniya îlhamê ya bazirganên sanal; tişta yekane ku her ku tê firotin zêde dibe û dikare belav bibe. Êş hinek kedî, hinek rêwî, hinek xayîn e.
Dema hîn hêsir ji çavên wê dihatin, kenîn bi henekeke ji bo wê biyanî ji hêza vexwendinê bû. Bi rêzdarî vexwendin red kirin, mîna temaşevanên hevdîtinekê, dema hemû kes dibêje reş e jî karibûn bêjin spî ye. Tirsa min a herî mezin ew bû ku kenîna bê rawestan wê sirra sêhrî ya xemgîniyê ji destê me bigire. Pişt re bazdana bêfeyde, hemû çûnên bêmane. Dibe ku ji ber ku ez wê her tim bi ken bi bîr tînim, min girîna wê ya pêşî û dawî ya ku dît bala xwe dît. Şanzdeh sal derbas bûn. Meraqa min derbas nebû. Heta îro min ji bîr nekir. Çima digirî?
Hêsirên xwestina şer ku li beravê dixistin, wê gavê ji bo min bêpênase bûn. Em çend kes li ber çiyayekî bi zinar, gund û daristanan xemilandî bûn. Li bin me newaleke kûr bû. Her çiqas nîvro bû jî, ew kûrahî ji min re tarî xuya dikir. Wek di xewnekê de. Mîna ku min di tarîtiyê de nebihîsta. Dibe ku ji tarîtiyê, dibe ku ji ber ku min rastî wek xewn dît, ez peyvên ku wê gavê bikar anî bi temamî nayên bîra min. Ew hêsir îro jî mîna ku ji çavên min diherikin, dihêlin ku ez peyvên wê gotî tarî bibînim û hewl didin girîngiya wan kêm bikin. Ji ber ku li gor wan, di atlasa hestan de tiştê rast ji wan re tu tişt nîne ji bilî wan ên ku ber bi bêdawiyê ve diherikin. Peyv tenê li şopa çalakiyeke kevn in.
Peyvên kevneşopşikên xwestin û daxwazê dîsa jî lawaz nayên hesibandin. Wek çiyayên yekane, li benda aramiya piştî med û cezirê di nexşeya peyvan de ne.
Nasnav: Arin Tekoşin
Nav û Paşnav: Gerdan Oyman
Dîrok–Cihê Jidayikbûnê: 25.10.1974 Şirnex
Navê Dayikê: Taybet
Navê Bav: Salih
Dîrok–Cihê Tevlîbûnê: 1997 Stenbol
Qadên Lê Maye: Dêrsim, Qendîl, Xinêre, Zap, Botan
Dîrok–Cihê Şehadetê: 5’ê Mijdara 2012’an, Cûdî
Rêhevalê Têkoşînê
Cafer Erzincan
