HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

sason jehat artosNav û Paşnav: Sason Rojhilat

Navê Kod: Jêhat Rotsas

Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1989-Urmiye

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Îlon-2005 Xakurkê

Cih û Dîroka Şahadetê:10`ê Avrêlê 2009 li Botanê-Besta di encama pevçûnê de

Naskirina min a bi heval Sason di sala 2008’an de çêbû. Rûyê wî yê biken, bejna wî ya zirav, kelecana wî ya bi hêz xwe bi hevalan dida naskirin.

Ji bona derbasî Botanê bibe, bi daxwaziya xwe ya bêhempa tevlî refên Xabûr bû. Heval Sason ji Rojhilatê Kurdîstanê bû, heyanî Bakurê Kurdîstanê bi hestên xwe yên paqij meşiya. Dijminê hov her tim dixwest parçeyên Kurdistanê an jî gelê Kurdistanê ji hevdû qût bike. Lê belê bi derketina tevgera PKK’ê, ev mebesta dijmin, ango planên dijmin hemû vala derxist. Bi sedan ciwanên Rojhilatên Kurdistanê dest dan destê Rêber APO, tevlî nava karvanên azadiyê bûn. Yek jî ji wan ciwanan heval Sason bû. Dema mirov heval didît, hêza ku li hember jiyanê didît, mirov jê hêz digirt. Di nava jiyanê de tu caran nedizanî di cihê xwe de bisekine. Ji hevalan re xizmet kirin ji bo xwe wek kêf didît.

Temenê wî di navbera 17-18 salî bû. Kî di kîjan dîroka partiyan an jî sorêşên cîhanê de dîtiye ku ciwanek di wî temenê de bi hêzek wiha, bi coşek wiha tevlî şer bûye û bimeşeke bêhempa ve ber bi azadiyê ve dibaze.

Heval Sason cihê xwe di nava dilê HPG de bir tîpên zêrîn nivîsand. Di konferansa HPG a 5’emîn de bû sembola ciwanan û xelata ciwantiyê hate dayîn. Di sala 2009’ an de li Besta, Geliyê Hêzil Gundê Diryan di 11’ê Nîsanê de bi encama operasyoneke dijminê xwînxwar tevlî karvanên şehîdan bû.

Heval Sason, te bi hêviyên xwe, bi hestên xwe, bi coşa xwe û bi xwîna xwe xemiland çiyayên Kurdistanê. Tu bûyî sembola ciwanên Kurdistanê. Di dilê hemû azadîxwazan de te textê xwe çekir. Te navê xwe li ser xaka pîroz bi tîpên zêrîn nivîsand. Te hevala Sorxwîn, hevalê Ferhat, hevalê Kurtay, hevala Nûda, hevala Axîn û hevalê Şiyar bi tenê nehişt. Bila rihê te şad be.

Bila xwînxwar baş bizane, wê tu caran kêyfxweş nebe. Wê bi hezaran şervanên azadiyê di rêka heval Sason û hevalên wî de bimeşin. Wê nehêlin dijmin bi rehetî di xaka we ya pîroz de jiyan bike.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Agîd Goyî