HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Jiyanek çi ye? Ji bo vegêraner, şîroveyeke bi qasî destpêkirin an qedandinê sade! Lê ji bo yê ku dijî, nirxê vê vegotinê çi ye?

Tecrûbeyên ku wate dane bihar, havîn, zivistan û xemgîniya payîzê, çawa tên ziman? Hildana nefesekê, vexwarina ava sar, hesta rehetker a kêliya tenêtiyê ku mirov dixe nav xeyalan… Lê êşên xwe çawa vedibêje? Bêçaretiya dilêş a tiştên ku nekariye bike, hewaya têkçûyî ya serneketinan, cemidîna şokên nedihatine hêvîkirin. Ma dikare kêliya dîtina wê berhema ku bi hewildaneke bi qasî girseya moriyan dixwest derxe holê, lê wek sosinên ji qûmê li hember pêlên serhildêr ên behrê raneweste, wesif bike? Ma vegêraner dikare heyecana bêhempa, coş û hemû hestên wê yên di dema hewildana gihîştina armanc û xeyalên xwe de jiyaye, hîs bike?..

Yan jî jiyana şehîdekî ya ku qet naqede, dikare bi hevoka sê peyvî ya «dest pê kir û qediya», ku li ser pênûsa nivîskarekî neçar mabû û li ser rûpelên spî belav bû, bê kurtkirin?

Hevala Arjîn, îro ez jî wek nivîskarekî destpêkê ketim vê karwanê vegêraneran. Nizanim, tevî hemû neşarezatiya min, çend rûpel bi navê te reşkirin dê mafê girêdana me ya hevaltî bide an na. Lê ez wê yekê wek deyndarî dibînim ku windakirina te, ya ku dilê me yê bêçare bi êşê pêdixe û bi hesta tolhildanê tûj dike, bikin «hêza herî zindî ya jiyanê» û wê li cihekî tomar bikin.

Tê zanîn, Kela Bedlîsê asê ye. Îskenderê Mezin ew daye yek ji fermandarên xwe ava kirin û ewqas parastî û asê ye ku artêşa wî jî nikaribû wê feth bike. Erdê Bedlîsê yekane şahidê efsaneyeke kevn e ku lehengî û evînên wê yên destanî hatine jibîrkirin. Bi biharên xwe yên ku li çiyan dikenin, bêhna rîhan û nêrgizan li deştên wê belav dibe. Dengê beqên binê pirê, ku gelek caran tê bihîstin, melodîya straneke tenêtiyê ye; ewên ku kolanên bajêr dagir dikin jî komên şaş û bêkompas in ku li her minareya vala li nasnameyên xwe yên winda digerin. Tevî mîkrobên nexweşiyê yên ku tê xwestin di hişan de bên bicihkirin, ew axeke pak e ku ji qirêjiyên çemê ku bajêr bi dizî dike du parçe û bi xwe re dibe, paqij dibe. Heta Îdrîsê Bedlîsî jî nekaribû hêviyên rûmet û azadiyê yên ku li bajarê Bedlîsê hêşîn dibûn, bişkîne.

Ev erd in ku şahidiya jidayikbûna keçika me ya serhildêr kirine. Lê ew li erdên pîroz ên ku dîrok lê reh berdabû, gelek nemabû. Her çend li dijî qedera xwe rabûbû jî, surgûneke bêvebijark bû; li cihê xwe yê nû, ku ji dîrok û çanda xwe re xerîb bû, qet tiştekî ji xwe nedidît. Li welatê Antalyayê, ku mîtolojiya Yewnanî bi zêdegavî ji mirovên plajê yên serdema nû re tê vegotin… Hema ku lêgerîna esilî ya hesta aidiyetê dest pê kir, bi nasnameya xwe ya ku dihat xwestin winda bibe, nas bû. Bandora hewaya serhildanên salên 90'î, ya ku li metropolan bahoz rakiribû, ew bi têkoşîna azadiyê re anî cem hev. Wê dest bi gotina stranên xwe yên ewil ên zarokatiyê bi hevalên xwe yên Kurd re kir, di koma folklorê de ku bi xemlên ji çanda xwe derketî û cilên gerîlayan, lehengên destanî yên çiyan, beşdar dibû. Stranên ku dihatin gotin bandora înkar, tunekirin û şerê germ li Kurdistanê hilgirtibûn, lê di hundirê xwe de hin hêvî jî hêşîn dikirin. Ew şitilek bû ku xeyalên zarokatiya xwe li ser van hêviyan hêşîn dikir. Bi îlhamê çanda ku ji zarokatiya xwe wergirtibû, di govendên ciwanan de jî serê govendê kişandibû. Êdî ya ku dihat jiyîn, nasîna temam a bi aidiyeta xwe re bû. Piştre li taxên Kurdistanî yên Antalyayê di çalakiyên bêdestûr de çalakvanî û pêdiviya pêşengiya girseyên ciwanan dest pê kir.

Sala 1999'an pêvajoyeke ewqas germ dest pê kir ku nikaribû hêrsê ciwanan rawestîne. Wek her ciwanekî Kurd, hevala Arjîn jî bi awayê herî çalak beşdarî vê pêvajoyê bû. Wê gav bi gav dest bi nasîna baştir a riya têkoşînê ya ku lê dimeşiya kir. Dema nasîn pêdiviya pêkanîna hewcedariyan derxist holê, ew jî ket nav xebatên siyasî. Neçar bû ku beşdariya wê ya çalak pêdiviya pêkanîna hewcedariyên nû biafirîne. Hevala Arjîn carekê soz dabû ku di vê riya ku pê dest pê kiribû de li tu rawestgehê nesekine. Ew soz bû ku di nav çend salan de rûyê wê li Kurdistanê zivirand. Dema ku dest bi wezîfeya xwe ya yekem a derveyî li dilê Kurdistanê kir, hinekî jî bi şens dihate hesibandin.

Amedê ew bi çîrokên lehengiya berxwedana zindanan û hestên serbilindiya paytextê yên ku mirov bilind dikin pêşwazî kir; ew jî bê xem dest bi xebatên ciwanan ên ku wê bimeşîne kir. Germiya wê, îradeya wê ya bilind a xebatê û hevaltîya wê ew bi avahiya li qadê re kir yek.

Her çend em li herêmên ji hev dûr mabûn jî, xebatên ciwanan ên ku me dimeşandin dibûn wesîle ku em bên cem hev. Wêneya herî eşkere ya hevala Arjîn ku qet ji bîra min naçe, kenê wê yê ji dil di hevdîtina me ya yekem de bû. Û herwiha çavên xwe yên wek elmas dibiriqîn li min kilît kirin û silav dan. Wisa bû ku di wê de tilismek hebû ku balê dikşand ser xwe û zû dihate dîtin. Di nîqaşeke ciwanan a bi beşdariya berfireh de, ez bi nêrîneke kêlîkî re rû bi rû mabûm ku rûyê wê yê sade lê tijî meraq, derdora xwe dikir bin bandora xwe; herwiha bi coşa wê ya qet naqediya, heyecan û meraqa ku li rûyê wê dihate xuyakirin. Piştre hevdîtinên weha gelek caran dubare bûn. Bi derbasbûna demê re gelek tişt guherîn. Kenê zarokatî yê li ser rûyê wê li ser goşên wê yên gulavî bi cih bû. Heyecana wê jî hebû; wek kevirê bingehîn ê kesayeta wê ya ewqas zindî ku kêliyekê jî li cihê xwe ranedinişt, qet ji wê veneqetiya. Çiqas ne mimkun bû ku em bi wê re li cihekî rûnin û du peyvan biaxivin, dema ew diket nav pratîkê an diçû cihekî, ewqas jî ne mimkun bû ku mirov nekeve ber bayê wê. Ya ku ji me re ma, ketina ber bayekî bû ku me nizanibû li ku dê aram bibe.

Di xebatên ku em tê de bûn de, pêşketina kesane wek ba bû. Li hinekan bahozî, li hinekan wek bayekî nerm bû. Di civînên ku me xebatên xwe dinirxand û di berhevdanên navendî yên ku dê rê bidin pratîkê de, me dikarîbû astê pêşketina hevala Arjîn a ku kêlî bi kêlî gihîştibû wê bibînin. Dibe ku bayê ku ew dikişand, lêgerîna pêşketinê bû. Cara dawî em di gera komî ya ku me li Egilê Amedê kiribû de di heman kadroyê de hatibûn cem hev. Di bîra min de wêneya herî mayînde ya ku ketibû rûpelên deftera bîranînên min, kenê keçika serhildêr bû ku li ser kaxeza biriqî dibiriqî.

Wê dest bi vê rêyê kiribû wek avên ku her çiqas diherikin ber bi cihê xwe ve diçin. Ew jî maceravaniya macerayeke bû ku bûbû ya gel, heta ya cîhanê. Her heyecan gavek dida avêtin, her gav hezar heyecanên nû dida jiyîn. Êdî dor hatibû ku gaveke firehtir bavêje. Bi hişyarî û kelecanê vê yekê, dest bi rêwîtiya ber bi maceravanên herî mezin ve kir. Dema me di 2004'an de xatir xwest, hesta rehetker a soza me ya ku em ê dîsa bên cem hev di nav me de mabû. Jixwe ku ez zû an dereng silavê bidim erdên ku heval lê derbas bûbû, wek qedera min bi min re digeriya. Di hatina çiyê de jî ev tesaduf wek siyê li bedenê min zeliqîbûn. Lê vê carê ez her tim gavek li pey cihên ku hevala min lê derbas bûbû digihîştim. Qendîl, Xinerê, Metîna, Xakurkê, Zap; mîna ku hevala Arjîn nû rabûbû û çûbû, bîranînên wê di guhê min de vedengiyan. Wê ji her hevalê ku nas kiribû re bîranîneke mayînde diyariyekir. Dema min wek berhevkar her bîranîna ku li pey xwe hiştibû dixist tûrikê jiyana xwe, ez jî diketim nav kelecanê zêdekirina beşên nû li çîroka hevala Arjîn. Şertên gerîla wisa ne; carinan mirov fersendê nabîne ku silavê bide hevalekî ku gavek li pêşiya wî ye. Dibe ku em jî li welatê xwe yê bêcih gelek caran ji kêleka hev derbas bûbin bêyî ku heta çavên me bigihîjin hev. Dema dilê min hewl dida soza me ya dîsa gihîştina hev pêk bîne, li hember lezgîniya ku nehîştibû nêrînên me bigihîjin hev û heval biribû bakur, bi serbilindiyeke bi xemgîniyê tevlihev bertek dabû.

Hevala Arjîn êdî bi hemû hesret û evîna di dilê xwe de rêwiyeke Serhedê bû. Ez negihîştibûm wê, lê ihtîmala hevdîtinê li bakur germtirîn û mezintirîn hêviya ku di destê min de mabû bû. Axir roja ku em ê hemû amadekariyên xwe yên ji bo tevlîbûna karwanê bakur bi encam bikin, her diçû nêzîk dibû. Çûna bakur a ku xeyalên me dixemiland, çûneke bû ku hevala Arjîn bi kedeke mezin pêk anîbû. Dibe ku daxwaza wê ya pêşîn çûna Amedê bû, lê ew li hember biryara Serhedê ya ku derketibû jî bêeleqe nebû. Wê bi gavên bazdanê dest bi vê rêwîtiya tijî macera kiribû. Wê tenê çûna xwe ya Amedê hinekî paş xistibû. Gihîştina razê wê dîroka bêdawî li çiyayên Karacadağê û qedandina tiştên ku li Amedê nîvco hiştibûn wek gerîla, armanca herî mezin a ku danîbû pêşiya xwe bû. Ben û Sen Burcu, Keçi Burcu, hemû sûrên ku bajar dorpêç dikin û quncikên teng ên kevirî yên taxên hundirê sûran, ku şahidên herî zindî yên dîrokê ne û berê li wan geriyabû; vê carê jî didomand ku xeyal bike di nav nîzama leşkerî ya artêşeke gerîla de bi serbestî seranser li wan bigere. Wê rastiya dijmin cara yekem li Amedê bi hemû tazîbûna wê dîtibû. Her ku hewildanên bê Rêber hiştina gel û tevgerê, înkar û tunekirin, polîtîkayên birçîkirinê, lîstikên xistina ciwanan û xerabkirina wan didît, berteka wê zêde dibû. Jixwe ev bertek bû ku hatina wê ya çiyê û zû derbasbûna wê bo nava şerê germ teşwîq kir.

Piştî salên dirêj cihgirtina wê di koma yekem a jinan a ku çû Serhedê de, kir ku ew bi giraniya mîsyona xwe ya cidî bikeve pratîkê. Li vê qadê ku ji gerîlatiya jinê xerîb bûbû, wê gelek tişt armanc kiribû. Gavên ewil, her çend dijwar bûn jî, êdî hatibûn avêtin. Lê hevala min a evîndarê destpêkan, piştî salên dirêj me bi rastiya bûna şehîda jin a yekem a Serhedê re jî rû bi rû hişt. Niha dema ez li salên bêbext ên ku çavên me negihandin hev vedigerim, soza xwe ya tolhildanê, ku yekane dilxweşiya min e, nû dikim.

 

Navê Kodê: ARJÎN ÇEM

Nav û Paşnav: ZEYNEP KATAR

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1984 / KAYALIBAĞ, BEDLÎS

Navê Dayikê: AZÎZE

Navê Bavê: MUSTAFA

Dîroka Şehadetê: Di 28'ê Gulana 2008'an de, li derdora gundê Gülizerk ê girêdayî Serhed Tendûrekê

di pevçûnê de şehîd bû

 

Tamara Varjîn